Ocalan: Em qîma xwe bi bersivê naynîn, em dikarin bi ser bikevin!

Rêberê Gelê Kurd Ocalan diyar dike ku ew bi hêviyekê bersivê nadin qedandina di sala 1970’an de û qîma xwe bi bersivandina hewldana îmhakirina sala 1980’an naynîn û dibêje ku “Êdî em dikarin rabin ser pêyan, şer bikin û em dikarin bi ser bikevin.”

Rêberê Gelê Kurd ji xeynî bawerî, hêvî û hêza pratîk diyar dike ku derfera rizgariyê jî hatiye pêşandan û dibêje “Heta ku hevkariya bi dijmin re neyê fêmkirin û şer û awayê serdestiyê yê li gorî vî tiştî neyê nirxandin, tevgera berxwedanê û pêşveçûna di warê welatparêzî û serxwebûnê nikare bi pêş bikeve, ew ê nikaribe xwe ji dek û dolab û planan rizgar bike.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Gulana 1994’an de li ser hevkariya bi dijmin re û pergala serdest hin analîz kiribû. Ji ber ku ev analîz îro jî aktuel in, em li vir par ve dikin. Ocalan tevî mîrateya dîrokî ya pergala şerê taybet ê Tirk, balê dikişîne ser tarzê xebata rojane û bandora wê ya li ser civaka Kurdan û qala van tiştan dike:

HETA KU HEVKARIYA BI DIJMIN NEYÊ NIRXANDIN, TEVGERA BERXWEDANÊ NIKARE BI PÊŞ VE BIÇE

Polîtîkaya şerê taybet ê Tirk yê li ser Kurdistanê îro xitimiye. Hevkariya wekî ya Îdrîsî Bedlîsî yê ku Împaratoriya Osmanî ji di dema Yavûz Selîm de ji bo ku berê xwe bide rojhilat û başûr, divê baş were fêmkirin. Divê baş were zanîn ku, heta ku ev hevkarî neyê nirxandin, şer û awayê serdestiyê yê li gorî vî tiştî neyê nirxandin, tevgera berxwedanê û pêşveçûna di warê welatparêzî û serxwebûnê nikare bi pêş bikeve, ew ê nikaribe xwe ji dek û dolab û planan rizgar bike, şert çiqasî guncav bin jî ew ê nikaribe vî tiştî binirxîne û ew ê nikaribe pêngaveke pêşveçûnê derxîne holê. Ji ber tiştên hatine jiyîn, yên ku pêşveçûneke neteweyî bîne hişê xwe û xwedî fikra dema dirêj a vî tiştî be jî, helwestên wekî eşîrparêzî, feodal û kesayetî derbas bike jî, dikare berê xwe bide avadaniyeke siyasî û desthilatdariyê. Yên li ser ji ber ku dikevin bin fermana hêza dagirker û xwe teslîm dikin, tevgera serxwebûnê û pêvajoyên rizgariya neteweyî nikare bi pêş ve biçe.

KOKÊN ÎXANETÊ GELEKÎ DI KÛR DE YE

Ocalan diyar dike ku Yavûz Selîm gotiye ‘Bila wekî began an jî siltanan karibe bandorekê derxînin holê’ û begên Kurdan jî gotine ‘Em ji vî tiştî re tune ne, ji me re tenê tu lazim î, tenê tu dikarî li ser me bibî desthilatdar’. Ocalan dibêje ku “Ev jî diyar dike ku kokên îxanetê çiqasî di kûr de ye. Ji wê rojê heta niha pêvajo neguherî. Nêziktêdayînên ku di hemû demên krîtîk ên dîrokê de xwe dispêre belavkirin û veqetandinê û yekîtî û serxwebûna gel ji xwe re nake esas û ji dêvila vî tiştî ji bo berjewendiyên xwe dikare nirxên herî pîroz parçe bike û tekane pîroziya wan berjewendiyên malbat û eşîrê ne, jiyan û têkilî birine ber mirinê. Ji bo ku kesek karibe bijî, neteweyek hatiye xeniqandin. Vê rewşa neyînî ya ku hatiye serê berxwedanên sedsala 19’an, helwest naletbar û xayîn bi xwe ye.

