NPG: Gerîla wê vê demê bike serdema serketinê

NPG'ê diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di telefonê de da, ji bo wan tê wateya xurtkirina têkoşîn û berxwedanê û destnîşan kir ku wê vê demê bikin dema serketina dîrokî.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji hêzên gerîla re şand.

Peyam bi vî rengî ye:

"Roja 28’ê Adara 1986’an roja şehadeta fermandarê mezin hevrêyê hêja Egîd (Mahsun Korkmaz) e. Di 35’emîn salvegera şehadeta hevrê Egîd de em hevalê Egîd û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza me daye wan dubare dikin. Heman demê îro 30’ê Adarê ye. 30'ê Adara 1972'an roja şehadeta pêşengê şoreşa Tirkiyeyê Mahîr Çayan û 9 hevalên wî ye. Li Kizildereyê ji aliyê dijmin ve bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Em di şexsê şoreşgerê hêja Mahîr Çayan de tevahî şehîdên şoreşa Tirkiyeyê bi bîr tînin. Heman demê salvegera şehadeta hevala Yildiz e. Ango di 30'ê Adara 2006'an de li Cudî fermandara hêja heval Yildiz û 5 hevalên pê re şehîd ketin. Em di 15'emîn salvegera şehadeta van qehremanan de şehîdên hêja bi bîr tînin. 1'ê Nîsana 2008 jî roja şehadeta heval Nuda Karker, Ferhat Dersîm, Xelîl Dax û komek hevalên bi wan re ye. Van hevalana her yek ji wan xwedî taybetmendiyên pir hêja bûn. Di şexsê wan de em soz û peymana xwe dubare dikin. 

Em 4’ê Nîsanê li Rêber Apo û li tevahî hevalan pîroz dikin. Bi hêviya bi Rêbertiya azad re li Kurdistana azad bijîn em soz û peymana bilindkirina têkoşîna şoreşê dubare dikin. Rojbûna Rêber Apo ne rojbûna kesekî ye. 4’ê Nîsanê bi xwe re rojbûna duyem û rojbûna sêyem ava kir. Ango 4’ê Nîsanê rojbûna azadiyê ye. Ev weke rojbûna yekem e. Rojbûna duyem; ji bo azadiyê partî ava bû û têkoşîn bi rêkeft. Rojbûna sêyem jî; fikir û ramana paradîgmaya nû bi Rêber Apo re ava bû, pêşket û wisa têkoşîna azadî û demokrasiyê gihişt qonaxeke nû. Bi vî awayî rojbûna yekem bû rojbûna me hemûyan. Bû rojbûna têkoşîna azadiya Kurdistanê û ya gelan. Ji bo vê em cardin rojbûna hemû hevalan û ya hemû gelê me pîroz dikin. 

'ŞERÊ ESASÎ YÊ LI DIJÎ GEL Û TEVGERA ME, LI ÎMRALIYÊ TÊ MEŞANDIN'

Îro şerê di navbera me û siyaseta mêtînger û qirker de li hemû waran bi berfirehî berdewam dike. Lê şerê herî esasî li Îmraliyê tê meşandin. Rast e, belkû li wir şerekî bi çek nîn e, feqet li hemberî Serokatî û hevalên li gel Serokatî berdaîm şerekî psîkolojîk heye. Tê zanîn şerê psîkolojîk şerê herî mezin e. Di bin tecrîda giran de dijmin li wir li hember Serokatiya me şer dimeşîne. Ji bo ku Serokatî gav paşde biavêje, ji bo Serokatî gotinên wan erê bike li dijî Serokatî, gelê me û tevgera me şerekî wisa dimeşînin. Navenda vî şerî bêguman Îmralî ye. Me dît beriya Newrozê hefteyekê ango di 14’ê Adarê de di medyaya civakî de derheqê jiyana Serokatî de hinek agahî belavkirin da ku şerê psîkolojîk ji Îmraliyê li ser tevahî welat belav bikin. Gelê me ji zafera Garê, ji têkoşîna jina azad 8’ê Adarê moral girtibû, ji bo gelê me bêmoral têkeve qonaxa Newrozê wisa agahî derheqê jiyan û tenduristiya Serokatî de belav kirin. Ev beşek ji şerê psîkolojîk e ku li hemberî tevgera me û gelê me tê meşandin. 

Li hemberî vê, nerazîbûna gelê me zêde bû. Li hundirê welat û derveyî welat raya giştî hat çêkirin. Dewleta Tirk di bin vê zexta raya giştî de tengav bû. Ji bo ev tengavbûna xwe bibihurînin cardin xwestin bi telefonê Serokatî û hevalên li wir bi malbatên xwe re biaxivin. Ango wisa pêşî li çalakvaniya gel bigrin û xwe ji bin zexta raya giştî derbixînin. Serokatî û hevalê Hamilî Yildirim bi malbatên xwe re hatin ser telefonê, lê tenê derdora 4-5 deqîqeyan axivîn. Serokatî got: 'Ev ne rast e. Em vê rêbazê qebûl nakin'. Serokatî ji birayê xwe Mehmet Ocalan re dibêje: 'Te jî şaşitî kiriye, diviyabû te jî qebûl nekira, dewlet şaş dike. Ev rêbaz rêbazeke xeter e. Divê hiqûq bê meşandin. Hevdîtin wisa nabe û divê parêzer werin hevdîtinê'. Serokatî wisa helwest raber kir. Hevalê Hamilî jî wisa nêz dibe. Herdu hevalên din ên li Îmraliyê nayên ser telefonê û wekî protesto bikin helwest pêş dixin. Xuyaye Serokatî wisa xwest helwestekê raber bike. Ev ji bo me peyameke pir girîng e. 

