Nobeta li ser sînorê Kobanê: Peyama Îmralî, peyama me ye

Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûs de, xwedî li peyama Rêber Apo hate derketin û wiha hate gotin, “Zilm çiqas zêde dibe bila bibe, wê berxwedana me jî mezin bibe.”

Çalakiya nobetê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, di roja 10’emîn de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên navçeyên Rihayê yên DEM Partiyê, nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Riha, Semsûr, Mereş û Dîlokê, Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, bûn.

Di çalakiya nobetê de li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pankartên "Rojava rûmeta me ye" û "Nazim û Cîhan rûmeta me ne" hatin vekirin.  

Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Mahmût Manas di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku çalakî di roja 10'emîn de berdewam dike û wiha got: "Heta ku zilm bi dawî bibe wê çalakiya me bidome. Îslam zilmê qebûl nake. Zilm çiqas zêde bibe, berxwedana me wê ewqasî zêde bibe. Em ê bi ser bikevin."

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Berdevkê demê Îsmaîl Tutal axivî û ev tişt anî ziman: "Em ji bo hevgirtinê li vir in. Em hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî rojnamevanên li Rojava hatin qetilkirin bi bîr tînin. Rojhilata Navîn ji gelek tiştan re pêşengî kir. Bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, li gelek welatan şer heye. Şer li rojhilatê Ewropayê jî belav bû. Gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Divê hêzên hegemonîk li hemberî biryara ku gel dixwazin bi hev re bijîm rêzdar bin. Di bin navê Bihara Ereban de çete anîn Rojava. Em bûn şahidên gelek komkujiyan. Tu tiştekî ku çete bidin Rojava tune. Li Rojava şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat hêviyê dide hemû kesî. Daxwazên di peyama Îmraliyê de derketin pêş daxwazên me ne."

Daxuyanî bi banga tevlîbûna meşa ber bi sînorê Pirsûs-Kobanê ya ku dê di 3’ê çileyê de bi tevlîbûna hevserokên DEM Partî û DBP’ê pêk were, bi dawî bû.