Ok: Eger li şûna her şehîdekî bi sedan tê tijîkirin ya winda kiriye dewleta Tirkiyeyê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku eger dewsa her şehîdekî, gerîla û welatparêzên kurd bi dehan, bi sedan tê tijîkirin û berxwedan bênavber dewam dike ya winda kiriye dewleta Tirkiyeyê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok der barê mijarên di rojevê de daxuyaniyê girîng dan. Ok, destnîşan kir ku tiştê li Tirkiyeyê tê jiyîn şerekî navxweyî ye û got, “Eger bi hêzên vekirî û bi hêzen mezin, du alî li hemberî hev di nava şer de ne, ne rojek û du roj demdirêj di nava şerekî de ne û dewam dike, eger çîrokek vê ya 40 salî heye, li bajaran û gundan tang, top, hawan, helîkopter, balafir hene, eger bajarek tê xerakirin, mabet û mizgeft têne xerakirin û şewitandin, li ser navê mirovahiyê û gelê li ber xwe dide çi heye tê tinekirin, şerekî rojane dijwar bi dehan însan jiyana xwe winda dikin. Ev çi ye? Ev şerekî navxweyî ye.” Ok, da zanîn ku ji ber ev komkujiyên li Kurdistanê pêk tên sûcê mirovahiyê ye, Erdogan ew ê weke Milosevîç di dadgehên navneteweyî de bê darizandin. Ok, daxuyand ku ev komkujiyên ku têne yek bi yek têne qeydkirin, nayê jibîrkirin û bêguman yek bi yek ew ê hesab bê xwestin. Ok, her wiha destnîşan kir ku “Eger li dewsa her şehîdekî, gerîla û welatparêzên kurd bi dehan, bi sedan tê tijîkirin, eger piştî her şehîdekî bi hezaran, deh hezaran, sed hezaran gel radibe ser piyan. Eger piştî her şehîdekî li hemberî siyaseta dagirker a Tirkiye gelê kurd hîn bi ruhekî weke heyfa xwe bigire û pirtir bi azadiya xwe ve girêdayî be û radibe ser piyan. Wê demê yê winda kiriye dewleta Tirkiyeyê ye û  ya xurt dibe gelê kurd û hereketa me ye.”

Ok, anî ziman ku ew ê heyfa van komkujiyan bê standin û wiha got: “Bila bizanibe gelê kurd ne bê îrade ye, ne bê rêveber û rêxistin e. Gava din jî me got deh caran me kefen çirandiye. Hereketa me, gelê me wisa ye. Niha jî me kefen kiriye serê wan. Esas hemû hovîtiya Erdogan û AKP ew kefenê me ji wan re amade kiriye, ji tirs û xofa wê ye. Ev hovîtî ji vir tê.”

Ok, diyar kir ku li hemberî vê faşîzma AKP’ê û Erdogan eniyeke demokratîk bê avakirin, ew ê emrê desthilatiya Erdogan û AKP’ê ne dirêj be. Ok, destnîşan kir ku siyaseta AKP’ê û Erdogan xitimiye û li Rojhilata Navîn û cîhanê bi tena serê xwe mane. 
Ok, li ser ku KDP çalakiya Enqereyê şermezar kir jî wiha got: “Ma ji Cizîrê dengê tang û topan naçe wê derê. Bi sedan însan, zarok, sivîl, ciwan di wan jêravahiyan de nehatin qetilkirin. Îro dîsa komkujî li Sûrê ne di rojevê de ye. Rojekê te çima ew şermezar nekir.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” ya Stêrk TV de der barê şerê ku Erdogan û AKP li ser gelê kurd û Kurdistanê dimeşîne, teqîna li Enqereyê, hewldanên faşîzan ên AKP’ê û Erdogan, helwesta Erdogan a li dijî rewşenbîran, nêzîkatiya Ewropayê ya ji bo pirsgirêka gelê kurd, daxuyaniya KDP’ê ya şermezarkirina çalakiya Enqerê û der heqê gelek mijarên din de pirsên rojnameger M. Emîn Yildirim bersivand.

AKP û Erdogan di vî şerê li ser gelê kurd û Kurdistanê pêşxist de xwestin çi bikin, armanca wan çi bû û şer ber bi kîjan pêvajoyê ve diçe?

Hesabê Erdogan û AKP’ê tê zanîn. Taybet piştî hilbijartinan konseptek dan pêşiya xwe. Weke konsepta Srî Lanka. Îradeya hereketa me û gelê me bişkîne û tasfiye bike. Ji bo vê çi hêz û derfetên wan hebû, hemû seferber kirin. Xwestin weke şerekî demkurt encamê bigirin. Mesele di hundirê mehekê de berxwedana li bajaran tê dayîn, xweseriya hatiye îlankirin û rêveberiya wan, gelê me yê li ser piyan weke di dîrokê de pir caran hatiye dîtin û jiyîn, ev îsyana dawî ku di bin pêşentiya PKK’ê ev de di milê civakê de weke serhildan bişkînin, tine bikin. Piştre jî hesabê wan wisa texmîn dikim ku biçin cem Rêber Apo. Heta dibe ku tiliya xwe jî ji Rêber Apo re bihejînin. “Ka mêze bike hevalên we û gelê we rabû ser piyan û îsyan kir. Encam li ber çavan e û nikarin encamê bigire. Ji vir şûnde jî hûn nikarin encamê bigirin. Ka talîmatekê bide yan jî biryarê bide hevalên we, weke HPG hemû dev ji çekan berdin û hêza xwe bikişînin derveyî Bakur.” Yanî hereket bê tasfiyekirin, zextekê li ser Rêber Apo bikin ku Rêber Apo weke ku ew hêvî dikin û dixwazin biaxive û daxuyanî bide. Hesabekî wisa xerab û qirêj bû. Ji bo vê bi hemû hovîtî, çi ji destê wan hat kirin. Demkurt xwestin encamê bigirin. Çima demkurt? Eger berxwedan dirêj bibe, bike neke ku gelê kurd ew ê di şer de hazirtiya xwe bike û rabe ser piyan. Li çar parçeyên Kurdistanê bandor bike. Siyaseta navneteweyî bandor bike, li mirovahiyê bandor bike. Qirêjî û komkujiya wan, zihniyet û pratîka wan a faşîzane ew ê hîn vekirî bê dîtin. Li hemberî wan tepkî, reaksiyon, nerazîbûn pêş bikevin û tengav bibin, bikevin aloziyê. Ji bo ku tiştek neyê dîtin û neyê jiyandin demkurt encamê bigirin. Lê hesabê wan şaş derket. Ya rast berxwedana gelê me û hereketa me ew plan û hesabê wan vala derxist. Srî Lanka her çiqas weke xewnek wan bû jî, esas ji berê vir de hertim li ser vê planê mijûl bûn. Xwestin îsal bixin dewreyê. Her çiqas pir hewldan û hemû hêza xwe seferber bikin û encamê bigirin. Lê li ber çavan e. Siyaset ber bi xitimandinê diçe û ya encam nagire siyaseta Erdogan a dagirkeriyê û ya AKP’ê ye. Dibe ku di vê pêvajoyê de tabî li Cizîrî, Silopî îro li Sûrê hinek windahiyên me bûn. Piranî jî zarok, jin, pîremêr kesên sivîl hatin qetilkirin. Ew jî bi hovîtiya wan ve girêdayî ye. 

