NPG: AKP beriya hilbijartinê dixwaze şer bide destpêkirin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê got, "AKP-MHP ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne wê serî li her rê û rêbazê bide. Rejîma AKP-MHP'ê beriya hilbijartinê dixwaze şer bide destpêkirin. Ji bo vê jî wê êrîşan bike."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji fermandar û şervanên Hêzên Parastina Gel re peyamek weşand.

"Newroza 2023’an ji bo me cihekî xwe yê taybet heye. Beriya vê bi 50 salan Rêber Apo, meşa xwe ya dîrokî di roja Newrozê de bi civîna yekem destpê kir. Ango di sala 1973’an de civîna ku Rêber Apo li Enqerê li kêleka bendava Çûbûkê bi şeş kesan çêkirî, di dîroka Kurdistanê de bû destpêka serdemeke nû. Her wiha têkoşîna bi rê ketî jî ji bo gelê me bû weke serdemeke mîladî. Ji wî çaxî heya niha, her diçe agirê Newrozê geş dibe, berxwedan û têkoşîna azadiyê bilind dibe. Li ser vî esasî em bi navê tevahî gerîlayên azadiya Kurdistanê Cejna Vejînê ya 50’emîn a salvegera meşa dîrokî, li Rêber Apo pîroz dikin, silav û girêdaniya xwe pêşkêş dikin. Her wiha em Cejna Newrozê li tevahî hevalan, xebatkaran, li dayikên şehîdan, li tevahî gelê me û li hemû gelên ku bi Newrozê bawer dikin; pîroz dikin. Di van 50 salên derbasbûyî de bi berxwedana şehîdên qehreman Newroz gihişt wateya xwe û wekî roja berxwedanê, wekî roja bilindkirina ruhê neteweyî bi pêş ket. Em di şexsê Kawayê Hemdem Mezlûm Doxan û Zekiye Alkanan de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînin; li hemberî bîranînên wan bejna xwe ditewînin û soza me dayî wan dubare dikin. Em ê di soz û peymana hevrêtiyê de girêdayî bin û doz wan bi ser bixînin. Em ê bîranîna şehîdên qehreman, di bilindkirina têkoşîna azadiya Rêber Apo û Kurdistaneke azad de bidin jiyankirin.

RÊBER APO BI ZANEBÛN DI ROJA NEWROZÊ DE DEST BI MEŞA DÎROKÎ KIR

Di dîroka gelê me de, di dîroka gelên herêmê de cihekî girîng ê Newrozê heye. Newroz, li hemberî rejîma Dehaqê zalim, roja serketinê ye. Roja serketina yekîtî û berxwedana ku di pêşengtiya Medya de bilind bûyî ye. Ango roja yekîtiyê ye, roja berxwedanê ye, roja zaferê ye. Lewre heya roja îro jî her tim di Kurdistanê de ji aliyê gelê me ve agirê Newrozê wekî agirê mizginiyê, agirê berxwedaniyê hatiye geşkirin û wisa wekî roja serketinê hatiye pîrozkirin. Newrozê her tim wekî cejnekî heqîqî, di dîroka gelê me û gelên herêmê de rolekî giring lîstiye. Lê di çarçoveya siyaseta mêtingeriya ku li ser Kurdistanê hatî meşandin de Newroz ji wateya wê hatibû dûrxistin û neyaran dixwestin wekî rojekî ji rêzê bidin naskirin. Feqet Rêber Apo pir bi zanebûn ew derketina xwe ya dîrokî di roja Newrozê de dest pê kir û ji wî çaxî û şûn de Rêber Apo her tim, Newroz wekî roja berxwedanê, roja bilindkirina têkoşîna azadiyê, roja pêşxistina yekîtiyê û wekî roja bilindkirina ruhê neteweyî û roja serketinê pêşwazî kir.

Çalakiyên me yên herî girîng di roja Newrozê de pêk hatin. Bi taybetî di bin şert û mercên Zindana Amedê yên giran de hevrê Mezlûm Doxan, di roja Newrozê de çalakiya xwe ya dîrokî pêk anî. Ji wî çaxî heya niha, Newroz her tim bûye cejna pêngavên nû, bûye cejna bilindkirina ruhê berxwedan û serketinê. Îro gelê me, li ser vî esasî derdikeve kolanan û Newrozê pêşwazî dike û bi ruhekî neteweyî pîroz dike. Ev wisa bi xebata 50 salî gihişte wateya xwe ya rast. Ev Newroz di sala xwe ya 50’emîn de ye û êdî em dikevin sala 51’emîn a Newroza derketina Rêber Apo. Em dixwazin sala 51’emîn a derketina Rêber Apo bikin salekî nû, bikin salekî mezin.

