Nobeda Wanê di roja 27’an de ye: Em ê şaredariyên xwe bistînin

Di Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê de peyama ‘Em ê şaredariyê xwe bistînin. Em radestî polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê nabin’ hate dayîn.

Berxwedana Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a li Wanê di roja 27’an de ye. Çalakî li pêşiya avahiya HDP’ê ya Îpekyolûyê pêk hat pankartên ‘Ne vîna qeyûm, vîna gel’ vekirin û li gel parlemeterên HDP’ê, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP) Ozlem Gumuştaş, hevşaredar û gelek kes amade bûn.

‘EM Ê TÊBIKOŞIN Û ŞAREDARIYAN BISTÎNIN’

Parlemetera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ya di nobedê de axivî diyar kir ku qeyûm ji derveyî desteserkirina vîna gel ne tiştekî dine û got: “Berî niha jî 94 şeredarî dagirkiribûn. Hevşaredarên me hatibûn girtin. Em ê carekî din şaredariyên xwe bi vîna gel stand. Lê dîsa 3 şaredariyên me bi darê zorê dagirkirin. Em polîtîkayên qeyûman baş dizanin. Şaredariyan dixin bin deyan û talan dikin. Ji bo vî gelî tiştek nekirin. Em ê dubare şaredariyên vîna gel in bistînin.”

Surucu bal kişand, hevşaredara HDP’ê Yadîşen Karabûlak jî di nav de 21 HDP’î hatin destgîrkirin û got: “Em ev operasyon gelek dîtine.Gelê me gav bi şûnde navêjin. Em ê her demê li têkoşîna xwe xwedî derbikevin. Girtina şermezar dikin. Ji bo aştiya gelan em qet dev ji têkoşîna xwe berandin.”

 ‘BI TEQEZ WÊ AŞTIYEKE BIRÛMET BI SER BIKEVE’

Hevseroka Giştî, ya Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP) Ozlem Gumuştaş diyar kir biloka AKP/MHP’ê di nava neçareseriyê de ne û got: “Dîsa qesri li dijî vîna me dixwaze derbikeve. Bi girtinan, lêpirsîn û rûniştinan dixwazin destkeftiyên me terorîze bike. Em li vir li ber xwe didin. Em bi hilbijêr, vîn, nûnerên xwe re ne. Em li dijî polîtîkaya serwer a mêr a AKP’ê li ber xwe bidin. Em xwe radestî polîtîkayên şer ên AKP/MHP’ê nakin. Em ê bi teqez bi ser bikevin. Wê li Tirkiyeyê bi teqez çareseriyeke demokratîk û aştiyek birûmet bi ser bikeve.”