DIJMIN JÎ TÊRA XWE BI KAR ANÎ

Serhildanên di demên borî de, tu carî pêşveçûna li ser yekîtiya neteweyî, yekîtî û serxwebûnê bi pêş ve neçû. Berjewendî ji vî tiştî re bûn asteng, dema ku dijmin jî ev tişt dît, ev tişt parçe kir û piştre heta ku ji wan hat, desthilatdariya xwe xurt kir. Dema ku Komara Tirkiyeyê hate avakirin jî, herî zêde sûd ji van tiştan stend. Gelê me xisar ji vî tiştî dît û derket derveyî dîrokê. Ev rewşeke wisa neyînî û naletbar e ku, ji ber pirsgirêkên wan deman em îro jî nikarin serê xwe rakin.”

ROLA AJANÊ HERÎ XETERE

Ocalan diyar dike ku PDK bi dijminên Kurdan re li gorî planên qirkirina serhildanan tevdigere û dema ku mirov li dîroka îxanetê ya 40 salan binihêre, wê bibîne ku PDK careke din derdikeve holê. Di van salan de dema ku hemû qebîleyên li cîhanê ber bi hêzeke neteweyî û dewletê ve diçin, lê ev tên parçekirin û ji hêzê tên xistin û dibêje ku “Gelê herî kevnar ê dîrokê û berxwedêr, li erdnîgariya ku herî guncav e, kir dijberê pêşveçûna neteweyî. Ji bo şerekî li ser esasê serxwebûnê, sîxurên herî xetere rola xwe lîstin. Ev 40 sal tekabulî demên piştî şerê cîhanê yê duyemîn dike. Di van pêvajoyan de ji bo hemû gelan wekî serxwebûn û yekîtiyê bi pêş ket lê li ba me parçebûn, derketina ji netewebûnê, xeniqandina hêviyê. Heke PKK bersivek neda vî tiştî, piştî salên 1970 ku jixwe di 1975’an de teslîmîyeteke vana heye, wê dîrok ji bo me biqediya. Kî dibêje bila bibêje ez li vê rewşê dinihêrim û gotina wan a ku dibêje ‘Na, dîrok tu carî naqede, a rast em hemû li ser lingan bûn, me li ber xwe dida’ demagojîye. Ez bawer im, min diyar kiriye ku ev derew e.

PKK WEKÎ HÊVIYEKE DAWÎN HAT

Ocalan diyar dike ku bi hêviyeke dawîn û hewldaneke dawîn PKK hatiye rojevê û dibêje ku ji netewe û çînê derketibûn, ji mirovbûnê derketibûn, di nav aloziyekê û wekî di nav dînan de min bala xwe de da ser dersên netewe, civakîbûn, çîn û mirovayetiyê. Ocalan dibêje ku “Pratîka min ne ewqasî zexmn bû û kesên ku digotin em ê bi ser bikevin jî zêde tunebûn. Lê dîsa jî bi hêviyeke mezin me got divê em gavekê bi pêş ve biçin, va ye firsendek ava bûye divê em karibin bi kar bînin. Xebatên derveyî welat û pêngava li Rojhilata Navîn, serdemeke nû derxist holê. Di girêka xirboqî ya Kurdan de, pêşveçûna asta analîzkirin û pêkanîna pratîkê, di warê rêxistin, siyasî û leşkerî de gelekî dijwar be jî, li beramberî her tiştî pêşketinek bû. Têkoşîn û plansaziya me, dibe xwediyê pêşveçûneke girîng.”

BAWERÎ, HÊVÎ Û PRATÎKA ÊDÎ EM DIKARIN BI SER BIKEVIN

Ocalan diyar dike ku bi tenê wekî bi hêviyekê bersivê nadin qedandina di sala 1970’an de û li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê tenê bersivekê nadin û dibêje ku, “Ber bi salên 1990’î êdî me dikaribû bigota, em dikarin bi ser bikevin, em dikarin rabin serhildanê, em dikarin bibin artêş û şer bikin. Em bawerî, hêvî û hêza pratîk û qîmpêanîna vî tiştî didin aliyekî û em dikarin bibêjin ku ev serketin hatin bidestxistin. Di nîveka salên 1990’î de, di rastiya Kurdistanê de rewş cihê dibin û derfeta rizgariyê jî derdikeve holê.”