GELÊ KURD LI DIJÎ ÊRÎŞÊN ÎNKAR Û TUNEKIRINÊ HER TIM LI BER XWE DAYE

Newroza 2023’an di gelek aliyan de ji bo me bi wate ye û girîngiya xwe heye. Ya yekem; wekî hatî gotin, Newroza 50’emîn a derketina Rêber Apo ye. Ya duyem; ev Newroz Newroza sedsaliya Peymana Lozanê ye. Wekî tê zanîn Peymana Lozanê, peymana înkarkirin û qirkirina Kurdistanê ye. Ev sed salên derbasbûyî ji bo gelê me bi trajediyên mezin, bi komkujiyan derbas bû. Lê belê gelê me, tu caran Peymana Lozanê qebûl nekir, stûyê xwe xwar nekir û li hemberî siyaseta înkar û tunekirinê her tim li ber xwe da. Vaye îro jî, têkoşîna hilweşandina Peymana Lozanê di sedsaliya wê de gihiştiye qonaxekî pir girîng.

Ya sêyem jî, ev Newroz di serdemekî pir giring û dîrokî de tê pêşwazîkirin. Ev heşt sal in dewleta Tirk a mêtînger-qirker ji bo tevgera azadî tesfiye bike, ji bo destkeftiyên gelê Kurdistanê bi temamî ji holê rake û siyaseta qirkeriyê li ser Kurdistanê serwer bike; li hemberî têkoşîna azadiyê şerekî giştî îlan kiriye û niha jî dimeşîne. Dewleta Tirk a qirker di pêşengtiya AKP-MHP’ê de tevahî derfetên dewleta Tirkiyê xist meriyetê û bi alîkarî û piştevaniya Gladîo ya NATO û bi hevkariya xeta Kurd a hevkar bi êrîşên li ser tevgera azadî meşandî de xwest biçe encamê. Lewre li hemberî gerîlayê azadiya Kurdistanê çekên kimyasal û teqtîk nukleer jî di nav de, bi her awayî hemû teknolojiya serdemê bi kar anî. 

Rejîma faşîst a qirker ji bo bigihêje armanca xwe; Rêber Apo û gerîlayê azadiya Kurdistanê wek hedefên sereke destnîşan kirin. Di vê çarçoveyê de li Îmralî bi şêwazekî pir dijwar tecrît û pergala îşkenceya psîkolojîk pêş xistin û ev pergala ku li Îmralî tê meşandin jî di tevahî cihanê tu hempayên wê tune ne. Lê li hemberî vê, bi îradeyekî mezin, bi seberekî mezin ve sekna Rêber Apo ya pir bi wate û dîrokî li dar ket. Di heman demê de gerîlayê azadiya Kurdistan jî di pêşengtiya Azad Sîseran, Çiyageran, Delal Amedan, Egîd Civyanan, Çîçek Botanan, Atakan Mahîran, Cumalî û Çavrêyan, Nûriyan, Bageran, Mizgînan û Delîlan de berxwedanekî dîrokî li dar xist. Di çarçoveya vê berxwedana pêş ketî de hemû êrîşên dijmin ên li ser qada civakî, siyasî bê encam man. Her wiha siyaseta gelê Kurd û hêzên demokratîk ên çepên Tirkiyê jî di çarçoveya berxwedana hatî meşandin de li ber xwe dan û giştî gelê me li kolanan, li zindanan, li her deverê seknek raber kir. Bi vî rengî ev berxwedana dîrokî ku ev 8 sal in tê meşandin, dijmin vala derxist û bê encam hişt.

