Ok: Mêtingeriya sed salî di pêvajoya tasfiyebûnê de ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got tasfiyeya faşîzma Erdogan wê bibe tasfiyeya mêtingeriya sed salî û got, ''Geşedan tam li vê avrêkê ne. Belkî jî ev şerê me yê dawî yê li gel TC'ê ye.''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got bihara rasteqîn a gelên Rojhilata Navîn bi tasfiyebûna faşîzma Erdogan a dijminê demokrasiyê û bi tasfiyebûna netewdewlet û desthilata wan wê pêk were û niha ketine nav wê pêvajoyê.

Ok diyar kir faşîzma Erdogan ku temsîla hişmendiya mêtinger a sedsalê dike, hebûn û dahata xwe li ser çokşikandina  Kurdan û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ava kiriye ketiye qonaxeke ku jêveneger û got: ''Tam di pêvajoyeke şikestinê de ye. Bi vê sedemê li er xwe dide''. Ok bal kişande ser rewşa Sûriyê jî û got çareseriya herî demokratîk, rast û hêsan ew e ku di navbeyna Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şamê de di zûtirîn demê de pêvajoya muzakereya çareseriyê ya mayinde were danîn.

Ok got:''Heke wiha biçe Cinêv wê biçe Sûriyê ango Şamê''.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê got: ''Hevdîtinên Asta û Soçiyê, giyanê Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ye. Ev giyan bi navê çareseriyê zindîkirina wê xeta netewdewletî ye, ku Kurdan tine dihesibîne, heke nav biguhere jî neguherîne vî giyanî û parastina wê ye.
Hemû jî Cinêvê qebûl dikin. Gelek çeteyên ku ji wan re 'muxalîf' dibêjin jî (ku ev çete piranî di bin bandora TC'ê de ne) tevlî van hevdîtinan dibin.

Platforma Moskowayê heye. Ev platforma nav li ser e, ji ber vê di bin bandora rejîmê de ye. Di lijneya 15 kesî ya Cinêvê de bi 4 kesan têne temsîlkirin.

Platforma Riyadê heye. Ev platform temsîla 'muxalîf'an dike. 8 kesan dişîne koma muzakereya ya Cinêvê ku ji 15 kesan pêk tê, lê ji ber nakokiya di navbeyna Siûdî û Tirkiyê de tê gotin çend nav hatine guherandin.

Her wiha tê xswestin ku platforma Kahireyê yan jî kongre wer zindîkirin. Îdîa ew e ku Kurd jî di nav de, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dixwazin tevlî vê kongreyê bibin. Platforma Kahîreyê 4 kesan dişîne nav koma muzakereyê ya Cinêvê ku ji 15 kesan pêk tê.

Ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li Sûriyê hemû platforma li gorî xwe hevdîtinan dikin û nîqaşan dikin. Lê ya girîng ev e, Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo çareseriyê hem xwedî proje ne û hem jî yên herî hazir in û heq dikin. Lê hem ji ber zextên TC'ê û hem jî ji ber nêzîkatiyên hevnegeri ên DYE û Koalîsyonê û tawîzên Rûsyayê yên li bara TC'ê, Kurd û Rêveberiya akur-Rojhilatê Sûriyê li Cinêvê ne hazir e. Cinêveke ku Kurd û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ne tê de, ne pêkan e ku bibe çareserî. Ev li Cinêvê jî tê vegotin. Li gel vê jî bi qasî ku em dizaninn hê jî ti çareseriyek çênebûye.

Rewşa TC'ê ya dagirker û çeteyên wê yên faşîst ên li Serêkaniyê, Girê Spî û Idlibê nîşan daye ku hêza ku jê re ''muxalîf'' têne gotin, nîne. Berdevkiya hemûyan Erdogan dike. DAÎŞ, Nûsra, OSO di ser Erdogan re xwe weke xwedî heq dibînin.