EW Ê ÎRADAYE ERDOGAN Û AKP’Ê MUHEQEQ BIŞIKÊ

Dîroka dagirker a Tirkiyeyê her tim wisa ye. Li hemû îsyan û serhildanan mêze bikin, hemû hewldan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bidin berçavan, jixwe tu caran weke hiqûq û mafên mirovan tiştek wisa tune. Çi ji destê wan hatiye bê xem û bê tirs pêkanîne, xwestine bipelçiqînin, tune bikin û ji bo vê çi pêwîst e kirine. Dîsa wisa kirin, lê encam negirtin. Îsyana Şêx Seîd 3-4 mehan dewam kir. Îro tenê li Sûrê nêzî 3 meh in gelê Sûrê li ber xwe dide. Wan texmîn nedikirin ku îradeyek wisa xurt derkeve û gelê kurd wisa li ber xwe bide. Wan texmîn nedikirin li Cizîrê qehremanekî weke Mehmet Tunç hevserokê Meclisa Cizîrê ew ê berxwedaneke rûmet temsîl bike. Roj bi roj, saet bi saet şehadeta xwe dizanî lê dîsa jî gav paşde neavêt û serê xwe ji wan re netewand. Berxwedan bêguman ew ê hîn dijwar be. Çawa ku dewleta Tirkiye, Erdogan û AKP bi hemû hêz û hovîtiya xwe di asta herî jor de bi bêexlaqî û dijwar tê ser gelê kurd, helwesta hereketa me û gelê me jî di asta herî jor de hîn radîkal pêş bikeve û ev îsyan bêguman ew ê dewam bike. Ew ê ber bi ku ve biçe? Careke din jî me di bernameyan de anî ziman heqeten ev îsyan û ev hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê, ev şerê di navbera gelê me û Erdogan û AKP’ê de tê jiyîn weke şerekî dawîn e. Muheqeq di vî şerî de îradeyek ew ê bişikê. Ew îradeya bê şikandin jî ya Erdogan û destihilatiya AKP û dewleta dagirker a Tirkiyeyê ye. Tu çare nîne. Hesabê wan vala derket. 

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ EW Ê BELAVÎ HER DERÊ BIBE

Ez di vê baweriyê de ew ê îsal 2016 bênavber û hîn radîkal şerê gel ê şoreşgerî tenê ne li Amed, Sûr, Cizîr, Silopiya û Botan. Li tevahiya Kurdistanê li Serhedê, Dêrsimê gelê me hîn pirtir rabe ser piyan. Gerîla û HPG bêguman heta niha ji ber sedemên cuda cuda taybet jî şert û zirûfên zivistanê belkî nikarîbû tam rola xwe bilîze yan jî gerîla tam neket nava şer. Lê ji vir şûnde diyar e ku ev şer bi her awayî hîn berfireh, hîn kûrtir, hîn dijwartir ew ê pêş bikeve. Gerîla ew ê xwedî rol be. Li qadên bajaran weke Sûr û Cizîra Botan û herêmên din Dêrîk û Hezexê ew ê gelê me xwe tenê nebîne. Gerîla li pişta wan e. Gerîlayê xwedî tecrûbeya 40 salî ye, derfet û îmkanên xwe baş rêxistin kiriye. Em di wê baweriyê de ne ku xwe baş amade kiriye. Ew ê bersivek hîn dijwar bide siyaseta dewleta AKP’ê. Em di vê baweriyê de ne û hewl didin pozê Erdogan li erdê bixin û îradeya wan bişkînin. Diyar e ku navbera gelê me, hereketa me û AKP’ê de şerekî wisa pêwîst bûye. Temam, pir caran agirbest, muzakere, nav lê hat lêkirin pêvajoya çareseriyê, aştî. Lê encam hate dîtin ku ev hemû mijareke têkoşînê bû. Esas ne ku armanca wê çareserî bû. Taybet nêzîkbûna dewleta Tirkiye û AKP plana wan ya veşartî hertim wisa bû. Diyar e û vekiri ye ku şerekî wisa pêwîst bûye. Niha em wî şerî dikin. Weke me anî ziman ew ê ber bi ku ve biçe? Bêguman hereketa me û gelê me encam bigire û bi ser bikeve. Dibe ku bedelên vê hebe. Azadiya gelan, azadiya gelê kurd ne hêsan e, li hemberî wê jî dewletek ku mînakên wê li dinyê tune ewqasî hovîtî û faşîzan heye. Bedel ew ê hebe, berxwedan ew ê hebe, lê diyalektîk û encama vê têkoşînê weke her sal û hertim hatiye dîtin ew ê gelê me û hereketa me encam bigire.  

YÊ XURT DIBE GELÊ ME Û HEREKETA ME YE

Di vî şerî de dewleta Tirkiye û fermandarên wan dibêjin me ewqas kes kuştin û dibêjin em şerekî serketî dimeşînin, ev çiqasî rast e? 

