Ok: Bi êrişên dawî dixwazin Bakur ji Başûr qut bikin

Ok, têkilî êrîşên Tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê axivî û got, ''Ji van pêlên êrîşan armanc Bakur û Başûr ji hev qut bikin, gelê sivîl ji herêmê derxin û Herêmên Parastinê yên Medyayê parçe bikin.''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di Stêrk TV'yê de di ''Bernameya Taybet'' de têkilî geşedanên rojane axivî.

Ok, di bernameyê de bi berfirehî li ser pêlên dawî yên êrîşên Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê axivî, bangên girîng li rêveberiya Başûrê Kurdistanê, Iraq, Îran û hêzên rojavayî kir. 

Têkilî encamên êrîşên dagirker Sabrî Ok bi bîr xist ku êrîş ne cara pêşî ne, ji 1983'an û vir ve didomin, êrîşên dagirker parçeyek ji ''Plana Hêrifandinê'' ya sala 2014'an e. Ok bi bîr xist ku ev plan bi çarçoveya konsepta Srî Lanka ya li ser Tamîlan hatiye hazirkirin û bal kişande ser ku di vê planê de jî qadên gerîla tim têne bombekirin, gelê sivîl tê derxistin û herî dawî jî çeka kimyewî tê bikaranîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî bi vê konseptê ye, ji ber ku ji êrîşên ser Garê ti encam nestandin êrîşeke din dane destpêkirin. Sabrî Ok got, "Erdogan bi gotina ,''em ê mîzgîniyekê bidin we' êrîşa ser Garê ragihand, lê li bara berxwedana gerîla derbeke giran xwariye, êrîş hatiye şikandin." Ok têkilî êrîşên 24'ê Nîsanê yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê hatî destpêkirin wiha axivî:

''Me jixwe texmîn dikir piştî Garê bloka faşîst a AKP-MHP'ê wê bi vê êrîşê nemînin, li ser konsepta xwe rawestin. Ji xwe weke me derket, herî dawî êrîşeke berfireh anîn ser Zap, Metîna û Avaşînê. Armanca wan ji van pêlên êrîşan ew e ku bakur û başûr ji hev qut bikin, gelê sivîl ji van deran derxînin û Qadên Parastinê yên Medyayê parçe bikin.''

Ok, bi berdewamî diyar kir dewleta Tirk bi destûra hêzên navdewletî ev êrîşên dagirker daye destpêkirin, beriya konsepta şer a salên 90'î ku li Kurdistanê hatî sazkarkirin, serdana Serekerkanê Tirk Dogan Gureş a Ingiltereyê bi bîr xist û got, ''Gureş piştî wê hevdîtinê got, 'Li dijî PKK'ê ji bo ku em her tiştî bikin me destûr stand' û piştî wê karsaz, nûçegihan, welatparêz bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Niha jî piştî destûreke wiha êrîş anîn. Li hundir jî hikûmeta Iraqê bêdeng ma û destûr da. Jixwe rêveberia Başûrê Kurdistanê, PDK bi rengekî eşkere di nav vî karî de ye."

Ok diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ û El Nûsra jî bi kar tîne, gotina Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu bi bîr anî, ku gotibû, ''Weke li Sûriyê armanca me ew e ku em li Iraqê mayinde bin''. Ok diyar kir li gel ku dewleta Tirk eşkere dibêje ku ew ê xaka Rojava û Başûr tevî xwe bikin jî Iraq bêdeng e û got, "Rojê 24 saetan xaka Iraqê bombe dikin û dibêjin ew ê li van deran mayinde bin lê rayedarên Iraqî nabêjin Tirkiyê, 'çi karê we li vir heye?"

Ok her wiha got, "Iraq ku ji bo Şengalê tim dibêje 'yekbûna xakê', çima li bara dagirbûna xaka xwe ya ji hêla dewletên din ve bêdeng dimîne?" Ji bo ku êrîşên dewleta Tirk bidawî bibe Ok bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê, Iraq û Îranê kir û got, "Dewleta Tirk ji bêdengiya hêzên herêmê ya li bara van êrîşan hêzê distîne."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî OK piştî êrîşên li ser Zap, Metîna û Avaşînê wiha bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir: "Li Rojhilata Navîn tekane hêza ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide û dikare şer bike PKK ye. Heta bi deverekê mirov dikare fêhm bike bê ka çima li dijî dewleta Tirk şer nakin lê gelê başûr ku dixwaze li dijî van êrîşan protestoyan bike asteng nekin. Hêzên me yên gerîla misogeriya Başûrê Kurdistanê ye jî û em pê dizanin ku gel çi qasî ji gerîla hez dike."