DIJMIN DIXWAZE DI 100 SALIYA LOZANÊ DE SERKETINÊ RAGIHÎNE

Ne pêwîst e em dirêj bikin; tê zanîn ku dijmin bi alîkariya xeta hevkar a Kurd, bi alîkariya sîxûran, xayînan, bi piştevaniya hêzên hegemonîk û bi karanîna çekên qedexe xwest tevgera me tesfiye bike, Herêmên Parastina Medya ji holê rake, gerîla tune bike, li Rojava, li Başûr, li Şengal û li her cihekî destkeftiyên gelê Kurd tune bike û wisa di sala 2023’an a wekî sala 100’emîn a îlana KT (Komara Tirkiyê) û sala 100’emîn a Peymana Lozanê ye de zefera xwe îlan bike. Plana dijmin ev bû; dijmin dixwest di sala 2023’an de li her çar parçeyên Kurdistanê de tevgera azadî tesfiye bike, destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabike û wisa di sedsaliya komar û Peymana Lozanê de serkeftina siyaseta qirkirinê îlan bike. Lê belê, di saya şehîdên qehreman, keda Rêber Apo, fedekariya gelê me û sekna tevahî xebatkarên têkoşîna azadiyê de ev armanca dijmin pêk nehat. Ango dijmin bi ser nekeft, encam negirt. 

Ev bi berxwedana şehîdên qehreman pêk hat. Bi taybet di van sê salên dawiyê de pêngavên li hemberî têkoşîna me pêşketîn ku destpêkê li Heftenînê dest pê kirî û êrîşên dijmin di van du salên dawiyê de jî li Zap, Metîna, Avaşîn, li tevahî Kurdistana Bakur, li Rojavayê Kurdistan û li her deverekê pêş xistîn de li hemberî wê berxwedana dîrokî ya hatî lidarxistin; di Têkoşîna Azadiya Kurdistan de bû lutkeya herî bilind a berxwedana pîroz. Di sala 2022’an de li Herêmên Parastina Medya, li navend Zap û li derdorê Zapê berxwedana ku di şexsê rêheval Bager, Avzem, Rûbar, Mizgîn, Delîl, Nalîn, Nûrî, Helbest û Doxanan de li dar ketî; ji bo dijmin bû bersivekî mezin û dijmin têk bir. Hîna jî ev berxwedan û têkoşîna dîrokî berdewam dike.

Niha li ser vê berxwedanê re 11 meh derbas dibin û vaye hindik maye ku salek temam bibe, lê hîna jî berxwedana dîrokî berdewam dike. Berxwedana ku a niha jî li Kela Çemço, li Wargeha Şehîd Doxan, li Wargeha Şehîd Botan û li Wargeha Şehîd Mûnzûr tê meşandin; raber dike ku berxwedana sala 2022’an çiqasî berxwedanekî dîrokî ye û heta qolacê xwe avêtiye sala 2023’an. Li hemberî çekên qedexekirî û hemû çekên serdemê yên pêşketî, berxwedana ku îro li Kela Çemço, Şehîd Doxan, Şehîd Botan û Şehîd Mûnzûr tê meşandin ne tiştekî hêsanî ye. 

Vê berxwedanê di şer de rêbazekî nû ava kir. Ev di dîroka şer de vekirina pelekî nû ye. Li hemberî hemû teknolojiya serdemê, mirov çawa dikare bi aqlê însan, bi cesareta însan, bi îrade û jêhatîbûna însan ber xwe bide û bi ser bikeve; nişana wê ye. Ev berxwedan raber dike ku; îradebûna însan dikare çi ava bike. Ev berxwedan, zefera îradeya însan a li hemberî teknolojiya serdemê ye. Ji bo wê jî pir dîrokî ye û pir pîroz e. Silav ji berxwedanvanên Kela Çemço re! Silav ji berxwedanvanên Şehîd Doxan re! Silav ji berxwedanvanên Şehîd Botan re! Silav ji berxwedanvanên Şehîd Mûnzûr re! Silav, hezar carî silav ji wan qehremanên ku îro vê berxwdanê li dar dixin, pêş dixin û dimeşînin re! Em bi dil û can Newroza wan pîroz dikin û di berxwedana wan a pîroz de ji bo wan serkeftinê dixwazin. Berxwedana wan temsîla şoreşa me ya sala 51’emîn e. Temsîla ruhê Apogerî yê fedaî ye. Temsîla berxwedana pîroz a Zapê ye. Temsîla îradebûna gelê Kurdistanê ye û nişana zeferê ye.

