Nûnerê DYA'yî McGurk serdana YNK û Berhem Salih kir

Nûnerê DYA yê Koalîsyona Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Bret McGurk bi nûnerên YNK û Koalîsyona Demokrasî û Edaletê re rûnişt.

Nûnerê DYA yê Koalîsyona Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Bret McGurk ku serdana Silêmanî kir, bi Berpiryarê Îstîxbaratê û Hêzên Taybet ên YNK'ê Lahor Cengî û Berpirsyarê Dibistana Siyasî ya YNK'ê Bafil Talabanî re rûnişt.

Civîn li navenda YNK'ê ya li Girê Dabeşanê hate kirin.

MCGURK: BOYKOT RAST NÎNE

McGurk işaret bi daxuyaniya hin partiyan kir ku piştî hilbijartina parlamentê qala boykotê dikin û got, biryareke wiha wê ne rast be. McGurk diyar kir ku ew li ser girîngiya tevlîbûn partiyên Herêma Kurdistanê li parlamenta Iraqê axivîne.

McGurk bi Serokê Koalîsyona Demokrasî û Edaletê Berhem Salih re jî rûnişt.

WÊ BI NÛNERÊN PARTIYÊN KU DIBÊJIN 'FEN HATIYE KIRIN' RE RÛNÊ

Çav li rê ye, Nûnerê DYA yê Koalîsyona Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Bret McGurk bi nûnerên 6 partiyên ku dibêjin 'Di hilbijartinê de fen hatiye kirin' rûnê.

Tevgera Goran, Koalîsyona Demokrasî û Edaletê, Yekgirtû, Komela Îslam, Partiya Komunîst û Partiya Tevgera Îslamî dabûn xuyakirin ku di hilbijartinê de fen hatiye kirin û ji ber vê yekê wê tevlî parlamenta Iraqê nebin.