Di rewşeke wiha de ku 'muxalîf' ew çend belawela bûne, teşhîr bûne, çareseriya herî demokratîk, rast û rehet ew e ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Şamê demildest pêvajoya muzakereya çareseriyê ya mayinde bidin destpêkirin. Heke wiha bibe Cinêv wê biçe Sûriyê, ango Şamê. Ji bo vê jî Rûsya ji gotinan wêdetir divê bi rastî bi rolekê rabe, Şam jî divê weke ku di 9 salan de tiştek neguherîbe tevnegere, bi nêzîkatiyeke reaîlst rê li ber çareseriyê veke. Di rewşeke berevajî vê de, hilbijartineke bêyî Kurdan û Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê çêbibe, ev tê maneya ku hê di destpêkê de Rûsya û Şamê winda kiriye. Li şûna ku Şamê vê rastiyê bibîne, gotina, ''Em hezar carî jî bi Kurdan re rûnin wê tiştek jê dernekeve'' ya Esad ne îşê êqil e.  Her wiha bêberpirsyariyek e. Hişmendiya BAAS ku hê jî Kurdan înkar dike divê biguhere. Bi qasî ku em pê dizanin Kurd û Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji çareseriyê re vekiriye. Kurd û Rêveberiya Bakur- Rojhilatê Sûriyê hat ji rol û mîsyona Rûsyayê hene, ya ku wê di vê mijarê de bi cih bîne. Li gel vê, pir balkêş e ku DYE û hêzên Koalîsyonê ji bo Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji hêla siyasî ve ti helwesteke baş nîşan nadin. Kurd û Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi mîsogerî niha van hemû rewşan dinirxînin.''

Ok bi domdarî bal kişande ser girîngiya yekîtiya Kurdan û wiha axivî:

''Yekîtiya netewî ya Kurdan ji bo gelê me ji her demê zêdetir girîng e. Pirsa hebûn û azadiyê ya gelê me di rojevê de ye. Ji ber vê yekîtiya netewî ji bo Kurdan bivênevê ye. Dema ku mirov Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê, Federasyona Rûsyayê, Yekîtiya Ewropayê, Yekîtiya Efrîkayê dfikire, Kurd ên ku ne tenê li çar parçeyan dabeş bûne, heta bi şaneyên xwe ji hev hatine parçekirin, li gel ku bi têkoşîna azadiyê hişmendiya netewî, yekîtiya netewî û nasnameya netewî derketiye pêş jî, hê jî avanekirina yekîtiya netewî rewşeke wiha ye ku divê were dahurandin. Gelê ku herî pir hatiye parçekirin, parvekirin gelê Kurd ê ne xwedî statûyekê ye. Ez ê nebêjim ev çi qader e, ne jî bibêjim ev çi rewşeke ku nayê fêhmkirin, belkî jî mirov dikare bibêje ev çi koase e ku Kurd hê jî êşa giran nebûna yekîtiyê dijîn. Teqez e ku têkiliya vê bi karakterê mêtinger ê sedsalê re heye û têkiliya vê bai bandora vê mêtingeriyê ya li ser çînên Kurdan heye. Ji ber jî me kiriye û nekiriye hê me ev neşikandiye. Hemû geşedan, civak û dîrok, fermanê dide rêxistin û siyasetmedarên Kurd; Kurd divê demildest yekîtiya xwe pêk bînin. Ev daxwaz û xewna her Kurdî ye. Kî ji vê bireve, ji bo vê xwe nede ber kar û bar, dîrok û civak wan efû nake. Rêber Apo ji bo yekîtiya netewî pir xebitî. Tim fikir û ramanên xwe danî holê. Herî pir Rêber Apo diyar kir. Heta ku diyalektîka di navbeyna parçeyên Kurdistanê de neyê fêhmkirin pir zehmet e ku her parçeyek bi serê xwe dahatuya xwe diyar bike.  Her destkeftiya li parçeykî heta ku mirov mîna destkeftina hemû parçeyan nebîne jiyandina wê zehmet e. Jixwe hêzên mêtinger jî li gorî vê diyalektîkê polîtîkayan datînin û bi ser Kurdan de tên.