DESTHILATDARIYÊ HATINEYA ABORÎ HEMÛ LI ŞER RAZAND

Îro em bi van berxwedanên dîrokî, agirê Newrozê geş dikin û Newrozê pîroz dikin. Gelê me, îro li ser vî ruhî dadikeve qadan û bi coş û ruhekî mezin ve Newrozê pîroz dike. Rexmê ku erdhejek çêbû; erdhej ji ber ku rejîma AKP-MHP’ê tu amadekarî nekir, dahateya aborî ya Tirkiyê tevahî ji bo şer xerç kir, ji bo binesaziyê, ji bo tedbîrên li hemberî erdhejê tu mesref û hewildan pêş nexist, hemû aborî ji bo şerê li dijî me, li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê serf kir; ji ber wê ev erdhej ji bo gelê Kurd, gelê Tirk û gelê Ereb bû komkujî. Komkujî wisa hate çêkirin. Berpirsyarê vê ev rejîma qirker û faşîst e. Li hemû aliyên cihanê xetên erdhejê hene û xelk li hemberî wê tedbîran digrin û dema erdhej çêdibe, bê wendahî yan jî bi kêm wendahî ve erdhejê derbaz dikin. Lê belê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dizî kir, di bin navê îhaleyan de hemû alîgirên xwe dewlemend kir û pereyê heyî jî ji bo şer xerç kir, wisa tu amadekarî nekir û ji encama vê îro bi sed hezaran însanên me jiyana xwe ji dest dan. Em ji bo vê xemgîn in, em ji bo gelê me, ji bo gelê Tirk û gelê Ereb sersaxiyê dixwazin, ji bo birandaran şîfayê dixwazin.

Gelê me bi hêrsa komkujiya erdhejê Newroza 2023’an pîroz dike. Jixwe Newroz, li hemberî komkujiyê-qirkeriyê roja berxwedanê ye, roja xwedî derketinê ye, roja yekîtiyê, roja serkeftinê ye. Lewre her çiqasî xemgînî hebe jî, lê pîrozkirina Cejna Newrozê hîn zêde bi wate ye. Vaye em dibînin ku gelê me jî li ser vî esasî Newroza 2023’an ji her Newrozekê bêhtir pêşwazî dike. Gelê me bi ruhê agirê Newrozê, netewbûna xwe pêş dixe, civakbûna xwe xurt dike, li hev xwedî derdikeve, ruhê yekîtiya netewî geş dike û wisa di meşa azadiyê de ber bi encamê ve diçe.

Ji ber van sedeman, Newroza 2023’an ne Newrozekî ji rêzê ye, Newrozekî giring û dîrokî ye. Meşa dîrokî 50 saliya xwe temam dike û pêşveçûnên di van 50 salan de çêkirî, êdî gihandiye qonaxa serkeftinê.

LI GEL BIRYARA RAWESTANDINA ÇALAKIYAN JÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DEWAM DIKIN

Ya din jî li Tirkiyê û li Kurdistanê rojeva hilbijartinê heye. Ev jî mijarekî giring e. Newroza 2023’an li ser hîmê têkoşîna siyasî, civakî ji beriya hilbijatinê tê pîrozkirin. Ruhê Newrozê yê berxwedanvanî û azadiyê; bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ve dikare di pêşxistina hişmendiya neteweya demokratîk, di pêşxistina yekîtiya gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Tirk, gelê Fars, Asûrî-Suryan û hemû gelên herêmê de bibe derketinekî nû. Li ser vî esasî rojevên hilbijartinê jî wateyekî xwe yê giring heye. Gava mirov li hemû pêşveçûn û rojevan dinêre, mirov dikare bibêje ku, ‘wê Newroza 2023’an bibe destpêka serdemekî nû, wê Newroza 2023’an bibe sala têkçûna siyaseta zilmê, qirkirinê. Wê bibe sala serkeftina têkoşîna azadî û demokrasiyê. Wê li hemberî faşîzm û qirkeriyê, bibe sala serkeftina gelan.’

