NPG: Di her şert û mercî de em ê li ser şopa xeta şehîdan bin!

Fermandariya Biryargeha NPG'ê Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî pîroz kir û got, "Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de bi bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û soz didin ku li ser şopa xeta şehîdan bin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got, "Zext, zilm, êşkence, koletî û kiryarên mêtingeriyê yên bi sedan salan li gelê Kurd hatin ferzkirin, di sedsala dawî de bi zordariya netewe-dewletê veguherîn êrîşên qirkirinê yên bi rêk û pêk. Atmosfereke welê hate afirandin ku welatê me Kurdistan hate parçekirin, gelê me ku bi dehan milyon mirov e tune hate hesidanbin, ziman, çand û nasnameya xwe hate înkarkirin û cîhan tev li hemberî vê hovîtiyê bêdeng ma. Li hemberî vê hovîtiya sedsala dawî ya li gelê Kurd hate kirin, gelek berxwedan û serhildan hatin kirin, lê belê tevî ku lehengiyên şexsî yên gelekî hêja hatin nîşandan jî bi ser neketin û bêdengiya mirinê li Kurdistanê serwer bû. Di rewşeke welê bêhêvî de ku baweriya bi azadiyê ji dest çûbû, Kurdîtî weke nasnameyeke jê bê fedîkirin hatibû nîşandan, wezîfeyên neteweyî bi cih nedihate anîn û têkoşîna ji bo azadiyê weke întiharê dihate dîtin, beriya niha bi nîv sedsalî Rêber Apo pêngaveke mûcîzewî û dîrokî avêt. Rêber Apo ev rewşa koletiyê ya mutleq û bêhêvîtiyê ya ku gelê Kurd ketibû navê, hîn di zarokatiyê de fêhm kir, êşa gelê xwe di dilê xwe de hîs kir, li hemberî vê rewşê gelekî bi hêrs bû, hest û hişmendiya xwe veguheran tevgera PKK'ê ku pêgnava herî bi wate ya dîroka Kurdistanê bû û bi vî rengî bersiv da."

PKK BI ŞEHADETÊN XWE Û MEŞA XWE YA BI HEYBET VEGUHERÎ TEVGERA LEHENGAN

Di daxuyaniya NPG'ê de wiha hate gotin:

"Rêber Apo dît ku ne karekî hêsan e gelê Kurd ji binê kêra qirkirinê bê xilaskirin, hebûna wan bê parastin û azadiya wan bê misogerkirin. Fêhm kir ku bi hewldaneke ji rêzê ev yek nabe û dersên mezin ji dîroka Kurdistanê derxist, bi vî rengî jî meşeke destanî bi rêxistin kir. Pêngava ku Rêber Apo bi ruhê fedaî kir, bi çalakiyên lehengiyê yên kadroyên pêşeng ên tevgera Apoyî veguherî kevneşopiya têkoşînê, ev kevneşopî jî bû xeta lehengiyê ya şehîdan û rêgeha doza me ya azadiyê ya ber bi serketinê ve diyar kir. Bi pêngava tevgera Apoyî re têkoşîna me li tevahiya Kurdistanê di asta lehengiyê de bi rê ve çû, gelek bîrdariyên lehengiyê yên mezin ji nava xwe afirand û bi saya vê yekê gihîşt vê serdemê. Bi PKK'ê re pêngavên lehengiyê yên şexsî yên dîroka Kurdan veguheran rêxistin, rêbaz, tempo, fikir, sekn, kevneşopî û xeta lehengiyê; PKK bi şehadetên xwe yên mezin û bi meşa xwe ya bi heybet veguherî tevgereke lehengan ku mohra xwe li dîroka nîv sedsalên dawî xist.

Gelê Kurd hefteya navbera çalakiya mezin a Newrozê ya Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan a 21'ê Adarê û şehadeta fermandarê mezin ê efsanewî yê gerîlayên Kurdistanê hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) a 28'ê Adarê weke Hefteya Lehengiyê pîroz dike. Çalakiyên lehengiyê û ekna fedaî ya hevrê Mazlûm û Egîd ku cihê xwe di dîrokê de girt, bûn heqîqeta ku bi îdeolojiya Apoyî şênber bû. Di rewşeke welê de ku ti derfet nebû, bi êşkenceyê herî hovane teslîmiyet dihate ferzkirin û mirovahî bi hovane hatibû tepisandin, hevrê Mazlûm bi çalakiya xwe ya 21'ê Adara 1982'an re bû Newroz û xeta berxwedanê ya PKK'ê destnîşan kir. Fermandar hevrê Egîd jî xeta berxwedanê ya Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan, Sarayan û Çaran gihand çiyayên Kurdistanê, pêşengî ji Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi heybet re kir û bi vî rengî li ser bingeha gerîlatiya serketinê rêbaza şerê fedaî da destpêkirin. Di şexsê kadroyên pêşeng ên partiya me PKK'ê û şehîdên mezin hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de em şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî li gelê Kurd û hevrêyên xwe hemûyan pîroz dikin.

