Nobeta Dadê ya li Wanê di roja 79'an de didome

Nobeta Dadê ya li Baroya Wanê di rojna 79'an de bi serdanan didome.

Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Uyar çû serdana malbatên girtiyan ên li Baroya Wanê di çalakiya Nobeta Edaletê de. Uyar, xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: “Banga me ji bo Wezareta Edaletê ew e ku şertên hevdîtinê yên bi birêz Ocalan re amade bikin.” 
 
Ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 79’emîn de berdewam dike. Di çalakiya îro de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê çûn serdana malbatan. 
 
Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Uyar di çalakiyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna dayikan. Uyar, diyar kir ku dayikên girtiyan edaletê ji bo hemû mirovahiyê dixwazin û wiha domand: “Em, ji ewil jî bo birêz Ocalan edaletê dixwazin. Bi salan e birêz Ocalan di tecrîdê de ye. Ne dayik û ne jî gelê kurd vê tecrîdê qebûl nakin. Banga me ji Wezareta Edaletê ew e ku di zûtirin dem de şertên hevdîtinên bi birêz Ocalan re amade bikin.” 
  
Herî dawî jî Uyar qala rewşa girtiyên nexweş kir û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derkevin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqiya piştgiriyê bidin malbatan.”