Dewleta Tirkiye û AKP tu caran rastiyan nabêje. Şerê xwe li ser psîkolojîk, bê heq û hiqûq, dermirovîn dimeşîne û piranî li ser derewan e. Di hemû şeran de lingekî muhîm propaganda û ajîtasyon û lingê psîkolojî ye. 40 sal virde li dîrokê mêze bikin, li gorî hesabên daxuyaniya Tirkiye belkî heta niha 200 hezar kes hatin kuştin, tunekirin û şehîdkirin. Hertim bi hejmarên mezin dan çapemeniyê. Me wisa wisa kir. Di serî de ez bêjim ji sedî 90 derew e, hejmarên didin û dibêjin. Lê muhîmtir li ser hejmara kesên tên şehîdkirin û kuştin siyasetkirin, bêjin me li gorî wê encam girtiye esas ew ji exlaq dûrketine. Ew ji rastî û pîvanên şer, ji mirovahiyê dûr ketine. PKK heta niha pir caran kefenê xwe çirandiye. Di dema 12’ê îlonê darbeya faşîzan a Kenan Evren çirand, der heqê me de hatin gotin ku PKK êdî tune bibe. Lê her kes şaş ma ku PKK hêzek hîn xurt, sînerjiyek hîn mezin derket. Di komploya navneteweyî de wisa hate gotin. Wexta Rêber Apo hate derdestkirin û kirin Îmraliyê, çîrok li ser me hatin gotin û nivîsandin PKK tune bû, ket tirbê û ser tirbê beton kirin. PKK dîsa rabû ser piyan, dinya şaş ma. Ev derew in bêguman. Windahiya herî mezin ew didin, lê ew yê xwe nadin. Yekalî ye. Hemû çapemeniya wan ya hawiz yek qelem, yek ziman û yek dest eynî tişt dibêjin. Manîpulasyon çêdikin. Hewl didin psîkolojiyekê çêbikin. Lê ne rast e, derew e. Bêguman di şer de ew ê windahî hebe. Em ê yên xwe venaşêrin. Îro li Cizîrê bi sedan zarok, jin, sivîl hatin qetilkirin û şehîdkirin. Eynî tişt li Sûrê tê jiyîn. Lê weke me ewqas kes kuşt, encam girt û em serketîn e derew e. Ya muhîm çi ye? Eger dewsa her şehîdekî, gerîla û welatparêzên kurd bi dehan, bi sedan tê tijîkirin. Eger piştî her şehîdekî bi hezaran, deh hezaran, sed hezaran gel radibe ser piyan. Eger piştî her şehîdekî li hemberî siyaseta dagirker a Tirkiye gelê kurd hîn bi ruhekî weke heyfa xwe bigire û pirtir bi azadiya xwe ve girêdayî be û radibe ser piyan. Eger berxwedan bênavber berdewam dike, ew çend kesan û hejmarek bikujin jî ya ku winda dikin ew in. Eger şûna wan hîn baş tê dagirtin û wê demê yê xurt dibe gelê kurd û hereketa me ye.

AKP LI KURDISTANÊ KIRINÊN DAIŞ’Ê PÊK TÎNE

Di vî şerî de berxwedana Sûrê dikeve roja 86’an û çend rojên din sê mehan li dû xwe dihêle. Niha li Sûrê anonsa ku bi hewayî em ê bombebaran bikin tê kirin. Li gelek deverên din jî êrîşên dewleta Tirk dest pê kirin, ma ev ne şerê navxweyî ye?

Bêguman. Di serî de vê bêjim, min televizyon hinek şopand, malbateke sivîl diaxivî. Di ragihandinê de hebû çend zarokên wan ên biçûk li derdora dayikê kom bûbûn. Digotin em nikarin sobê pêxin, hundir germ bikin. Çima ku dûman derdikeve, ji jor de helîkopter heye topan davêje xanî û xanî di ser wan de hildiweşîne. Hovîtiyek wisa heye. Ev çi bêexlaqî û durûtî ye ku Erdogan û AKP dibêje “em li gelê Sûrê xwedî derdikevin, zarok û mirovahî tê qetilkirin me deriyê xwe ji wan re vekiriye.” Mirov bêje hey alçax, kesê durû, li Sûrê û Kurdistanê dema li derekê, ji xaniyekî dûman radibe bi tang û topan lê dixin. Ji xwe zarokên biçûk ji dest û stûyê xwe gule xwarine û birîndar bûne. Li ber çavan e, mirovahî vê dibîne. Di jor de jî helîkopter û balafirên wan digerin. Anons dikin em ê we tune bikin, we topebaran bikin, bombebaran bikin ji bo vê teslîm bibin û birevin. Tiştekî wisa di qanûn, hiqûq û mafê mirovan de tune. Bi tang û top berê xwe dane bajarekî û serobino dikin, xera dikin, wêran dikin. Şerê navxweyî çi ye? Eger bi hêzên vekirî û bi hêzen mezin, du alî li hemberî hev di nava şer de ne, ne rojek û du roj demdirêj di nava şerekî de ne û dewam dike, eger çîrokek vê ya 40 salî heye, li bajaran û gundan tang, top, hawan, helîkopter, balafir hene, eger bajarek tê xerakirin, mabet û mizgeft têne xerakirin û şewitandin, li ser navê mirovahiyê û gelê li ber xwe dide çi heye tê tinekirin, şerekî rojane dijwar bi dehan însan jiyana xwe ji dest didin. Ev çi ye? Ev şerekî navxweyî ye. Sedemê vê jî diyar e. Aliyê siyaseta dagirker dibêje ez mafê te, hebûna te, nasnameya te tune qebûl dikim, nas nakim. Aliyê din jî gelê kurd radibe ser piyan dibêje ez heme, miletek im, civakek im, dîrokek û nasnameyeke min heye, mafên min heye ku ez azad bijîm. Li ser vî esasî şerekî navxweyî, weke me got çil salî dewam dike û îro jî gihîştiye vê astê. Bi tang û topan dewam dike. Di vî şerî de zarok, dayik tên kuştin, bajar xera dibin, şehîdgehên kurdan têne tunekirin, jinên kurdan bedena wan bi tazî li kolanan tê nîşandan, weke Yugoslavya weke DAIŞ çawa dikir AKP eynî tiştî li ser gelê kurd û li Kurdistanê pêk tîne. Bêguman ev şerekî navxweyî ye. Li Sûriyê mêze bikin li kêleka xwe Helebê. Dîmenan bidin berhev eger li ser neyê nivîsandin ev der Heleb ya Sûr, Cizîr û Silopiya ye mirov nizan kîjan ku der e, wekhev in. Li wê derê jî sivîl têne kuştin, li vir jî wisa ye. Ji hev ne dûr e, şêwaz û armanc û şerê tê dayîn wekhev e. Ji bo nîzam û qanûnên navneteweyî wisa ye. 

