Nûçegihan Karataş ji ber nûçeyên xwe tê darizandin

Nûçegihanê MA'yê Dîndar Karataş li emniyetê dema ku îfadeya wî hate standin ji ber nûçeyên ku çêkirî hata sûcdakirin.

Karataş 24'ê Mijdarê li Wanê hatibû destgîrkirin. Karataş biribûn Erzerûmê û îfadeya wî ya li Emniyetê temam bû. Li gorî agahiyan Karataş têkilî şerê li Agirî Tûtak, Erzerûm Qereyazî û Şaxê yên di demên cuda de ku bi telefonê li ser kanên nûçeyan diaxivî pirs ji Karataş hatine kirin. Her wiha têkilî yekîtiya netewî ya Kurd nûçeyênk u bi siyasetmedarên Kurd re kirî jî bû mijara sûc.

Parêzerê Karataş got li ser dosyayê biryara veşartinê hatiye danîn û ew li hêviyê ne ku miwekîlê wî bibin dozgeriyê.