Nobeta malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt

Parêzvanên mafên mirovan di salvegera yekemîn a Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar xwe xwedî li berxwedana malbatê derketin.

Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbate Şenyaşar kiribû. Di vê êrişê de ji malbata Şenyaşar bav û du kurên  wî hatibûn kuştin. Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê di 9’ê Adara 2021’an de Nobeta Edaletê dabû destpêkirin.

Bi wesîleya salvegera yekemîn a Nobeta Edaletê saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên demokratîk ên girseyî û nûnerên partiyên siyasî jî tê de, gelek parêzvanên mafên mirovan çûn serdana Malbata Şenyaşar.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP’ê Omer Ocalan, Feleknas Uca, Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, şaxên ÎHD’ê yên Amed, Riha, Meletî, Şirnex, Êlih, Mêrsîn û Semsûrê, şaxên OHD’ê yên Amed, Dîlok, Mêrsîn û Rihayê û nûnerê baroyên herêmê ji di nav de bi sedan kes ji bo xwedîlêderketina berxwedana malbatê hatin pêşiya edliyeyê.

Di çalakiyê de Kursiya Edaletê hate avakirin. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di kursiyê de axivî û got “Ev nobet êdî nobeta bi milyonan kesan e. Li ser dayikê bi awayekî sîstematîk êşkence tê kirin. Dema ku ji bo malbata Şenyaşar edalet pêk were wê li Tirkiyeyê edaleta rasteqîn pêk were. Dozger û dadger mixabin ne alîgirên edaletê ne, ew kujeran diparêzin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku Emîne Şenyaşar ji bo hemû kesan di Nobeta Edaletê de ye û got “Hê jî di dozê de dosyeyek nehatiye vekirin lê her roj doz li dayikê tê vekirin. Ev bêedaletiyê nîşanî me dide. Em helwesta dayik Emîne Şenyaşar û ya kurê wê Ferît Şenyaşar silav dikin. Em ê heta dawiyê bi malbatê re bin.”

Parêzerê malbatê Bulent Tûran jî diyar kir ku li nexweşxaneya dewletê li pêş çavê rêveberên dewletê qetlîamek hate kirin û got “Lê dozger Fadil Şenyaşar girt. Li vî welatî kesên nêzî desthilatdariyê ne, saziyên darazê wan diparêzin. Qîrîna me ji bo darizandineke adilane û bê alî ye. Baro dikarin tevlî vê dosyeyê bibin. Qîrîna dayika Emîne, qîrîna edaletê te. Divê her kes guh bide vê qîrînê.”

Di serdanê de endamê OHD’ê Serdar Tum jî axivî û diyar kir 4 sal ji ber qetlîamê derbas bûye lê hê jî lêpirsîneke xurt nehatiye destpêkirin û got “Dîmenên qetlîama li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye dizîn û bi ser de 12 lêpirsîn derbarê Emîne Şenyaşar hatiye vekirin. Divê îhmalkariya di dosyeya nexweşxaneyê de bi dawî bibe, derbarê dizîna dîmenên qetlîama li nexweşxaneyê lêpirsîn were destpêkirin, biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê were rakirin. Em ê her dem bibin dengê dayika Emîne. Ji bo ku bêhiqûqtî were sekinandin û ev zilm were qedandin em li vir in.”

Di kursiyê de nûnerên ÎHD, TOHAV, HDP, TÎP, CHP, DEVA, baroyên Riha, Dîlok, Amed, Mêrsîn û Mêrdînê jî axivîn û diyar kirin ew piştgiriyê didin malbata Şenyaşar.