EW Ê YEK BI YEK HESABÊ KOMKUJIYÊ BÊ XWESTIN

Mirov bi rehetî dikare bêje bêguman ev şerekî navxweyî ye. Şerê kê ye? Tabî ne şerê gelê kurd û gelê tirk e. Şerê gelê kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiye û siyaseta AKP’ê û Erdogan e. Şerê navxweyî wisa ye. Encamên wê jî ew ê hebe. Îro dibe ku na, lê di pêşerojê de encamên wê li ser siyaseta hundir ew ê hebe, li ser AKP’ê hebe, li ser kesayeta Erdogan hebe, li ser civaka kurd û tirk û li ser mirovahiyê hebe, bi giştî li ser siyaseta navneteweyî hebe. Yanî AKP nikare bêje min kir û ji min re ma. Têkoşîn berdewam dike. Ji wan re jî namîne. Roj bi roj, saet bi saet her tişt tê nivîsandin. Tu tişt di deftera gelê kurd nayê jêbirin, di zêhn û mejiyê me de nayê jibîrkirin. Hemû hatine qeydkirin kî çi dike, kî çi dijî, kî bi çi hovîtiyê bi bêexlaqî û dijwar tê ser gelê kurd hesabê wan bêguman yek bi yek tê xwestin û ew ê bê xwestin. 

ERDOGAN EW Ê WEKE MILOSEVÎÇ WERE DARIZANDIN

Di vî şerî de Erdogan li Kurdistanê li hemberî gelê kurd komkujiyan pêk tîne. Li ber çemê Dîcleyê parçeyên laşên mirovan hatin dîtin. Li Cizîrê benzîn bi ser birîndaran dakirin û şewitandin. Gelek hovîtiyên din tên kirin. Ma ev en sûcê mirovahiyê ye. Erdogan ji ber van sûcan di dadgehên navneteweyî de ew ê neyê darizandin?

Çawa naçe dadgeha navneteweyî. Her roj di dîmenên televizyonan de derdikevin, dest û piyên, organên bedenên zarok û jinên gelê kurd tê dîtin. Hovîtî û wehşeteke wisa ye. Her roj weke we anî ziman xaniyên gelê kurd bi ser wan tê xerakirin. Li Cizîrê bi dehan sivîl û birîndar benzîn bi ser wan dakirin û wisa qetilkirin. Ma ev ne sûcê mirovahiyê ye, çi ye? Di wexta xwe de weke Milosevîç û kesên din çawa derketin pêş dadgeha navneteweyî û mirovahiyê, zû-dereng Erdogan jî derkeve. Herî kêm di dadgeha îradeya gelê kurd de ew ê were darizandin. Erdogan nikare ji destê vê bifilite. Ji destê edalet û heqîqeta gelê kurd îro yan jî sibê, zû yan jî dereng muheqeq ew ê bi qirika Erdogan û ew siyaseta dagirker kî dimeşîne û berpirsyar e bigire. Nikarin xwe ji vê xilas bikin. Li dîrokê mêze bikin hemû dîktator, padîşah, sultan, şah dibêjin herhal dinya li dora min dizîvire û hertim wisa be. Lê wexta dem tê vana nikarin birevin ku hesab nedin, hesabên xwe yek bi yek dane. Tu kes li ber vî hesabî xwe xilas bike û bireve. Erdogan jî ew ê nereve. Di serî de û herî muhîm edelata gelê kurd hesab jê bixwaze. Bêguman li dada navneteweyî jî Erdogan ew ê hesabê wan bide. 

ME JI ERDOGAN Û AKP’Ê RE KEFEN AMADE KIRIYE

Yanî ev çi dest û lingên zarok û bedenên gelê kurd li ber ava Dîcleyê didin ber kûçikan û winda dikin. Gelê kurd nikare cenazeyên xwe bibîne. Ma ev tu caran ji bîr dibe, mirovahî vê tu carî ji bîr nake, gelê kurd ma tu carî ji bîr dike? Heyfa wê sed qat, hezar qat pirtir bê dîtin. Ne dereng ji îro şûnde, ji vê saetê şûnde lazim e bê dîtin. Bila bizanibe gelê kurd ne bê îrade ye, ne bê rêveber û rêxistin e. Gava din jî me got deh caran me kefen çirandiye. Hereketa me, gelê me wisa ye. Niha jî me kefen kiriye serê wan. Esas hemû hovîtiya Erdogan û AKP ew kefenê me ji wan re amade kiriye, ji tirs û xofa wê ye. Ev hovîtî ji vir tê. Weke normal nikarin bifikirin. Her tiştê wan anormal e. Siyaseta wan li Rojhilata Navîn, li ser kurdan jî her dikevin nava hewldanekê hîn pirtir lawaz dibin, dikevin nava xerabiyan. Bêguman gelê me hesab jê bipirse. Eger dada mirovahiyê ya navneteweyî heye û heqeten dibêje ez dad im ew ê hesab ji Erdogan bê pirsîn. Herhal kesên ku bi çepilê Erdogan bigire û bikişîne ber dadê jî ew ê hebe. Gelê kurd gelekî qehreman û xwedî rûmet e. Pir êş û cefa kişandiye, lê her tim li ber xwe daye û xwedî seknekê ye. Tu caran serê xwe ji bo wan netewandiye, îro jî natewîne. Tewandin çi ye, însiyatîf di destê hereketa me û gelê me de ye. Hîç bila kêfxweş nebin û serê wan nezivire ku tangên wan ketine Cizîrê û di bin siya tangan de çend alên Tirkiyeyê daliqandine. Ev xwe xapandin e.  

