NPG: Berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG): Bi nûbûneke xurt em dest bi sala 41'ê dikin. Berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê welatparêz, malbatên şehîdan, têkoşerên li çiyê, bajar û zindanan, li dost û mirovahiya pêşverû pîroz kir.

Fermandariyê diyar kir, têkoşîna PKK'ê têkoşîneke şehîdan e û hemû şehîdên leheng ên di têkoşîna 40 salî de tevlî karwanê nemiran bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî. Fermandariyê destnîşan kir, wê ala Partiyê ya ku şehîdan radestî wan kirine, her tim li ba bidin.

PKK NAVÊ TÊKOŞÎN Û SERKETINÊ YE

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "PKK li dijî kolekirinê navê berxwedan, têkoşîn û serketinê ye. Partiya me PKK ku beriya niha bi 40 salî bi rengekî fermî ava bû, ne tenê li cografyaya Kurdistanê, li ser asta herêmî mohra xwe danî binê gelek serketinên mezin ên şoreşgerî. Têkoşîna partiya me, di nava hemû beşên civakê de bi taybetî li nava jin û ciwanan rê li ber vejînê vekir. Di heman demê de ji bo nivîsandina dîroka şoreşgerî ya gelên cîran û afirandina têkoşîna wan a azadiyê, bi roleke mezin rabû."

JI BER KU EM LI BER SERKETINÊ NE, ÊRÎŞ GIRAN BÛNE

Fermandariyê diyar kir, bi kedeke mezin, fedakarî û berxwedaneke bê eman Têkoşîna Rizgariya Gel gihaştiye vê astê û ragihand, "Hiş û mejiyê Serok Apo û keda wî ya mezin, ji Hakî Karer heta Delal, Zekî û Atakanan berxwedana fedayî ya şehîdên me yên leheng û fedakariya mezin a gelê me yê welatparêz ku di her şert û mercî de nîşan da, têkoşîna PKK'ê gihand vê serdemê. Tevgereke bi vî rengî ya mirovahiyê ku xwe dispêre sedemên mafdar, li dijî zîhniyet faşîst û hêzên li pişt wê ku ji bilî zilmê tiştekî din ji gelên me re rewa nabîne, wê bi ser bikeve û gelê me bigihîne rojên hîn azad û bi rûmet. Mêtingeriya ku li pêşberî têkoşîna me têk çûye, ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li dijî gelê me û nirxên gelê me zêde kiriye. Di serî de êşkenceya tecrîdê ya li Rêber Apo tê kirin, operasyonên bi teknîkê yên li dijî gerîla, zextên li gelê me û siyaseta demokratîk a Kurd, ji ber ku tevgera me nêzî serketinê ye, tên kirin."

'EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN'

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir ku êdî gelê Kurdistanê nema dikare xwe li tecrîdkirina Rêberê xwe rabigire û wiha dewam kir: "Li dijî êrîşên faşîzma mêtinger ên li dijî Rêber Apo, eşkere ye ku gelê me dixwaze sala 41'ê ji her alî ve bibe sala azadiyan. Di vê demê de ku kêm maye tevgera me bi ser bikeve, faşîzma ku li pêşberî têkoşîna me ya partiyê nefesa xwe ya dawî dide, gel-kadro-gerîla û hemû hêzên Kurdistanî û hêzên dost, wê bi têkoşîneke hevpar û hevgirtî li dijî faşîzmê bi ser bikevin û faşîzmê têk bibin. Ji ber vê yekê, ji bo paşeroja azad gelekî girîng e ku di sala 41'ê de em yekîtiya xwe pêk bînin, li dora Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li hev bicivin û tevî hemû beşên civakê bi rengekî topyekûn cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin."

'BERÊ ME LI AZADIYÊ YE'

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihand ku ew di asta herî bilind de bi biryar û xwedî derfet in ku li ser xeta serketinê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û PKK'ê têkoşîna azadiyê ya gel bi ser bixînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi nûbûneke xurt em dest bi sala 41'ê dikin. Berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye. Di vê sala têkoşînê de li ser bingeha hewldana xurtkirina gerîlatiya modern a serdemê, em ê ji her demê bêhtir hewl bidin bersivê bidin daxwazên gelê xwe. Em kadroyên tevgereke ku xwedî tecrûbe û danheviyeke bêhempa ne. Bi karekî ji her demê xurtir û tempoyeke serketî, ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe yên dîrokê, di asta herî bilind de em hewl didin. Em, ku neferên azadiyê ne, ji bo armancên partiya xwe PKK'ê di sala 41'ê de bi cih bînin, em ê bi hemû hêza xwe bi erk û wezîfeyên xwe rabin, di meşa serketina bi heybet a dîrokî de em salvegera partiyê li gelê xwe û hemû hevrêyên xwe yên têkoşer pîroz dikin. Di sala 41'ê ya têkoşînê de serketinê dixwazin."