Weke tê zanîn, vê erdheja mezin a li Kurdistan, Tirkiye û Sûriye çêbûyî; ji ber ku tedbîr tune bûn firtiliya komkujî û feleketekî mezin. Tevgera me li hemberî vê rewşa giran, wek hişmendiyekî însanî, exlaqî û civakî bêçalakîtiyê îlan kir, biryargeha me jî ev pejirand û niha bêçalakîtî di meriyetê de ye. Lê belê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst vê rewşa awarte nade ber çav û êrîşên xwe li ser hêzên me berdewam dike. Di hişmendiya vê dewleta faşîst qirker de hestên însanî nîn e. Ew dixwaze li ser cenazeyên însanên me, desthilata xwe ava bike, hebûna rejîma xwe mayînde bike. Ji bona wê jî erê me bêçalakîtî îlan kiriye, feqet dijmin xerab dike. Jixwe gelê me û raya giştî jî vê rewşê dişopîne û helwesta me helwestekî çiqasî însanî ye, gelêrî ye, civakî ye û li kêleka vê helwesta dagirkeriya dewleta Tirk jî çiqasî ne însanî ye, çiqasî kujeriyê esas digre eşkere bûye.

DIBE KU REJÎMA AKP-MHP'Ê VAN 2 MEHÊN BÊ, ÊRÎŞAN ZÊDE BIKE

Heta ji ber van sedeman, dibe ku dewleta AKP-MHP’ê di van hilbijartinên li pêş me de êrîşên xwe hîn zêde geştir bike. Bê guman ev hilbijartinên ku di 14’ê Gulanê de bên kirin, ji bona pêşeroja Tirkiyê û hemû gelên li Tirkiyê jiyan dikin, hilbijartinekî pir giring e. Ji ber gelên li Tirkiyê jiyan dikin, hewil didin ku bi rêya vê hilbijartinê tenê ne kesekê, yan jî hinek kesan hilbijêrin; di heman demê de hewil didin ku biryara guhertina pergalê bidin. Ji bo wê jî pir giring e. Lê em dizanin ku rejîma AKP-MHP’ê naxwaze desthilatê berde; dixwaze desthilat û rejîma xwe mayînde bike. Lewre ne dûr e ku faşîzm di van du mehên pêşiya me de gelek bûyerên tarî, dek û dolab, lîstokan pêş bixîne. Ji ber ku rejîm dixwaze aloziyan geş bike, qeyranekî xwedestî (sûnî) ava bike û wisa biçe encamê. Jixwe ji bo hîlekariyê pêş bixe, hinek amadekarî jî kirine.

Mînak; di zagona hilbijartinê de guhertin çêkirin, di saziya bilind a li hilbijartinê meyze dike de vesaziyên nû çêkirin. Ev jî dide nişandan ku; ji bo AKP-MHP desthilata xwe dom bike, guman e serî li her cureyê rê û rêbazan bixe. Bi esasî ne xuya ye ku, wê ev rejîma faşîst çi qasî bi encama hilbijatinê razî bibe yan na, ev mijarekî nîqaşê ye.

Di vê çarçoveyê de guman e ku operasyonên nû pêş bikevin. Jixwe di qada siyasî de operasyona yekem, bi destê Partiya Îyî dan çêkirin û seroka Partiya Îyî Akşener, bi şeklekî ku kesekê hêvî nedikir, ji nişka ve bi axivandinekî tund ve xwe ji maseya şeş kişand, tifaqa di navbera xwe û wan de xerab kir. Ev operasyonek bû.

Xuya ye hinek baskên dewletê ev operasyon li dar xistin û armanca wan ew bu ku maseya şeş belav bikin, muxalefetê nehêlin, qels bikin. Lê mase belav nebû û xwestin wekî pênc berdewam bikin. Ya giring di nava bingehê Partiya Îyî de aloziyên pir giring çêbûn, bi deh hezaran kes jê îstîfa kirin û di giştî gelên Tirkiyê de bertekek çêbû. Îcar gava kesên ev plan pêşxistîn dîtin ku wê operasyon berevajî bifertile û guman e partiya Akşener tesfiye bibe, mase cardin bi ser bikeve; dîsa guncaw dîtin ku Akşener vegere masê.

DIVÊ HEVALÊN ME NÊZÎKATIYEKE ŞAŞ LI BIRYARA RAWESTANDINA ÇALAKIYAN NEKIN

Nexwe mecbûr man vê biryarê bidin. Ev ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyê û Kurdistanê encamekî giring e. Çima? Ji ber xuya bu ku gelên Tirkiyê guhertinê dixwazin û ev projeyên endezyariyê yên civakî wê encam negrin. Di encam de ev derket holê û vê rewşê destê muxalefetê hîn zêdetir xurt kir. Niha operasyona yekem wisa vala derket.

