Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 701'ê de ye

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin daxwaza edaletê dike, careke din bal kişand ser bêedaletiyê.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûs a Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, çalakiya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Malbata Şenyaşar ji ber erdheja li Mereşê ji bo 15 rojan navber dabûn çalakiya xwe.

Malbat roja Duşemê careke din li ber edliyeyê dest bi çalakiyê kir. Di çalakiyê de ku di roja 701'ê de ye işaret bi bêedaletiyê hate kirin.