Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14’ê Hezîrana 2018’an de, xizm û parazvanên Parlamenterên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di dema xebatên hilbijartinê de êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û ji malbatê 3 kes kuştibûn. 6’emîn danişîna doza derbarê bûyerê de hatibû vekirin, wê di 12’ê Adarê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin.
Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar, du kurên xwe Adîl û Celal Şenyaşar winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, berî danişîna bê dîtin, bi daxwaza “edaletê” li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar a duh dest pê kiribû, îro di roja duyemîn de dewam kir.
'GER BÊ XWESTIN EM HEMAN'
Ferît Şenyaşar, daxuyanî dan endamên çapemeniyê û got: "Heya ku kesên bavê min û 2 birayên min kuştin bên girtin, emê çalakiya xwe ya rûniştinê dewam bikin."
Şenyaşar, da zanîn ku ji duh ve tu rayedaran bi wan re hevdîtin nekirine û wiha bilêv kir: “Heya ku em encamekê bi dest bixin, ger bê xistin em bi heman li vê derê rawestin.”