NPG: Sala 40. wê bibe sala serketina mezin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), sala 40'î ya PKK'ê pîroz kir û got, "Wê pêşî li hemû pêngavên mêtingerên faşîst were girtin û têoşîna azadiyê wê bi ser bikeve."

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel de hat destnîşankirin ku sala 40'î ya PKK'ê wê bibe sala serketinê û gerîlayên Kurdistanê wê di vî warî de gavên pêwîst biavêjin.

Fermandariya NPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina PKK'ê li hemû endamên PKK'ê û gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Partiya me PKK, beriya niha bi 39 salan li dijî pêkanînên qirkirinê yên mêtingeriya li Kurdistanê weke tevgereke vejînê û hebûna neteweyî ava bû û bi berxwedaneke bi hebyet û dîrokî xwe gihand serdema heyî. Bi navê hemû hêzên parastina Kurdistanê em salvegera 39. a damezrandinê partiya xwe PKK'ê û sala 40. a têkoşînê di serî de li afirîner û damezrînerê partiya xwe Rêber Apo, li hemû hevrê, sempatîzan, gelê xwe yê welatparêz, dayikên hêja yên şehîdan û mirovahiyê pîroz dikin."

DÎROKA TÊKOŞÎNA 39 SALAN DÎROKA DESTANÊN LEHENGIYÊ YE

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Dîroka têkoşîna 39 salan a partiya me PKK'ê, dîrokeke destanên lehengiyê ye. Ev destanên berxwedanê yên bi heybet, bi xwîna şehîdên me yên ezîz xemilî ye. Ji ber vê yekê, partiya me veguheriye partiyeke şehîdan. Di vê dîroka têkoşînê ya pîroz de, yên xwedî keda herî mezin in Rêber Apo û şehîdên me yên leheng in. Ji şehîdê me yê destpêkê yê rê li ber avabûna partiya me vekir hevrê Hakî Karer heta şehîda me ya dawî fermandara me ya mezin hevrêya hêja Delal Amed, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê li ser şopa wan bimeşin, doza wan a pîroz bi ser bixînin û bîranîna wan her tim bidin jiyîn. Çawa ku xwîna ti hevrêyeke/î me li erdê nema, xwîna hemû şehîdên me yên li Bestayê bi fermandariya hevrê Delal destan nivîsandin wê li erdê nemîne. Hevrê û şopdarên wan, wê vê xeleka şehadetê bikin zemînek ji pêngaveke mezin re.

AVABÛNA PKK'Ê DESTWERDANEKE BI BANDOR E

Partiya me PKK, di demekê de ku li Kurdistanê hewl dihate dayin ku her tiştên bi navê jiyanê bên talankirin û her tiştên bi navê azadiya Kurdan ji holê bên rakirin, weke hêviyeke azadiyê derket holê û bi têkoşîna xwe bû navê îradebûn û hebûna gelê Kurdistanê. Bi rêya têkoşîna xwe ya mezin a 39 salan, kedeke mezin da ku gelê me ji nû ve bibe xwedî nasname, çand û xwebûnê. Ji ber vê yekê, avabûna PKK'ê li dijî dîroka zilm û zordariyê ya serdestan, bûye destwerdaneke bi bandor a bi navê gelê Kurdistanê û hemû bindestan.

PKK NAVÊ JIYANA ÎNSANÎ YE

Rêber Apo, bi kedeke bê dawî PKK kir partiya pêşeng û li ser vê bingehê bi têkoşîna xwe ya bê navber, ji bo gelê Kurd ê li ber mirinê bû rêya jiyan, hebûn û azadiyê vekir. Gelê me ku di çarçoveya vê têkoşînê de hebûna xwe bi dest ve anî, bû xwedî daxwaza, bawerî û cesareta têkoşînê. Gelê Kurdistanê, ku dixwestin xwebûna wê ji dest bê girtin û li jiyaneke herî giran a koledariyê hatibû mehkûmkirin, bi vî rengî şoreşa xwe ya fikrî û civakî pêk anî û li ser bingeha azadiya jinê civak ji nû ve ava kir. Gelê me ronakbîriyeke bi vî rengî ya şoreşgerî jiya, bû xwedî moral, exlaq û îradeya şer. Vê yekê kir ku gelê Kurdistanê îro pêşengiyê ji Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk re bike. Gelê Kurdistanê, li dijî hêzên herî paşverû li dijî DAIŞ, AKP-MHP ên faşîst têdikoşe û bi vî şerê xwe yê berxwedanê re dibe mînak ji hemû gelan re. Di demên ku koledarî li ser gelên Rojhilata Navîn hate ferzkirin de, Rêber Apo weke pergala ramanî, israra jiyana însanî û rastiya têkoşînê, ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê bû hêvî.

RUHÊ NETEWEYÎ HATIYE AFIRANDIN

PKK di sala 40'î de têkoşîna xwe ya mafdar belav kiriye, bûye xwedî hêz û di dîzaynkirina herêmê de bi roleke bi bandor radibe. Ji bo Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê cihê şeref û rûmeteke mezin e ku bi pêşengiya PKK'ê şervaniyê ji têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê re dikin. Di têkoşîna me de ku em ketine sala 40'î, pêşî li qirkirina li ser gelê me hatiye girtin û li çar parçeyên Kurdistanê ruhekî neteweyî hatiye afirandin. Divê hîn bêhtir xwedî li vî ruhê îro li Kurdistanê derketiye holê bê derketin, tifaqa neteweyî were avakirin û têkoşîna gelê me bi yek dilî were geşkirin. Ev ê bibe bicihanîna soza ku me daye şehîdên xwe yên leheng.

JI BO SERKETINÊ YA PÊWÎST ÇI BE WÊ WERE KIRIN

Weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di sala 40'î de em ji her demê bêhtir bi biryar in ku têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bi ser bixînin. Weke milîtanên vê têkoşîna xwedî tecrûbe û danheviyeke bêhempa, li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo û li ser şopa şehîdên me yên leheng, wê ji bo biserxistina têkoşînê; kûrbûn, hesasiyet, huner û afirîneriya pêwîstî pê heye, bê nîşandan. Di vê mijarê de em ê bi ruhekî fedayî yê ji her demê xurtir, bi fedakariyeke bilindtir û bi biryardariyeke mezintir bi erk û wezîfeyên xwe rabin.

SALA 40. WÊ BIBE SALA AZADIYÊ YA MEZIN

Li ser vê bingehê, hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ku bi biryar û xwedî wê hêzê ne kus ala 40. bikin sala meşa azadiyê ya mezin, weke armanca yekane wê bersivê bidin bendewariyên Rêber Apo, şehîdên me yên leheng û gelê me. Bi dirûşma 'Jiyaneke bê Rêbertî em ti carî qebûl nakin', gerîlayên Kurdistanê li ser bingeha profesyonelbûna afirîneriyê, bi biryar in ku sala 40. bikin sala serketinê. Bi vê sekna hêzên me yên gerîla, bi tevlîbûna xurt a jin û ciwanan û tevahiya gelê me yê welatparêz li pêvajoyê re wê pêşî li hemû pêngavên mêtingeran bê girtin û têkoşîna me ya azadiyê were biserxistin. Em ê bi vê bîr û baweriyê bi ser pêvajoyê de biçin. Em bi biryar in ku bi ruhekî mezin meşa serketinê pêk bînin, sala 40. bi vî rengî silav bikin û careke din salvegera partiya xwe li Serok Apo û hemû hevrêyan pîroz dikin."