BANDORA HÊZÊN DERVE Û HELWESTA RAST

Ocalan diyar dike divê bandora hêzên derve yên erênî û neyînî baş werin hesibandin û balê dikişîne ser vî tiştî ku yek ji sedema biserneketina polîtîkaya pratîk de, tunebûna vê nirxandinê ye. Ocalan dibêje ku “Tişta ku em jê re dibêjin Rêbertî, ango kes û tevger, dikeve bin bandora hêzên derve û vî tiştî wekî qederê dinirxîne, yan jî wekî ku tiştekî tesaduf be li vî tiştî dinihêre û bi serhildanekê nikare vî tiştî binirxîne. Ev jî di dawiya dawîn de berê xwe dide hevkariya bi dijmin re. Ev tişt li ba me gelekî zêde ye.

Me destûr neda hevkariya bi dijmin re ya ku pişta xwe dispêre hêzên derve û dikeve bin bandora wan. Me derfeta serhildanê ya ku derket holê bêpergal bi kar neanî. Me zêde bawerî bi hêzên derve neanî, xwe spart hêza xwe ya xweser û tarzê nêziktedayîneke ku bersivê dide demê ji xwe re kir esas. Me kesayetiya rêxistinê, kesayetiya milîtanwarî û rêbertiya taktîkî anî rojevê û li hemberî van tiştan me têkoşîneke mezin da. Li hemberî jirêderketinan, me berê xwe da tarza ku ew ê rizgariyê bîne û di encamê de derket holêku ev tişt dikare derkeve holê.”

DIJMINÊ SEREKE YÊ KURDISTANÊ KOMARA TIRK E

Ocalan diyar dike ku di nîveka salên 1990’î de di şertên Kurdistanê de ew ber bi hêza herî bi îddîa ve diçin û dewleta Tirk hay ji vê rastiyê çêdibe. Ocalan diyar dike ku dewleta Tirk bi vê panîkê polîtîkayên xwe yên navxweyî û derve ji ber çavan derbas dike. Ocalan balê dikişîne ser vî tiştî ku êdî rastiya gelan û Kurdistanê nayê veşartin û dibêje ku “Dikarin xwe bispêrin ser têkiliyên bi pergal û dostaniya dîrokî ya bi Îranê. Rewşa li Iraqê jî dikare veguhere Pakta Bexdayê. Dixwazin vê dîplomasiya ku bi paş ve maye û bi hikumeta koalîsyonê ya ku Demîrel pêşengiya wê dike û bi Artêşa Giştî re bikin.”

ŞERTÊN KU DÎKTAYA KEMALÎST DERDIXÎNE HOLÊ

Ocalan diyar dike ku pêşveçûn derveyî yên di salên 1990’î de, bi kêrî Kemalîstan nehatiye û dibêje ku “Di wê demê de bi nijadperestiyeke şoven îddîaya wan ev bû ku bûrjûwaziya Tirkan geş bikin, şertên navxweyî û derve jî guncav bû. Hin hêzên ku li hemberî vî tiştî hebin jî, ew eciqandin. Mistefa Kemal taktîsyenekî baş bû. Komunîst qetil kir, kesên herî nêzî wî yên ku dikaribûn pêşveçûneke demokratîk bixwazin jî, ew ji holê rakirin û dîktatorî ava kir. Em hevsengên derveyîn ên wê demê dizanin. Herçiqas wekî neteweyetiyê xuya bike jî girêdayîna wî bi Împaratoriya Osmaniyan hebû. Di navbera Îngîlîz, Fransiz û Îtalyanan de piştî serfiraziyê hin nakokî çêbûbû. Yewnanan bi ser Anadolûyê seferek dan lidarxistin. Bolşevîzm derket holê. Bi Bolşevîzmê re, bermahiyên artêşa Osmaniyan derket holê. Bi peymaneke wekî ya Sewrê Kurdistan û Ermenistan dikete dewrê. Li başûr Îtaltan û Fransiz ketibûn pey para xwe. Îngîlizan doza tiştên cihê dikirin.