Hevrê Mazlûm û Egîd pêşengên gel ên bijarte bûn ku îradeya gel a azad di kesayetiya xwe de hewandin û pêşengî ji têkoşîna me re, fermandarî ji artêşa me ya gerîla re kirin. Bi çalakiyên lehengiyê yên Mazlûm û Egîdan re têkşoîna me îro li tevahiya Kurdistanê belav bûye û li her derê li dijminê qirker mêtinger dixe, artêşeke fedaî afirandiye ku bi werekiyeke bêhempa şer dikin. Çalakiyên fedaî yên mezin ên hevrê Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal ku sala 2022'an pêk anîn û sekna lehengiya mezin a di şexsê hevrê Rohat, Şevîn, Şaristan, Navdar, Şervan, Egîd, Agir, Fedakar, Mizgîn, Rûmet, Fedai, Armanc, Eylem, Viyan, Agir, Rûstem, Mîrza, Mahîr, Nalîn, Koçer, Hêzil, Siyabend, Laşer, Çiya, Binevş, Ekin, Bager, Avzem, Dilşad, Dilşerda, Azad, Kahraman, Zagros, Dîdar, Özgür, Zemanî, Zerdeşt, Berfîn, Adil, Ahmed Rûbar, Avareş, Masîro, Güven, Vorîn, Seher, Jiyan, Evîndar, Ekin, Dilda, Şiyar, Rojhat, Ali, Baz, Helbest, Doğan, Rojda, Karker, Berçem, Jînda, Ronahî, Rêzan, Çayan, Şahin, Sara, Diren, Arjîn, Mardin, Çekdar, Ezda, Tîrêj, Şaho, Adar, Dicle, Diren, Nurî, Sîpan, Rahime, Piling, Aso, Evîn, Fuat, Mîrxan, Bedreddin, Aydın, Rûbar, Cîger, Mawa, Sedat, Delal, Rêber, Mazlum, Rûksen, Bager, Newzat, Egîd, Armanc, Rêvan, Êrîş, Mem, Bilind, Ciwana, Peyman, Agirî, Çavrê, Toprak, Militan, Nejwan, Serxwebûn, Sema, Erdal, Dilgeş, Adar, Heqî, Eylem, Medya, Amed, Binevş, Baran, Agir Tilezer, Ali Haydar, Göksu, Avent, Tîrêj, Ferman, Sabrî, Jînda, Helmet, Dilşêr Reqa, Rojbîn, Sıla, Harun, Rûken, Şervan, Rênas, Delîl, Yaşar, Arjîn û Şevger de şênber bû, veguehrî navê meşa li ser xeta lehengiyê ya bi ruhê fedaî yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Çalakiyên lehengiyê yên mezin û sekna fedaî ya hevrêyên me yên şehîd, careke din nîşan da ku xeta lehengiyê ya Apoyî têk naçe.

EM Ê HER XELEKA ŞEHADETÊ BIKIN HINCET JI TOLHILDAN Û SERKETINA MEZIN RE

Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, hişmendiya bilind a partiyê dilsoziya bi armancê re, hevrêtiya rast a bi Rêber Apo re û ruhê bexwedanê yê ku hevrê Mazlûm Dogan destnîşan kir, wê li her derê ji bo me bibe rêberê têkoşînê. Xeta hevrê Egîd ku navê bawerî û biryardariya bi serketina rêbaza gerîla, wêrekî, dilsoziya bêdawî ya bi xeta Apoyî re, ruhê êrîşê û rêbaza serketinê ye, wê her tim rêya me be. Em ê wate û qîmetê bîranînên hevrê Mazlûm û Egîd hîn baştir fêhm bikin, paşketinê ti carî qebûl nekin, her tim bi pêş ve biçin û her xeleka şehadetê ji xwe re bikin hinceta tolhildaneke mezin û serketinê, em ê gerîlatiya serketinê veguherînin heqîqetekê.

Em bi heybeta bilind a agirê Newrozê ketin saleke nû ya têkoşînê. Weke gerîlayên azadiyê, di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û soz didin ku di her şert û mecî de li ser şopa xeta şehîdan bin. Bi vê bawerî û biryardariyê em Hefteya Lehengiyê gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin ku li ser xeta Mazlûm û Egîdan têdikoşin. Em gelê xwe yê welatparêz ji dil silav dikin ku Newroza Rêbertî bi rengê herî bi heybet pîroz kir, berxwedana bi lehengî ya Rêber Apo ya li Îmraliyê silav dikin û gelê xwe yê xwedî li lehengên xwe derdikeve silav dikin."