'HELWESTA SEROKATÎ YA DI TELEFONÊ DE PEYAMEKE JI BO ME HEMÛYAN PEYAMA BERXWEDANÊ YE'

Niha Serokatî li hemberî vî dijminê bi her şêwazî li hemberî Serokatî, tevgera me û gelê me şer dike li ber xwe dide. Ev helwesta xwe ya ku di telefonê de raber kirî, helwesta berxwedaniyê ya cidî ye. Ev ne tiştekî jirêzê ye. Heman demî ev ji bo me hemûyan peyam e. Em hemû divê li ber xwe bidin. Serokatiya me li ber xwe dide, rêveberiya me li ber xwe dide, hevalên me û gelê me li ber xwe didin. Em dikin bi vê berxwedanê biçin encamê; cuda rêyeke din nîn e! Serokatî dibêje; ‘ev rêbaz bi xeter e.’ Di wir de xuya dibe ku li ser Serokatî xeterî heye. Bi esasî ger em di ev dema dîrokî de li erkên xwe wekî tê xwestin xwedî dernekevin, xuya dibe ku wê xeterî li ser Serokatî zêde bibe. Ji bo vê divê em li erkên xwe xwedî derbikevin. Sekna gerîla di vir de girîng e. 

Ger ne ji serketina Garê bûya belkû gelê me ewqas bertek raber nekira û wê dijmin jî derfet neda ku axaftineke wisa bi telefonê jî çêbibe. Wisa wê me bi temamî ji Serokatî bêxeber bihiştana. Nexwe zextek li ser dijmin çêdibe û helwesta gel zextekê ava dike. Sekna gerîla moral dide gel û wisa gel dibe xwedan helwest, çalakî pêş dikeve, dijmin jî li hemberî vê gav paş de davêjê. An jî ji bo ku pêşiya çalakiya gel a berfireh bigre wisa dek û dolaban pêş dixe. Ev taktîkeke şerê taybet ê dijmin e. Ji bo ku çalakvaniya gelê me vala derbixîne û bibêje vaye, ‘tenduristiya xwe baş e, vaye bi telefonê jî axivî, ma hûn hîn çi dixwazin.’ Dixwaze rasterast wisa bibêje. Feqet li aliyê din hiqûqa xwe pêk nayne. Normal hevdîtinan çênake. Tecrîd û şerê psîkolojîk dixwaze bi vî şêwazî dom bike. Bêguman ev jî xeterek e. 

'TIŞTA PÊWÎST NE RAKIRINA TECRIDÊ YE, YA PÊWÎST AZADIYA SEROKATÎ YE'

Xeter niha li ser Serokatî berdewam e. Xeter li ser hemû nirxên şoreşa me û gelê me berdewam e. Ev jî bi rastî nêzbûn û helwesta tevgera me ve pir girêdayî ye. Bi sekna tevgera me ya her eniyê bi taybet jî ya gerîla ve pir zêde girêdayî ye. Em dixwazin wekî gerîlayên azadiya Kurdistan di vê dema dîrokî de ji erkên li ser milê me dikevin re bibin bersiv û wisa em xetera li ser Serokatî û nirxên şoreşê hindik bikin, pêşî bigrin û wisa em rêya azadiyê ava bikin. Tişta pêwîst ne tenê rakirina tecrîdê ye, tişta pêwîst êdî azadiya Serokatî ye. Dem hatiye ku êdî Serok Apo azad bibe. Vêya ne tenê em dibêjin vaye êdî derdorên cîhanê, rewşênbîrên gelek deverên cîhanê, gelek sazî û sendîkayên welatan jî dibêjin ku; êdî dem hatiye Serok Apo azad bibe. Raya giştî ya cîhanê hîs dike ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û ji bo mirovatiyê dikare rol bileyîze, nabe êdî di zindanê de be. Nabe êdî di bin sîstema îşkenceya îmraliyê de be. Êdî wekî îradeya gelan kesên rewşênbîr, hunermend, sendîkavan êdî di vê çarçoveyê de dengê xwe bilind dikin. 

'DEMA AZADIYA SEROKATÎ HATIYE, EM TENÊ ERKÊN XWE PÊK BÎNIN'

Em dizanin ku ger em jî li Kurdistanê di vê serdemê de wekî tê xwestin li erkên xwe xwedî derbikevin, têkoşîna şoreşê bilind bikin, êdî rêya azadiya Rêber Apo jî vedibe. Ev êdî guncav bûye û dem hatiye. Tenê dimîne ku bi rastî em ji erkên demê re bibin bersiv. Em dixwazin li ser vî esasî nêzî erkên sala 2021’an bibin. Em dixwazin bi vê biryardariyê, bi vê soz û peymanê rojbûna Rêber Apo pêşwazî bikin û pîroz bikin. 

Ger em bi ruhê Apogerî tevbigerin û herî dawî peyama Rêber Apo bi rêya telefonê dayî me em rast wate jê derbixînin, divê ku em vê demê bikin dema berxwedana dîrokî, dema serketinê. Bi vî rengî her heval û her yekîne tevbigere wê bikaribe pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bike bingehê meşa azadkirina Rêber Apo û meşa azadkirina Kurdistan. Di vê derheqê de bi sekin û tecrûbe û fedakariya hevalan heta dawiyê baweriya me heye. Herî dawî di berxwedana Garê de fedakariya hevalan ev yeka ispat kir. Li ser vî esasî em bawerin ku hemû qad di vê çarçoveyê de di nav hundirê lêhûrbûnekê de ne û wê bi ser bikevin. Wê vê demê bikin dema serketina dîrokî. Bi vê bîr û baweriyê em hemû hevalan bi hezkirin, bi rêzdarî silav dikin û ji bo tevahî hevalan serkeftinê dixwazin.”