Rast e; ji bo yekîtiya netewî 2013'an gaveke pir girîng hate avêtin. Li ber çav pirsgirêk weke ku tenê seroktiya kongreyê xuya dikir. Rêber Apo formûlek danî. Nav jî da û Rêzdar Barzanî û Leya Zana weke hevserokên kongreyê pêşniyar kir. Ev pêşniyara Rêber Apo rasterast ji Rêzdar Barzanî re hate ragihandin. Lê ev pêşniyar hate redkirin. Piştre derkete holê, ya ku kongre asteng kirî dewleta Tirk a mêtinger bû. Aşkere ye ku DYE û hêzên navnetewî jî xwedî rol bûn. Tam jî wan deman li dijî faşîzma DAÎŞ'ê giyanê seferberiya netewî derkete holê. Gerîlayên Kurdistanê ji Xaneqînê bigirin heta bi Şengal û Mexmûrê berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Rêzdar Barzanî jî heta bi Mexmûrê çû, hewceyî pê dît ku gerîlayên Kurdistanê pîroz bike. Ev hemû geşedanên baş bûn.  Llê dema ku dewleta Tirk a mêtinger zext danî  rêveberiya Başûr jî xwe quliband. Lê hê jî gotinên Erdogan ên dema referandûma Başûr derbarê rêveberiya PDK'ê gotî di guhê mirov de zimêniyê dike. Dema ku mijar bû statûya azad a Kurdan, bû yekîtî û vîna hevpar a Kurdan, di serî de dewleta Tirk a mêtinger, hêzên serwer demildest dibibe xwedî helwest û polîtîkaya hevpar. Jibîrkirin tiştekî xirab e, piştre, weke ku tiştek nebûbe PDK'ê got, ''Heke PKK ne li Rojava bûye, wê dagirkeriya Tirk û qirkirina li ser  Rojava nebûya''. Lê PKK ne li Idlibê hebû û ne jî li Libyayê. Divê mirov dev ji vê hişmendiyê biqere.

Dahatuya birûmet û destkeftiyên mayinde encex bi vîna hevpar a gelê me û bi hêza gelê me çêdibe. Niha jî tam dema pêkanîna vê ye. Ji ber vê jî rola rewşenbîr û hunermendên ku li çar parçeyên Kurdistanê dilîzîn pir girîng e.  Wê pir girîng be ku li çar parçeyên Kurdistanê tevgerên ciwanan û jinan vîna hevpar ava bikin. Şexsiyetên ku li nav civakê qedrekî wan heye, rewşenbîr, hunermend divê her kes bi rolekê rabe. Li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat divê meş, mîtîng û çalakî werin kirin. Partiyê nsiyasî û lîder divê di rûyê hev de biaxivin. Kî ne xwedî helwesteke xirab be ji hêla kes û saziyên xwedî van çalakiyan ve divê werin teşhîrkirin û dîsa ji bo yekîtiya netewî werin vexwendin.''

Ok bal kişand ser hevdîtina dawî ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Hemû têkoşîna Rêber Apo ya ji serî ve ji bo ‘Kurdê Mirî’ zindî, ‘Kurdê Kole’ azad bike ye. Ne tenê gelê Kurd, belkî gihandina jiyaneke azad û demokratîk a gelên Tirkiyeyê, dîsa ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn têkoşînê dike, ji bo vê çareserî û modelên perspektîfan pêş dixe. Hemû jiyana xwe ji bo vê da. Ji bo bê ka bi dewleta Tirkiyeyê re wê têkilî û çareseriyek bibe, kete nava lêgerînan. Ji bo rewşenbîrkirina civaka Tirkiyeyê projeyên çareserî û diyalogê pêşkêş kir.”
Ok qala keda Ocalan û hewldanên wî kir û got: “Gotinên hemû ked û hewldên Rêber Apo pêşxistî bêje vala çû, sedî sed ne rast e. Nehatina çareseriyê ya dewleta Tirk, nayê wateya ku hewldan û keda Rêber Apo vala çûye. Berovajî li gel fersendên mezin, nirxên mezin, derfetên têkoşînê yên mezin û proje û perspektîfên ku pêşerojê bikevin pratîkê pêşkêş kir. Hemû ceribînên hatin kirin, dibe di aliyê TC’ê de ti encamek bi xwe re neanî be. Dijminê demokrasiyê ya îdeolojiya Tirk-Îslam a esas digire, dawiyê de teslîmî Ergenekonê bûye, Erdogan ê carnan Ergenekonê bikar tîne û car jî Ergenekonê bi xwe bikar anîn, berpirsê vê yekê ye.