Wekî ku tê dîtin, aloziyeke mezin hebû. Hevsenga derveyîn li Anadolûyê ber bi qedandina xwe ve diçûn. Bolşevîzmê Çarîtiya Rûsyayê ji dewrê derxist. Kazim Karabekîr Ermenî eciqand û ew ji warên wan derxist. Hevkariya bi dijmin re ya Kurdan wekî hêzeke nû derkete holê û li Behra Reş êrîşên li ser gelên Rûm Pontûs bi xwe ber derkete holê. Li Başûr Fransiz, Îtalyan û Îngîlîz di nav xwe de li hev nedikirin û nîjadperestiya Tirkan ev nakokî bi kar anîn û di rastiya Anadolûyê de helwestên serxwebûna neteweyî piştgirî werdigirt. Heke Kemalîzm piçekî bi bandor be, ji ber vî karakterê xwe ye. Li hemberî êrîş û dagirkerên wisa, divê hêvîyek hebûya. Divê di warê Kurdan de jî wisa bihata nirxandin. Di warê Kemalîstan de wekî tevgereke serxwebûnê derkete holê û lê piştre jixwe çîrok cihê dibe. Kemalîzm wê serdema di navbera şerên cîhanê de baş bi kar bianiya. Nijadperestiya Tirkan a ku di demên herî dijwar de wê bikeve nav tevgerê, wê çandên din înkar bike, wê Bolşevîzmê tasfiye bike, rastiya Kurdan tasfiye bike û wê rejîmeke ji ya Hîtler û Mûssolînî xeteretir ava bike. Ji ber ku hevsenga derveyîn wekî bloka sosyalîst û bloka emperyalîst tê avakirin wê Kemalîst vê firsendê baş bi kar bînin û ew ê sûd ji vê blokbûnê wergirtina.

PIŞTÎ BOLŞEVÎKAN NATO

Di destpêkê de serdema Bolşevîk, Lenîn û Stalîn hate bikaranîn. Piştî ku bûrjûwazî kokên xwe bera erdê da, berê xwe dan NATO’yê ango pergala rojava û polîtîkaya xwe ya şoven û nîjadperest bi pêşveçûneke kapîtalîst domand. Bi asîmîlasyonê re, rastiya Kurdan êdî nedihat naskirin.

Em vî tiştî dibêjin, dijmin hevsenga derveyî û qedandina rastiya Kurdan gav bi gav bi awayekî serkeftî dinirxîne. Hevsenga 70 salan a di navbera pergala sosyalîst û pergala kapîtalîst û emperyalîst, ji bo Komara Tirkiyeyê hevsengeke îdeal e. Ev hevseng, 70 sal in ji bo ku karibe polîtîkaya xwe têxe meriyetê, têr dike. Kemalîstan ev hevseng wisa nirxandin.

ŞOREŞA COTMEHÊ LI DIJÎ KURDAN BÛ

Hemû gelan sûd ji Bolşevîzmê wergirtin û di warê rizgariya neteweyî de gavên mezin avêtin, lê ji bo me bi kêr nehat. Kemalîzmê encamên li dijî rizgariya neteweyî ya Kurdan ava kir. Ev rewşeke li dij e. Ji ber bandora van tiştan em hatin ber xeniqandinê. Çîroka vî tiştî em di nirxandinên xwe yên îdeolojîk û siyasî de diyar dikin.”

PKK DI NAV BÊDERFETIYAN DE BI PÊŞ KETIYE

Ocalan diyar dike ku kesên nikarin sûdê ji dezavantaja dijmin werbigirin û di pratîkê de jî nikarin derfet, firsend û tesadufan binirxîne û dibêje ku “ Divê were zanîn ku em di nav bêderfetiyan de û di nav derfetên herî kêm de derketine holê. Heta ku hûn baş fêm nekin em li dijî bêderfetiyan jî şer dikin, hûn ê nikaribin xwe û hemû derfetên rêxistinê bi kar bînin û tê wateya vî tiştî ku we ji taktîka PKK’ê tiştek fê nekiriye. Tê wateya ku wê ji rastî, avadaniya îdeolojîk û siyasî ya PKK’ê tiştek fêm nekiriye. Di vê rewşê de hûn ê nikaribin taktîkên afirîner jî ava bikin. Min ji we re bi her aliyan qala vî tiştî kir. Hûn çi bikin jî, divê hûn wisa ji PKK’ê fêm bikin. Hê jî mirov nikare bibêje ku we ev tarz li giyan û bîra xwe nedaye fêmkirin. Heke giyan û bîreke we hebe yan jî afirandina we ya vî tiştî mumkun be, bi vî awayî hûn dikarin bi ser bikevin”

Wê bidome…