Ocalan vîna gel e, azadiya wî garantiya aşîtiyê ye

Di çarçoveya ‘Roja cîhanî ya Azadî ji bo Ocalan’ de li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê çalakî bi rê ve çûn. Hemûyan bi yekdengî gotin ku Ocalan vîna gel e, azadiya wî jî garantiya aşîtiyê ye li herêmê.

Di çarçoveya ‘Roja cîhanî ya Azadî ji bo Ocalan’ de li seranserê cîhanê çalakiyên cihê hatin lidarxistin. Bêguman Başûrê Kurdistanê jî yek ji wan qadan e ku piştî 15’ê Sibata 1999’an roja destgîrkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan heya niha ji kolanên wê qêrîna Azadî ji bo Ocalan kêm nebûye.

Îro bi minasebeta ‘Roja cîhanî ya Azadî ji bo Ocalan’ li gelek deverên Başûrê Kurdistanê çalakî çêbûn, yek ji wan qadên çalakiyan bajarê Silêmaniyê bû. Li Silêmaniyê meşeke girseyî pêk hat. Welatiyên Silêmaniyê û gelek nûnerên aliyên siyasî tevlî meşê bûn. Di nava meşê de hemûyan bi yekdengî ‘Azadî ji bo Ocalan’ qîr dikirin. Her wiha diyar dikirin ku heya Ocalan azad nebe, li herêmê aşîtî çênabe’.

Meş li kolana Seholeke dest pê kir û heya ber Baxê Giştî dom kir. Meş bi berzkirina drûşmeyên azadî ji bo Ocalan bi dawî bû.