NPG’ê çalakiya gerîlayan a li Bedlîsê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) çalakiya gerîlayan a di 2’ê Gulanê de li li dijî yekîneya leşkerên Tirk ên li Bedlîsê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyama pîrozbahiyê ji Fermandariya Eyaleta Xerzanê re şand.

Di peyama pîrozbahiyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên li eyaleta we di 2’ê Gulana 2020’an de li qada gundê Satê ya Bedlîsê li dijî yekîneyek taybet a artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke serkeftî û xurt li dar xistiye.

Gerîlayan yekîneya taybet a dijmin demeke dirêj xistine bin kontrola xwe, piştre li yekîneyê dane, çûne ser cenazeyan çek rakirine. Ev jî diyar dike ku ev çalakiyeke serkeftî ye.

Ev çalakî diyar dike ku gerîlayan bi taktîkeke dewlemend û afirîner, hemû teknîka dijmin pûç kiriye û derbên giran li dijmin xistiye.

Di vê çarçoveyê de em hemû rêhevalên fermandar û şervanên ku tevlî vê çalakiya li qada Satê bûne, çûne ser dijmin çek û malzeme rakirine, li ser navê rêveberiya tevgera xwe wan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Em bi hezkirin û hurmeteke mezin hemû hevalên çalakger û hêzên li eyaletê silav dikin, di têkoşîna we ya şoreşgerî ya pîroz de serkeftinê ji we re dixwazin.”