Nûçegihanê MA’yê Karataş hate girtin

Nûçegihanê MA’yê Dindar Karataş, bi hênceta nûçeyên çêkirî hate girtin.

Polîsan li Wanê 24'ê Mijdarê avêtibû ser mala nûçegihanê Ajansa Mezobotamya (MA) Dîndar Karataş û Karataş destgîr kirin. Piştî re ji bo îfadeyê ew biribûn Erziromê. Îro piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin.

Di lêpirsîna li dozgeriyê derbarê hevdîtinên telefonê û hin nûçeyên çêkirine de pirs ji Karataş hatine kirin. Piştî lêpirsîna li dozgeriyê, dozger ew bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Karataş bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hate girtin.