Nobeta li Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin û qeyûmê bişînin

Di çalakiya nobetê ku li dijî desteserkirina vînê li Colemêrgê hat destpêkirin de wiha hate gotin, “Em ê tecrîdê bişkînin û qeyûmê bişînin.”

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) de ye, li bajêr çalakiya nobetê hate destpêkirin. Di 25’ê Hezîranê de şandeyek ji hevşaredar û endamên meclîsên hatine hilbijartin ên navçeyên Payîzava (Gurpınar), Elbak (Başkale) û navçeya Avkevir (Taşlıçay) ya Agiriyê pêk dihat tevlî çalakiyê bû. Şandeyê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku wê nobetê bigirin û li qada li ber Bazara Gel a Şaredariyê ya li navenda bajêr dest bi nobetê kirin. Li qada ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên "Em ê tecrîdê bişkînin em ê qeyûm bişînin", "Ne qeyûm, ne tecrîd, ji gelê Kurd re azadî", "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê" û "Ji vînê re rêz bigirin" hatin daliqandin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez û gelek endamên partiyê jî piştgirî dan hilbijartiyên ji bajar û navçeyên derdorê yên beşdarî nobedê bûn. Welatiyan di çalakiyê de bi stranên Kurdî coşa nobetê zêde kirin. Ji aliyê din ve hat hînbûn ku nobeda çalakiya ku hatiye destpêkirin wê her roj bidome.