ERDOGAN HETA QIRIKÊ KETIYE NAVA XWÎNA KURDAN, EV NAYÊ JIBÎRKIRIN

Dil û mejiyê gelê kurd bi me re ye û li dijî wan e. Ev muhîm e. Sibe, pêşeroj bila temaşe bikin, ew ê dinya bibîne eger AKP’ê mecbûr nemîne, xwe navêje ber lingên Rêber Apo û îradeya gelê kurd di kesayeta Rêber Apo de nebîne, ne wekî heta niha hatiye kirin, rastûrast muzakereyek ciddî mafê gelê kurd qebûl neke û rêz diyar neke, vê ji dinyayê re îlan neke rewşa AKP’ê ew ê bê dîtin. Pir desthilat, pir partî û hizb xwe wisa dîtin. Lê navê wan îro nayê xwendin û kes nizane li ku derê ne. Hemû li hemberî berxwedan û têkoşîna gelê kurd ketin wî halî. AKP jî ber bi wê diçe. Eger ew di siyaseta xwe de berdewam dike, em jî eşkere dibêjin qedera AKP’ê ew ê hîn xerabtir bibe. Çunkî AKP heta qirika xwe ketiye nav xwîna gelê kurd. Ev nayê jibîrkirin. Mirovahî jî bila mêze bike. Banga min ji bo gelê Tirkiyeyê jî heye, wexta polîs û eskerên wan tê kuştin, dramatîk dikin. Hîn nû zewicîbû, zarokê wî bihata dinyê, nizanim çi bûya. Temam, em bi kuştina wan jî kêfxweş nabin. Baş e ew kesên ku bedena wan li ber ava Dîcleyê ev çi ye? Çima li ser wê tiştekî nabêje ey çapemeniya Tirkiyeyê. Çima rojekê li ser wê jî nabêjin. Çi çapemenî û xwedî kesayet in. Rast û durist bin. Lê gelê me vê dibîne. Eger çapemeniya Tirkiye jî ne xwedî helwest be, em nabêjin îla aliyê gelê kurd bigire û propangadaya me bike. Tenê rastiyê bêje. Eger wê jî neke bêguman ev şerê dijwar û windahiyên giran li her du aliyan tê jiyîn, di vê xeterî û aloziyê de para wan jî heye.   

HER TIŞTÊ AKP’Ê Û SIYASETA DAGIRKER DEREW E

Di teqîna li Enqereyê de hîn 24 saet di ser re derbas nebûbû serokwezîr û serokkomarê Tirkiyeyê gotin teqîn ji aliyê YPG’ê û kesê bi navê Salih Necar ve hatiye kirin. Piştre TAK’ê çalakî girt ser xwe û got kesê çalakî bi kar aniye Abdulbakî Somer e. Ev yek bi testa DNA jî hat piştrastkirin. Serokwezîr, serokkomar û rayedarên AKP’ê çima serî li dereweke wisa dan?

Her tiştê AKP’ê û siyaseta dagirker derew e. Kîjan wextê rast gotine. Hesabê wan çi ye? Siyaseta wan li Rojava hat xitimandin, ket aloziyê, têk çûn û rezîl bûn. Niha li ser Sûriye pir kesên eleqedar ji bo pêşeroja Sûriye hin tiştan bêjin, ji bo wê vî mafî di xwe de dibînin û kêm-zêde karîbûne hin tiştan rast û realîst bêjin. Weke xwe xwedî bandor bibînin. Lê AKP nikare tiştekî bêje. Çima ku siyaseta wan ji serî heta binî şaş bû, li dijî mirovahiyê bû, li dijî hebûna gelê kurd bû, teng bû, faşîzan bû, dagirker bû encam negirt û niha nikare tiştekî bêje. Yê ku li ser axa Sûriye û Rojava siyaset dikin yê ku di serî de winda kiriye dewleta Tirkiyeyê ye. Hemû tiştî di ku de dibîne, ew kurd nebûna, YPG nebûya, PYD nebûya, PKK nebûya, Kurd nebûna ez ê baş bûma û xwedî hêz bûma û min ê her tişt pêk baniya. Çima ku kurd hene û rêxistinkirî ne, dikarin li ber xwe bidin û xwe biparêzin, ji ber vê hemû siyaseta AKP’ê tê li wî dîwarî dikeve û bin dikeve. Hêrs û hovîtiya wan ji ber vê ye. 

ERDOGAN Û DAVUTOGLU JI BER SIYASETA LI SER ROJAVA REZÎL DIBIN

Hemû hewldan çawa bikim PYD, YPG terorîst bidim qebûlkirin. Xwe virde û wirde da lê nikarîbû kesekî îkna bike û bide qebûlkirin. Bi derewan, bi fen û fûtan ez hewl bidim ku bidim qebûlkirin. Hemû hesab ev e. Halbûkî mirovahî dibîne kesê eleqedar dibîne mesele YPG, PYD li gorî em dişopînin heta niha li ser mafên gelê Tirkiyê heta li dijî dewleta Tirkiyê jî ne di nava hewldanan de ne. Yanî tu êrîş nekirine, tu çalakî nekirine û tu tişt nekirine. Berovajî wê her roj topebarana dewleta Tirkiye li ser Rojava heye, dixwazin hidûd derbas bikin. Dîsa di ragihandinê de em dibînin ku gelê me yê li Rojava Kurd, Ereb, Tirkmen, Asurî û Suryan weke civak nerazîbûna xwe diyar dike. Lê heta niha tu şer li hemberî AKP’ê nekirine. Çima AKP, Erdogan û Davutoglu bi israr dubare dubare ew çalakiya Enqereyê PYD û YPG’ê pêk aniye. Derew e. Dibînin Rojava îro xwedî îrade ye, îtibar û îmajeke gelê me yê Rojava heye, dikare li hemberî DAIŞ, El Nûsra û yên li dijî mafê gelê Kurd, Ereb, Suryanan dikare bikeve nava hewldanan û vê axê biparêze. Li ser vî esasî hinek derî û derfet ji Rojava re hatine vekirin. AKP dixwaze van derî û derfetan bigire. Hertim dixwaze bifetisîne. Hesab bi temamî ev e. Lê negirt te dît bi temamî derew in. Dîsa TAK li vê çalakiyê xwedî derket û got ev çalakî filan hevalî kiriye. Nasname jî bi DNA testî îspat bû. Tabî niha li hemberî vê rezîl û ruswa bûn Erdogan û Davutoglu. Ev car çi dibêjin ha YPG ha PKK. Ev siyaseta ku encam negirtiye di nava aloziyê de hertim dizivirin, dizivirin rezîl dibin, nikarin kesekî îkna bikin û pê bidin qebûlkirin. Ev xitimandin, binketina vê siyasetê harbûnek û bêaqilbûnek wan e ku dikevin nava hewldanan çawa bidin qebûlkirin.

