NPG'ê Fermandariya Eyaleta Amedê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel der barê çalakiya gerîla de ya li navçeya Pîranê ya Amedê peyamek weşand û fermandarî pîroz kir.

Peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) wiha ye:

"Çalakiya ku hêzên we yên eyaletê di 24'ê Tebaxê de li navçeya Pîranê ya Amedê li dijî qereqola Tepê Tîm pêk anî, ku polîsên tîmên taybet li wê qereqolê bûn, çalakiyeke serketî, encamgir bû ku peyam da dost û dijmin. Di vê çalakiya hêzên we yên eyaletê de, ku bi ruhê serdemê hate kirin, hêzên dijmin windahiyên giran da. Di çalakiyê de ku li çeper, kulûbe û wesayiteke zirxî ya li gir hate xistin 7 polîsên tîmên taybet hatin kuştin. Bi performanseke bilind bêyî ku windahî bê dayin derbeke giran li dijmin hate xistin. Lewma em hevrêyên ku keda wan di vê çalakiyê de hene û hemû hêzên we yên eyaletê silav dikin û hêvî dikin ku vê asta çalakiyê xurtir bikin.

Tevî derewên 'me qedand, me tine kir' ên dewleta TC a faşîst ku her roj li raya giştî dike, vê çalakiyê nîşan da ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di demeke herî xurt a dîroka têkoşînê de ye ku nêzî serketinê ye. Bi gotina 'Me li filan deverê derbên giran li wan dan, paqij kirin, ji hev belav dibin' derewên herî mezin bêyî li ber xwe bikevin dikin û bi vî rengî hewl dide windahiyên xwe veşêre û civakê bixapîne. Li dijî vê zîhniyeta faşîst bersiv hate dayin, lewma em vê berxwedana lehengiyê ya gerîlayên Kurdistanê silav dikin û serketinê ji gerîlayên Kurdistanê hemûyan re hêvî dikin."