NPG'ê bîlançoya şer a sala 2022'an eşkere kir

NPG'ê bîlançoya şer a sala 2022'an eşkere kir. Li gorî vê yekê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 3034 çalakî kirin, 2942 dagirker ceza kirin. Dagirkeran jî 3280 carî bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîş kirin. 301 gerîla şehîd ketin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2022'an eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hîmên netewe dewlet a Tirk a bi mejiyê Îttîhat û Terakkî li ser bingeha tasfiyekirina Ermen, Rûm, Asûr-Suryanî û hemû gelên li Anatoliyê hate danîn. Gelê Kurd ku hêmanê esîl ê damezrandina Komara Tirkiyeyê ye, bi kiryar û planên qirkirinê yên bi rêk û pêk, ji gel û nasnameya xwe hate derxistin, weke hedefeke esasî hate diyarkirin ku netewe dewleta Tirk li ser bê avakirin.  Êrîşên qirkirinê yên netewe dewlet a Tirk ên li ser gelê Kurd ku sed sal in dewam dike, gelê Kurd neçar hişt ku li ber xwe bide, serî hilde. Gelê me berdêlên gelekî mezin da, demekê di nava bêdengiya mirinê de hatibe hiştin jî dûrketina ji koka xwe ti carî qebûl nekir. Pêngava dîrokî û mûcîzewî yıa Rêber Apo, têkoşîna destanî ya ku ketiye sala pêncî û rastiya ku bi PKK'ê re şênber bûye, gelê Kurd ji nû ve anî ser xwe, hiş û îrade da, veguherand rastiya gelekî ku ji bo hebûn û azadiya xwe şer dike û ji nû ve derkete ser dika dîrokê. Tevgera Apoyî û têkoşîna me ya azadiyê ku mohra xwe li pêncî salên dawî yên Komara Tirkiyeyê xistiye, ev plana ku li ser înkar û tunekirina gelan hemûyan dixwest bê avakirin, ji hev xist û bû hêviya bindestan.

Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst, ku pişta xwe da rabirdûyeke bi vî rengî li ser Kurdistanê sefer li pey hev pêk anî, xwest ku vê plana qirkirinê di sedsaliya Komara Tirkiyeyê de bi ser bixîne û li ser desthilatdariyê bimîne. Ji bo vê jî hem li nava Tirkiyeyê hem jî li derve li dijî gelê Kurd li her derê şerê topyekûn ragihand, êrîşî destketiyan hemûyan kir, seferên dagirkeriyê pêk anî û xwest Kurdan qir bike. Armanca herî rojane û girîng a vê planê jî ew bû ku li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla tasfiye bikin. Li dijî gerîla, li seranserê Bakurê Kurdistanê operasyonên îmhayê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi taybetî di nava du salên dawî li ser Zap, Avaşîn û Metînayê operasyonê dagirkeriyê yên berfireh kirin.

GERÎLA TEQEZ TÊK NAÇE

Hêzên me yên gerîla li Bakurê Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran û bêîmkaniyê de hebûna xwe aprastin, bi rêbaza tîm ê profesyonel, gerîlatî kûrtir kirin, operasyonên îmhayê têk birin, sekneke dîrokî nîşan dan û kirin ku artêşa Tirk gelek kuştiyan bide. Dewleta Tirk li hemberî gerîlayên Bakur ku her sal dibêje 'em ê biqedînin', nekarî encamê bi dest bixe. Tevî ku ji bo tasfiyekirina gerîla bi hezaran operasyon pêk anî jî, tevî ku li Bakurê Kurdistanê di nava hêzên me de hin şehadet çêbûn jî dewleta Tirk di êrîşên xwe yên tunekirina gerîlayên Bakurê Kurdistanê de nekarî bi ser bikeve. Di serî de hevrêyên me yên şehîd bûn, gerîlayên Bakur hemû bi vê rola dîrokî rabûn, bi ruhê fedaî yê Apoyî, sekneke bi bawerî, îrade, xwestek, ked û hewldaneke mezin dijmin têk birin. Rejîma AKP-MHP'ê plan dikir ku di nava 2-3 hefteyan de Zap, Avaşîn û Metîna bi dest bixe û Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Ev armanca xwe hîn jî nekariye pêk bîne. Dewleta Tirk bi taybetî di nava du salên dawî de bi teknolojiya şer a herî nûjen, bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, bi piştgiriya PDK'ê xwest sînorên Mîsakî-Mîlî dagir bike, kir nekir nekarî vê plana xwe pêk bîne.  Ev berxwedanên dîrokî ku di nava sala 2022'an de li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê hate meşandin, careke din raxist pêş çavan ku gerîla teqez têk naçe. Di vê mijarê de hejmar û tabloya şer a wezîrên şerê ên taybet eşkere kirin, dûrî ji rastiyê ne. Tabloya şer û hejmara rasteqîn di bîlançoya me ya salane de ne.

Sekna dîrokî ya ku li Îmraliyê û li hemû zindanan li dijî zext û êşkenceyê hate nîşandan, bexwedana destanî ya gerîla, berxwedana gelê me ya lid ijî hemû êrîşên faşîzan, helwesta berxwedêr a siyaseta demokratîk li hemberî hewldanên teslîmgirtinê, kir ku rejîma AKP-MHP'ê di siyaseta dijî Kurdan de li bin bikeve. Nekarî xeta siyasî ya ku bi hêzên çep-demokratîk ên gelê Tirkiyeyê re hatiye danîn, tasfiye bike. Bi vî rengî careke din eşkere bû ku bi polîtîkayên qirkirinê nikare encamê bi dest bixe.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe bi felsefe û îdeolojiya Apoyî xemilandine, bûne xwedî ruh û îradeya fedaî, li gel her cûre teknokojiya şer a nûjen a dijmin, di performansa bilind a taktîka şer de hunereke xurt nîşan dan, bi vî rengî bi ser ketin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê planên dijmin hemû bêencam hiştin û berxwedana sala 2022'an a dîrokî bi şehadeta destanî ya ewladên leheng û hêja yên gelê me pêk anîn. Di têkoşîna sala 2022'an de 64 hevrêyên me li Bakurê Kurdistanê, 237 hevrêyên me (55 ji wan di êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî de şehîd bûn) li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya her hevrêyên me yên şehîd bûn ên hatin zelalkirin, bi raya giştî, malbatên hêja yên şehîdan û gelê me re hatin parvekirin.

BÎLANÇOYA ŞERÊ SALA 2022'AN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi pêşengiya şehîdên me yên ezîz û bi ruhê fedaî yê Apoyî di sala 2022'an de planên dijmin ji hev xistin, careke din nîşan dan ku hêz û hêviya azadiyê ne ku têk naçin. Bîlançoya têkoşîna sala 2022'an a destanî bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Êrîşên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî: 3280

Êrîşên bi balafirên şer: 4527

Êrîşên bi helîkopteran: 5701

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD Û DÎLGIRTÎ

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 301

Hevrêyên me yên dîl ketin destê dijmin: 6

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên giştî yên gerîla: 3034

Çalakiyên Hêzên Parastin Hewayî: 2

Operasyonên şoreşgerî: 6

Çalakiyên kemîndanînê: 12

Çalakiyên serdegirtinê: 15

Çalakiyên xweberdana nava dijmin: 43

Çalakiyên koordîneyî yên gerîla: 107

Çalakiyên sabotajê. 333

Çalakiyên sekvaniyê: 562

Çalakiyên bi çekên: 722

Şer û çalakiyên lêdanê: 1232

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin

(4 jê sîxur, 12 jê kontra, 26 jê payebilind): 2942

Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 408