Lê divê em bizanibin ku operasyona duyem jî li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û wê li ser qada siyasî jî operasyon bên li dar xistin. Wê hîn zêdetir li ser Rêber Apo zextê geştir bikin. Bi gumana mezin wê cardin li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê êrîşên nû yên leşkerî jî pêş bixînin. Heta dibe ku, li ser Rojava yan jî li ser Herêmên Parastina Medya êrîşên nû bên li darxistin. Ango divê tu heval di vê serdema giring û dîrokî de şaş nêzî helwestên me yên bêçalakîtiyê nebe.

Lazim e em bizanibin ku rast e helwesta tevgera me wisa ye, lê belê dijmin vê guhdar nake, berovajî êrîşên xwe geştir dike û heta ji bo pêla şoven, nîjatperest di nava civaka Tirkiyê de xurt bike; dixwaze ji beriya hilbijartinê şer geş bike. Ji bo wê jî wê êrîşan pêş bixe. Divê em hemû qad, hemû heval, ji rewşekî wisa re amade bin. Divê tu kes di tedbîran de lewaziyê neke, berovajî divê xurtbûnê pêş bixe. Divê hem hêzên leşkerî, hem hêzên siyasî û civakî, di vê demê wisa qirîtîk û hesas de pir zêde hişyar bin, ji her cureyî pêşveçûnê re amade bin. Li ser vî esasî di roja îro de têkoşîna azadî û demokrasiyê, têkoşîna azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û Kurdistanê êdî ketiye qonaxekî pir giring û hesas. Divê hemû heval, pir hişyar nêzî erkên demê bibin. Îro ji her demekê zêdetir baldarî û tedbîr pêwîst in.

DIVÊ EM XWE LI PÊŞBERÎ RASTIYA RÊBERTÎ Û ŞEHÎDAN BINIRXÎNIN

Em di serdemekî wisa de Newroza 2023’an pêşwazî dikin. Bê guman em wekî endamên tevgerê, wekî gerîlayên azadiya Kurdistanê, wekî şervan, xebatkar û fermandar; divê her Newrozê ji bo xwe wekî demekî lêpirsînê bigrin dest. Ango em li hemberî heqîqeta Serokatî û heqîqeta şehîdan xwe di ber çav re derbaz bikin. Li hemberî ruhê fedaî yê Apoyî, li hemberî ruhê agirê Newrozê rewşa me çiye, divê em çawa xwe beşdarî meşa tevgera Medyaya nû, meşa zafera Newrozê bikin; divê em xwe di vê çarçoveyê de di ber çav re derbaz bikin û bi paqijiya agirê Newrozê ve di ruhê xwe de paqijiyê pêk bînin.

Xwe li hemberî heqîqeta Rêber Apo û li hemberî heqîqeta şehîdên qehreman di ber çav re derbaz bikin û wisa em di sala nû, di sala 51’emîn a meşa dîrokî ya Newroza nû de rol û misyonên xwe bi cih bînin.

Bi ruhê berxwedana Zapê û bi ruhê Sara û Rûkenan ê fedaî ji bo tolrakirina tevahî komkujiyan û ji bo xwîna şehîdan li erdê nemine, doza wan bi ser bikeve; divê em bi ruhê fedaî, bi ruhê tolrakirinê, bi ruhê pêngava serkeftinê ve Newroza 2023’an pêşwazî bikin. Divê em Newroza sala 2023’an bikin sala berxwedana mezin, bikin sala meşa mezin, bikin sala serkeftina pêngavê.

Divê em Newroza 2023’an bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û azadiya Kurdistanê, bikin sala hilweşandina qirkeriyê, bikin sala yekîtiya netewî. Ji bo vê jî, divê em Newroza 2023’an bi ruhekî mezin pêşwazî bikin û erkên demê wisa bi vî ruhî bigrin dest. 

Li ser vî esasî em Newroza 50 salî, Newroza 2023’an cardin li Rêber Apo, li we tevahî hevalan, li gelê me û li gelên herêmê bi dil û can pîroz dikin. Di van rojên pîroz de hemû hevalan bi hezkirin, bi hurmet silav dikin û di sala 51’emîn a meşa dîrokî de ji bo tevahî hevalan bi ruhê agirê Newrozê ve serkeftinê dixwazin."