Şandeya Ol û Baweriyên cuda yên Pêkhateyên Başûrê Kurdistanê ji nûnerê Ola Îslamê ya bi meshebê Şîe, Sune, Êzidî, Yarsanî, Kakayî û komek ji nivîskar û şarezayên dînî pêk dihat, ji bo piştgirîkirina daxwazên welatiyên Dola Şawrê ya navçeya Zînî Wertê ve çûn herêmê.
Şandeyê xwe gihand Binarê Zînî Wertê û ji aliyê kesayetî û welatiyên navçeyê ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê şandeyê Oldar Mele Nadir axivî û got: "Navçeya Zînî Wertê navçeyekî aram e û pêwîstî bi ti hêzan nîne. Her wiha divê wê hêzê bişînin bajarê Kerkûk, Celewla û Xaneqîn ku metirsiya DAÎŞ’ê li wan cihan hene."
Her wiha Mele Nadir destnîşan kir ku divê ti hêz Zînî Wertê neke navendeke îstîxbarî ji bo dewleta Tirk a dagirker.
Di heman demê de Mele Nadir li ser navê şandeyê jî îşaret bi daxwazên xelkên Dola Şawrê û navçeya Zînî Wertê kir û ragihand, divê di demekî nêzîk de ew navçe aram bibe.