Dibe di aliyê dewletê de pêşketinek pêk nehatibe, yan jî ji bo çareseriyê aqilê dewletê pêk nehatibe. Lê em dikarin bêjin di aliyê civakê de têkiliyên civakê yên ji bo çareseriyê, hestyarî hê baştir pêş ket. Faşîzma Erdogan ketiye rêyeke nêneveger. Hişmendiya sed salî ya mêtingeriyê temsîl dike. Hemû hebûn û siberoja xwe li ser çokdanîna Kurdan û tesfiyekirina Tevgera Azadiyê avakiriye. Li ser vî bingehî nêzî Rêber Apo dibe.

Nêzîkatiya deweta Tirk a li hember Rêber Apo, nêzîkatriya Tevgera Azadî û gelê Kurd e. Tecrîda mutleq û îzalasyon tê wateya tesfiyeya mutlaq a PKK’ê. Ji bo vê her tiştê xwe seferber kiriye. Tam di demek şikestinê de ye. Hêza ku nîşan dike ji vê ye. Ji ber ku tesfiyekirina faşîzma Erdogan tesfiyekirina hişmendiya mêtinger a sed salî ye. Hemû pêşketin di vî warî de ye û di têkoşîna me ya 45 salî de dibe şerê me yê dawî be li gel TC. Dibe di vê pêvajoyê de me berdêlên mezin dabin, lê faşîzma Erdogan negihişte armancên xwe. Berovajî kete pêvajoya rizîn û hilweşînê. Krîzên aborî ên kûr ên niha Tirkiye li nav, rewşa şêlo ya siyasî û dîsa îzolebûna wê ya li cîhanê encamên têkoşîna me ya bi heybet e.

Rêber Apo her demê bû alîgirê çareseriyeke demokratîk. Tim ji bo Kurdan jî di nava têkoşînê de bû ku cihekê jê re veke. Gihiştina Kurdan a bûna xwedî vîn û asta têkoşîna bi hêza xwe, dîsa berxwedan ku cîhan jî li serê wan de bê bide nîşanda, berdêlên herî mezin ên Rêber Apo ji bo Kurdan daye qezençkirine.”

Ok bal kişand ser şewata li Îmralî û dîsa têkildarî ji bo bi temanî tecrîd bi dawî bibe bal kişand têkoşîna gelê Kurd û dostên wan û ev nirxandin kir: “Divê di serî de her kes vê bizne; li Îmralî ti tişt ji ber xwe dernakeve. Her tiştê bibe siyasî ye. Wateya her tiştekî heye. Suleyman Soylu ji ber xwe li ser qenalên televîzyonê nabêje; ‘Li Îmralî şewatek derketiye lê hate vemirandin.’ Dixwazin helwesta gelê me bizanin. Dixwazin li ser gelê me di hinek mijaran de bikin ku asayî bibînin. Dema ku dîtin nerazîbûn bi hêz bûn, erênî dîtin ku malbat hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin. Gelê me di kêliyê de li her derê Kurdistanê û li derveyî welat nerazîbûn nîşan da, ya girîng ev e; divê ji niha û şûnde jî wiha be. Yan jî wê rê nehatiba dayîn ku malbat li gel Rêber Apo hevdîtinê bike. Bi teqez ev nûçe bi armanca siyasî pêk hatiye, lê li wan vegeriya. Gotina Rêber Apo a tenduristî û moralê min baş e jî siyasî ye. Tenê bi tecrîdê re sînordar nemîne. Divê hemû gelê û dostê me tim di nava çalakiyê de bin. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de hemû gel, mirovatî tê tecrîdkirin. Divê di serî de gelê me, her kes ji bo rûmet, azadî û siberoja xwe rabe ser piyan. Divê li hemû çalakiyên me de ya esas azadiya Rêber Apo be. Her tişt girêdayî vê ye.”