ENIYEKE DEMOKRATÎK EW Ê EMRÊ DESTHILATIYA AKP’Ê ZÛ BI DAWÎ BIKE

We jî behs kiriye xitimîne. Siyaseta AKP’ê û Erdogan li derve xitimiye, di heman demê de li hundir jî xitimiye. Bi vê siyaseta îflas kirî, bi van derewan dikare çiqasî emrê xwe dirêj bike?

Tabî tu mafê me û tu pêwîst tune ku em aqil bidin siyasetmedarên AKP’ê. Lê dikarim vê bêjim emrê wan çiqasî dirêj be yan jî ne dirêj be bi çi girêdayî ye? Ne tenê bi têkoşîn û berxwedana gelê kurd, bi hemû gelê Tirkiye taybet gelê demokrat ên li dijî faşîzma AKP’ê, hêzên azadîxwaz weke eniyeke demokratîk û antî faşîzan û antî AKP têkoşîn û berxwedana xwe bi her awayî pêş bixin girêdayî ye. Eskerî, siyasî, civakî, dîplomatîk, jiyanî bi her awayî. Eger ev faşîzma AKP’ê li aliyê gelê Tirkiyeyê bi temam hîn baş bê dîtin, li hemberî vê desthilatiya faşîzmê gelê Tirk ên  azadîxwaz, demokrat û gelê elewî, îro li Artvînê dixwazin derdora xwe biparêzin yên wisa hemû hêza xwe û enerjiya xwe bikin yek. Ji bo ku ev zihniyeta dagirker, faşîzan li Tirkiyê encam negire û bin bikeve. Riya siyaseta demokratîk bê vekirin. Eger wisa be emre wan bêguman ew ê hîn kurt be. Lê siyaset û têkoşîn li ser rastiyê, bawerî û rêxistinî neyê dayîn ew ê jî ji vê îstifade bikin. Mirov dikare çi bêje heqeten îro AKP hatiye xitimandin. Mesele em li Rojhilata Navîn mêze bikin, kesekî ku silavê bide AKP’ê tune. Ji Qeter, Kuweyt û Siûdî bide aliyekî bi tena serê xwe ye. Kes ne li cem AKP’ê ye. Esas dinya jî wisa ye. Yê bi salan piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê dikirin ku taybet li hemberî têkoşîna gelê kurd. Lê îro mêze bikin heqeten weke faşîzanekî ye, bi vê jî nasekine. Serê xwe li hemberî kesên din radike û dibêje ez jî weke împarator im û ez jî heme. Lê bingehê vê tune, rastiya wê tune. Li her derê hatiye xitimandin. Di nava xwe de jî di nava xitimandinê de ye. Kesên ku li derdora wî heyî jî li ser desthilatdariyê ne û li ser maddiyatê li wê derê ne. Banekî ne saxlem e ew ê zû hilweşe, binê wî sist e. Di nav wan de jî nakokî hene, belkî hîn ser veşartiye û ser digirin. Taybet jî mesele AKP îro tenê maye û faşîzan e. Eger têkoşîn hîn rêxistinî, radîkal û bi her awayî weke eniyeke antî faşîst û demokratîk giştî li Tirkiye rewşenbîr, civak, şoreşger, jin, ol, elewî bi her awayî emrê wan ne zêde ye. AKP careke din normal nikare hilbijartinekê bike. Ber bi tunebûnê, ber bi desthilatiya xwe winda bike diçe. Hemleyek hîn xurt hîn zûtir AKP ew ê bin bikeve. Ev zelal e.  

DAXWAZ Û XWESTEKA AKP’Ê OMER LEKESÎZ ANIYE ZIMAN

We gava din behsa bêexlaqiya çapemeniya Tirk kir. Di vî şerê qirêj de çapemeniya AKP’ê jî şerekî psîkolojîk ê qirêj dimeşîne. Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Omer Lekesîz piştî teqîna li Enqereyê got ku çayfiroş, şorbefiroşê HDP’ê jî terorîstên xwedî potansiyel in, divê di mekanên xwe de bêne bêbandorkirin? Ev ti çi maneyê?

Maneya wê çi ye, esas AKP eşkere dibêje weke Erdogan û şêwirmendên wî û Davutoglu vekirî dibêjin pêwîst e HDP nebe, jixwe bi PKK’ê re ne, tu cihê wan di parlamentoyê de tune. Ev eşkere ye û tam nabêjin, îcar ew kesê we gotiye Omer Lekesîz wî aniye ziman. Esas zihniyeta AKP’ê di serê xwe de difikire, car caran eşkere dike û car caran ji xwe re dihêle ew Omer aniye ziman. Çawa? HDP bi hemû kêm û kurtiyên xwe partiyek alternatîf e, pêşengtiyê dike ji siyaseta demokratîk, civakî û legal re. Weke alternatîfek e, muxalefet e yanî. Ma em dikarin bêjin CHP muxalefeta AKP’ê ye yan jî MHP. Eger muxalefetek heye HDP ye. Pêwîst e, ew jî bê tunekirin yanî li pêşiya wan tu astengî û kelem nebe. HDP ye, ew jî bê tunekirin. Jixwe dikin. Ji bo destnedana HDP’ê her roj dibêjin çima ku wekîlek çûye taziya hevalê şehîd ketiye li Enqereyê. Dinyê xerab dikin. Hinek dibêjin bila parlamentiya wê bikeve, hinek dibêjin êdî qebûl nekin û red bikin. Ev çi rezîlî, durûtî û ji mirovahiyê derketin e. Gelê kurd tabî şehîdên xwe hertim bi rûmetî bigire dest. Ji rîtuel, exlaq û adetên civakê de jî ev heye. Îdrîs Baluken rast got, wexta kesekî jiyana xwe winda kir bêguneh e. Hevalê ew çalakî pêkanî jî tabî kî hevalê bi rûmet e di nezera gelê kurd de. Her kes rêz bêguman nîşan dide. Dema ev tê dîtin. Dema yek ji Erdogan dibêje li ser çavên te birûyên te hene, qebûl nake. Dibêje bila derhal bêdeng bimîne yan jî bê tasfiyekirin. Ew zihniyeta AKP’ê ye. Yên ku car caran eşkere nîne ziman ew Omer Lekesîz aniye ziman. Divê HDP jî, gelê kurd jî rastiya AKP’ê bibîne û bizanibe. Nebêjin dad heye, mafên mirovan heye, nîzam heye, hiqûq heye. Bila bizanibe ku siyaseta AKP’ê û Erdogan bi giştî faşîzan e û dagirker e. Heqeten derfet bibînin ew ê tune bikin. Li gorî wê xwedî helwest bin, xwe rêxistin bikin, tedbîrên wê bigirin, xwe hîn baştir radîkal di têkoşînê de cih bigirin. 

