NPG'ê eyaletên Heftanîn, Botan û Avaşînê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandariyên eyaletên Heftanîn, Botan û Avaşînê ji ber çalakiyên ku kirine pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ji her sê eyaletan re peyamên pîrozkirinê şand. Peyam wiha ne:

JI FERMANDARIYA EYALETA HEFTANÎNÊ RE

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li eyaleta we didome, li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta TC a mêtinger ku 16'ê Hezîranê dest pê kiriye, hûn bi çalakiyên xwe û bi berxwedana dîrokî derbên giran li dijmin dixin.

Bi çalakiyên xwe yên navbera 21 û 25'ê Hezîranê re ku li dijî dagirkeriya hêzên faşîst hatin lidarxistin, li gelek deveran yekîneyên dijmin ji hev hatin xistin û gelek kuştî dan. Bi çalakiyên ku we di nava 5 rojan de kirin;

21'ê Hezîranê li qadên Xantûr, Tepê Dûpişkê, Tepê Şehîd Berîvan û Qesrokê bi çalakiyên bi hostatiyeke xurt a taktîkî hatin kirin, derbên giran li dijmin hate xistin û gelek windahiyên dijmin çêbûn. Bi taybetî wê rojê li qadên Tepê Qesrokê û Xantûrê, çalakiyên ku li ser bingeha kontrolkirina dijmin û bicihanîna taktîkên sabotaj, xweberdana nav û serdegirtinê, kir ku 34 leşkerên dijmin bên cezakirin, ku ev yek çalakiyên gelekî serketî ne û li gorî dema nû ne. Bi taybetî çalakiya fedayî hevrê Memyan a li Tepê Qesrokê ku bi ser dijmin ve çû, sîng bi sîng şer kir û li vir 6 leşkerên dijmin ceza kir, asta vê berxwedanê careke din raxist pêş çavan.

23'ê Hezîranê li qada Tepê Şehîd Berîvan, çalakiyên ku Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çîçek Botan bi rêbaza sabotajê li dijî dagirkeran kir, çalakiyên bi bandor û bi rêbaza demê ye. Her wiha li qada Tepê Şehîd Berîvan 25'ê Hezîranê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çîçek Kîçî yekîneyên dijmin kontrol kir û bi ruhê fedayî yê Apoyî 3 caran li ser hev derb lê xist û di encamê de 10 leşker ceza kir. Ev çalakî yek ji çalakiyên serketî û mînak e.

Di navbera 21-25'ê Hezîranê de bi çalakiyên bi taktîka gerîla ya nûjen a demê, bi rêbaza afirîner derbên giran li dijmin hatin xistin, ku ev yek serketineke griîng e. Ji ber van serketinên ku we li dijî dijmin bi dest xistin, em di serî de fermandariya we, hemû hevrêyên ku keda xwe di vê berxwedanê de hene, hêzên we yên eyaletê pîroz dikin û di berxwedana we ya dîrokî de serketinê dixwazin.

JI FERMANDARIYA EYALETÊ YA BOTANÊ RE

Hêzên mêtinger ên Tirk ku dixwazin tevahiya Kurdistanê dagir bikin, li gelek qadan operasyonan dikin û ji bo ku gelek qadan kontrol bikin li her deverê rêyan çêdikin. Bi vê çarçoweyê bi taktîka sabotajê bi çalakiya ku 15'ê Hezîranê li herêma Cûdî ji qada Kursê Keça dema ku diçûne ber bi Şirnexê ve ya li dijî konvoya dagirkeran rûxandina wesayiteke zirxî ya bi tipa 'kirpî' û cezakirina 13 leşkeran, li gorî giyanê demê hatiye hazkirin, çalakiyeke wiha ye ku zeman û mekan bi rengekî rast hatiye tespîtkirin.

Her wiha 16'ê Hezîranê bi girtina bi ser şantiyekê de, ya ku li qada Navsera Cûdî xebatên rê dikir, rûxandina 4 wesayit, 3 kepçe û qemyonekê, li dijî sûcên dijmin ên li ser cografya, dîrok û cihên pîroz ên Kurdistanê bûye bersiveke kartêker.

Ji ber vê çalakiyê, hemû hevrêyên ku tevlî vê çalakiyê bûne, di şexsê fermandariya we de, hemû hêzên li eyaleta we pîroz dikin û berdewamiya serkeftinê hêvî dikin. Em we, hemû hevrêyên ku di vê çalakiyê de keda wan heye û hemû hêzên eyaleta we slav dikin. Di têkoşîna dijî hêzên Tirk ên mêtinger, faşîst, qirker û dagirker de serkeftinên mezin hêvî dikin.

JI FERMANDARIYA EYALETA AVAŞÎNÊ RE

Çalakiyên sabotajê ku we di 22'ê Hezîranê de li herêma Geliyê Doskî ya navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî qereqola Memişta û li herêma navbera Silort û Xapûşke yê Şemzînanê pêk anîn, çalakiyên encamgir û serketî bûn. Li qadeke ku dijmin timî kontrol dikir, li ser bingeha jinûve ava bûnê bi taktîka sabotajê li dijmin hate xistin, hate îmhakirin. Ev yek çalakiyeke bi bandor bû.

Ji ber van çalakiyên ku di encama performansa taktîk û teknîkê de bi ser ket, em fermandariya we, di şexsê fermandariya we de hêzên eyaleta Avaşînê û yekîneyên ku ev çalakî kirin ji ber vê serketinê pîroz dikin û serketinê ji we re dixwazin.

Di vê dema berxwedana dîrokî de ku em tê de ne, di wê baweriyê de ne ku hêzên we yên eyaletê li ser vê bingehê wê serketinên mezin bi dest bixin, bi vî rengî em bi hezkirin û hurmetê we û hêzên eyaletê silav dikin, serketinê dixwazin."