Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 665'an de ye

Malbata Şenyaşar bi daxwaza edaletê ya ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin, 665 roj in nobeda edaletê digire.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Nobeda Edaletê ya malbatê di roja 665’emîn de li ber edliyê didome.

Ferît Şenyaşar di nobedê de axivî û diyar kir ku ew bi Nobeda Edaletê ketine sala 2023’yan jî û wiha got: “Yên ku çavê xwe ji bêedaletiyê re digirin wê têk biçin. Ev bêedaletî, ev neheqî û komkujî di serdema AKP’ê de hat kirin. Em dixwazin ev rewş demildest ji holê rabe. Hemû partiyên muxalefetê soz dan û gotin, ‘heke em bibin îktidar, em ê vê bêdaletiyê çareser bikin’. Em mafadar in. Bi milyonan kes têkoşîna me dişopîne. Gelê Rihayê xwedî li doza me derdikeve. Yên ku qetlîam pêk anîn û hilbijêrên ji vê bêedaletiyê re bêdeng man nikarin derkevin nava gelê Rihayê. Çimkî dema derdikevin, ber edliyeyê nîşanî wan didin. Dibêjin, ‘biçin wê bêedaletiyê çareser bikin paşê werin ba me’. Daxwazên me neşexsî ne. Wê edalet rojekê ji her kesî re lazim were. Daxwaza me edalet e."