HEBÛNA AKP’Ê TENÊ SEDEMA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ YE

Di heman demê de wekîlên AKP’ê yê Stenbolê Metîn Kulunk pêşniyar dike ku kesên sûcê terorê kirine ji hemwelatiyê bê derxistin û dest dayne ser mal û milkê wan. Ev pêkanînên dema 12’ê Îlonê vê gavê bi destê AKP’ê tê kirin. Mirov dikare çawa şîrove bike?

Tiştekî ku mirov zêde li ser bike tune. Faşîzan e, desthilat e. Di aliyê maddî de xurt e, îmkan û derfetên dewletê hemû ji bo wan e. Ji bo vê çi ji destê wan hebe ew ê bikin. Pêwîst bibîne ew ê bikuje, bavê zindanê, dest dayne ser mal û xaniyên wan. Faşîzm wisa ye. Çawa îradeya însan û civakê bişkîne, çawa gav bi wan bide avêtin, bi hovîtiyê bandorê li ser wan bikin, ew ê wisa bikin. Di vir de tu exlaq, mirovahî û nîzam tune. Bila kesek jî ji AKP’ê vê hêvî neke. Hebûna AKP’ê jî tenê weke sedema berxwedan û têkoşînê ye. Derveyî vê tiştekî hêvî bikin ji qanûn û nîzamê, mafê min heye çima dest danîn ser mal û milkên min. Ew ê AKP bike, dike jî. Yekdest e. Maf dibîne ku dest bavêje yên derveyî xwe û tune bike, bikuje, bavêje zindanê. Tenê têkoşîn bilind kirin, tenê xwe rêxistinkirin û hesab ji wan xwestin, derveyî vê çare nîne. Ne rast e jî.

XEYALÊN ERDOGAN YEK Û YEK TÊK DIÇIN

Piştî şerê ku 24’ê Tîrmehê ji aliyê Erdogan ve hate destpêkirin, Erdogan digot “ew ê tenê sîlehê xwe binax nekin, divê ser wan jî beton bikin”. Erdogan hemû îmkanên destê xwe ji bo ku bibe Sultan bi kar anî. Lê bi berxwedana Sûr, Cizîr, Silopiya û li gelek deverên Kurdistanê ev xeyalên siltantiyê yên Erdogan têk neçûne?

Yek û yek têk diçe. Ji xwe tiştekî wisa tune bû, xwest şeklekî wisa bide xwe û hewayek wisa çêbike weke xelîfe û siltanê dawî. Wisa xîtabî Rojhilata Navîn û dinyê dikir. Lê ev xwexapandinek û ne mimkûnek bû. Ev di rojeva me de tune weke ku PKK dev ji çekan berde û di ser de jî beton bike. Yanî tenê dev ji çekan berdan na,  ew ê ser jî beton bike. Dêmek ku Erdogan ewqasî jixwe bawer bûye, ev tiştekî psîkolojîk e jî. Yanî tu yê tenê çekan dev jê bernede, hem jî bi destê xwe li ser beton bike jî. Ez jî dibêjim Erdogan tu yê bibîne, ka ew çek çawa dibin. Eger te maf, azadî û statuya gelê kurd, azadiya Rêber Apo qebûl nekir ev çek ew ê hîn zêde bibe û her roj di dereke we de biteqe. Gelê kurd, gelekî polîtîk û zana ye. Li Rojhilata Navîn dijî. Ji Erdogan baştir dizane ku gelekî bindest ne rêxistinkirî be, ne xwedî hêza parastinê be tu wateya siyasetê tune. Bila gelê kurd ji Erdogan re bêje, bila ew guhdar bike û fêm bike. Ev şîreta bila ji xwe re bihêle. Ev têkoşînek e, li ber çavan e. Ev desthilatiya Erdogan û axaftinên Erdogan bêwate ye, roj bi roj bi vê têkoşînê ji xwe bersivek tê dayîn.

REWŞENBÎR LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP’Ê DIVÊ CIVAKÊ RAKE SER PIYAN

Piştî daxuyaniya akademîsyenan ya “em nabin hevparê vî sûcî” vê carê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û aktîvîst daxuyaniya “Li Sûriyeyê ji şer re na” weşandin. Ev daxuyanî jî weke daxuyaniya din bû hedefa Erdogan û heqaret kir. Gelê Tirkiyeyê, rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyê dikarin çi bikin ku rê li pêşiya van kirinên Erdogan bigire?

Esas têkoşîna gelê kurd û hereketa me barê ew kesayetên rûmet, xwedî wijdan weke rewşenbîr xwe li hemberî dîrokê dibînin barê wan sivik kir. Ev hereketa azadiyê û têkoşîna gelê kurd beriya her tiştî li pişta wan e. Ew rewşenbîr lazim e gav paşde navêjin. Berovajî wê her roj ew hovîtî û durûtî û zihniyeta faşîzan a AKP’ê deşîfre bikin. Bi mirovahiyê bidin fêmkirin, xwedî helwest bin, gav paşde navêjin. Di dîrokê de hatiye jiyîn û wisa tê zanîn çiqas gav paşde bavêjin AKP ew ê hîn zêdetir bi ser wan de biçe. Rûmet çi pêwîst dibîne, îradeya azad çi pêwîst dibîne, rola rewşenbîriyê çi pêwîst dibîne, ev kesana rola xwe hîn di asteke radîkal de, bi îstiqrar, bê tirs, ji xwe bawer pêk bînin. Weke rewşenbîr her yek dostê wan, nasên wan li welat û derveyî welat hene, hevdû rêxistin bikin, piştgiriya wan bixwazin, rojev diyar bikin. Kîjan wextê û kîjan rojê weke xerabiyek, durûtiyek, komkujiyek AKP’ê li sûretê wan bixin. Civakê hişyar bikin, perwerde bikin. Roj ew roj e yanî. Rewşenbîr pêwîst e pirtir ew rola xwe bilîzin û dinya vê jî dibîne. Mesela li Almanya û Ewropayê dîsa akademîsyen û rewşenbîr piştgirî dan. Dîsa îro jî li televizyonê me mêze kir, li Yewnanistanê ji sed kesî zêdetir dîsa akademîsyen û rêwşenbîr piştgiriyê dide wan. Esas dixwazin dîsa roleke dîrokî bilîzin. Heqeten roleke dîrokî pêk bînin û hemû rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên rûmet jî li cîhanê dost bin, rêxistin bikin û taybet li hemberî vê faşîzma AKP’ê mirovahiyê rake ser piyan.   

