Nobeda azadiyê ji aliyê komên ji Ûlm û Pforzheîmê ve tê girtin

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidar xistin, di hefteya 208. de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê komên ji bajarên Elmanya Ûlm û Pforzheîmê ve tê meşandin.

Çalakiya ku wê di hefteya pêş de ji aliyê nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê ve dewr bê girtin, vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Ûlm û Pforzheîm ên Elmanyayê ve tê meşandin.

Nobeda ji Ocalan re Azadî, ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, roja 1453. li dû xwe hişt. Çalakî her hefteyê ji aliyê komek ji Kurdistaniyên ji bajarekî Ewropayê ve tê meşandin.

Ji ciwanên Rojavayî Cûma Bekîr, Îbrahîm û Mûhîttîn Osman ên ji bajarê Ûlmê û Abdullah Mûtlû, Ahmed Atalay û Mazlûm Mûtlû yên ji bajarê Pforzheîmê, roja Yekşemê çalakî dewr girtin.

Berdevkê komê Abdullah Mûtlû da xuyakirin, ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd timî nobed were girtin û got, "Em ji bo Serokê xwe ne hefteyekê bi salan jî nobedê bigirin, kêm e." Mûtlû bang li her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im, ez demokrat im' kir, ku tevlî çalakiyê bibin.

'EGER PÊWÎSTÎ PÊ HEBE EM Ê BI SEDAN KESÎ LI BER SAZIYÊN NY Û YE NOBEDÊ BIGIRIN'

Abdullah Mûtlû diyar kir, astengkirina hevdîtinên Ocalan bi parêzerên xwe re ne ya qebûlkirinê ye û got, "Pêwîste em li dijî tecrîdê her tim li ser piyan bin. Di serî de li ber saziyên Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) eger pêwîstî pê hebe divê em li ber hemû saziyên girîng bi sedan kesî nobedê bigirin."

Ji çalakgeran Ahmed Atalay jî destnîşan kir, ku li hemberî dîlgirtina 17 salan a rêberê gelekî, gelek tişt hene divê werin kirin û got, "Em ji bo Serokê xwe çi bikin hêja ye. Divê em hîn bêhtir bikin." Atalay da zanîn, ku gelê Kurd divê li her qadê çalakiyan lidar bixe û xwedî li Rêberê xwe derkeve.

Atalay ragihand, heta ku Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe û got, "Her kesê ji xwe re dibêje 'ez demokrat im, ez alîgirê azadiyê me' gelo di pratîkê de çiqasî xwedî li Serokê me derdikevin? Li gorî vî navê xwe, divê xwedî li azadiya Serok Apo derkevin."

Atalay işaret bi hewldanên mezin û têkoşîna bi berdêlên giran a gerîlayên Kurd û şervanên li bajaran kir û got, "Van hemûyan ji bo azadiya gel dikin. Wê demê divê em jî bibin hevparê wan. Fedekarî ev e."

Ciwanên Rojavayî yên ji bajarê Ûlmê hatin anîn ziman, ti sînor wê nikaribe gelê Kurd ji hev qut bike. Ciwanan banga xwedîderketina li Ocalan kirin û destnîşan kirin, ku gelê bi salan e ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e, ji niha û pê ve divê vê daxawza xwe hîn bi xurtî bîne ziman.