TERORÎSTÊ HERÎ MEZIN ERDOGAN E

Parlamenterên Yekitiya Ewropayê, gelek siyasetmedar û şexsiyetên Ewropayê daxwaz û pêşniyar dikin ku PKK ji lîsteya terorê derkeve. Lê li aliyê din li hemberî komkujiya li Kurdistanê tê meşandin dewletên Ewropayê xwe li bêdengiyê datînin. Mirov dikare çawa vê nakokiyê şîrove bike?

Tabî nakokî û paradoks e. Beriya her tiştî ew têgîna terorîst her kes li gorî xwe hundirê wê dadigire. Yê ku weke hereketa azadiyê, gelê kurd û PKK’ê weke terorîst bibîne bêwijdan, bêrumet, bêînsaf in. Kê ev kiriye, dewleta Tirkiye xwe firot alemê, her tiştê xwe firot seferber kir, pêşkêş kir ku tenê PKK terorîst bê îlankirin. Di vê noqteyê de encam girt, lê rastî ne ev e. Her kes bila rojane mêze bike, heqeten terorîst kî ye? Terorîst gelê ku hebûn û nasnameya wî nayê qebûlkirin û li ser rûmeta xwe li ber xwe dide terorîst e yan jî yê ku ji dîrokê vir de hertim bi şêwazê herî xerab, dijwar, bêexlaq li ser gelê kurd pêkanî û îro jî dîsa zarok, jin tune dike ew terorîst e? Terorîstê herî mezin Erdogan e, yê ku hertim bi xwîn û can piştgiriyê dide DAIŞ’ê Erdogan e, AKP ye. Ev hîç ne mijara nîqaşê ye. Tabî ev durîtiya Ewropa heye. Mesele ewqas komkujî li gorî nîzama wan jî hiqûqa wan jî pêwîst e îro dewleta Tirkiye bikeve rojevê û hesab bixwaze. Lê bêdeng e. Ji bo mafê xwe ku çima koçberî heye, li ser Tirkiye zext nekin ku tenê ew koçberan li welatê wan bide sekinandin tawîz didin dewleta Tirkiyeyê. Ev eşkere ye û durûtî ye. Yanî li demokrasiya xwe, li qanûn û nîzama xwe û hiqûqa xwe xwedî dernakevin yan jî pêk naynin. Tenê ji bo berjewendiyên xwe. Ev tê zanîn û ez ê zêde dirêj nekim.

KDP ENQEREYÊ DIBÎNE, LÊ CIZÎR Û SÛRÊ NABÎNE

KDP çalakiya Enqereyê şermezar kir, lê li hemberî komkujiyên li Kurdistanê pêk tê heta niha tu daxuyanî nedaye,  gelê kurd divê vê helwesta KDP’ê çawa binirxîne?

Balkêş e ne. Li Enqereyê çalakiyek pêk hat. Ev çalakî çi bû? Li hemberî artêşê bû, ew kesên hatin kuştin kî ne, hemû esker in. Normal e, şer e. Di navbera artêşa tirk û gelê kurd de şer heye. Li navenda Enqereyê çalakiyek wisa pêk hatiye, yekî sivîl jiyana xwe winda nekiriye. Pekî gelê kurd bi destê kê tê tunekirin û komkujî li ser wan pêk tê? Bi artêşa dewleta Tirkiyeyê. Baş e, ev çalakî li hemberî kê hatiye kirin? Li hemberî artêşa dewleta Tirkiyeyê. Li gorî qûral û nîzama şer ev tiştekî xwezayî ye. Lê eger Nêçîrvan Barzanî yan jî hinek kes ji Başûr şermezar dikin vê çalakiyê. Bila li dîroka xwe mêze bikin, Sedam li ser gelê kurd çi pêkanî. Eynî tişt îro li Cizîra Botan, li Sûrê li ser gelê kurd pêk tê. Çima Enqereyê şermezar dikin, Cizîrê hema li ber guhê wan e ku dengê tang û topan diçe wê derê, gava din jî me anî ziman bedenên zarok û jinên gelê kurd li ber ava çemê Dîcle tê dîtin, ey Barzanî û nizanim kî çima tu vê şermezar nake. Ma gelê kurd vê nabîne. Tu çawa kurd î. Ma ji Cizîrê dengê tang û topan naçe wê derê. Bi sedan însan, zarok, sivîl, ciwan di wan jêravahiyan de nehatin qetilkirin. Îro dîsa komkujî li Sûrê ne di rojevê de ye. Rojekê te çima ew şermezar nekir. Ma gelê kurd bêguman ew ê bibîne û dibîne jî. Heta li gorî min û ya pêwîst eger çalakiya Enqereyê şermezar dike û li hemberî wan weke çalakiyekê digire dest, gelê me li Başûr li hemberî van daxuyanî û helwesta wan lazim e rabe ser piyan. Bêje ey siyasetmedar tu çima li ser Cizîrê tiştekî nabêjî. Çima li ser Sûrê tiştekî nabêjî. Tu çawa kurd, rêveber û siyasetmedar î. Rastî ev e. Berjewendî çavên kesekî kor neke. Di aliyê aborî, ticarî danûstandinên wan her çi be, bila ji wan re be. Lê mirovahî winda nebe, hele jî kurdîtî. Gelê kurd di bin destan de ye û gelê kurd bi rûmet li ber xwe dide. Tu vê nabînî û ya din bibînî. Ev li ber çavên gelê kurd û mirovahiyê tê jiyîn. Bêguman gelê kurd ew ê wateyekê bide vê. Ez di wê baweriyê de me ku di dilê xwe de li hemberî van daxuyanî û helwestan şikandinek, hêrsek, nerazîbûne ew ê hebe û heye jî. Di pêşerojê de gelê me ew ê hîn baştir vana bibîne û hîn baştir xwedî helwest be.