BI DÎMEN

Nivîskarên Mêrdînî: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin, dengê xwe bilind bikin

Endamên Nûnertiya Merdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd, ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hate girtin, bang kirin ku li vîna girtiyan xwedî derkevin û deng bidin wan.

Li nêzî 20 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê nêzî 200 girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Helwesta ku ji greva birçîbûnê re bibin deng ji her beşê civakê diyar dibe. Nivîskarên ku di Rêveberiya Mêrdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih digirtin, ku Nûnertî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hate girtin, bang kirin ku li vîna girtiyan xwedî derkevin û deng bidin wan.

Nivîskarên Mêrdînê ji bo grevên birçîbûnê û ji bo balê bikişîninin ser referandûmê ji ANF’ê re axivîn.

‘JI MEZLÛMA DOGAN Û XEYRÎ DURMUŞ TA BI ROJA ME’

Ahmez Gezgez: Li Tirkiyeyê, di darbeya 12’ê Îlonê de hovîtiyeke mezin rû da. Wê demê li dijî hovîtî û êşkenceya li zindanan sembolên nemir ên Têkoşîna Azadiya Kurd Mezlûm Dogan û Xeyrî Durmuş xwe fida kirin. Lê niha jî hişmendî û destûra 12’ê Îlonê dîsa li ser Kurdan, li ser girtiyên siyasî bi êşkence, kuştin, kavilkirina bajaran, bi talanê berdewam dike. Em hêvî dikin ku di vê referandûmê de ‘Na’ derkeve û hîmê demokrasiya rastî û dirûst were danîn.

‘DIVÊ BERPIRS JÎ VÎ DENGÎ BIBIHÎSIN’

Adîl Başaran: Daxwazên çalakgeran daxwazên gelê me ne. Ji bo rewşa tenduristiyê yên çalakgerên ku ketine grevê xirabtir nebe divê her kes dengê xwe derxîne. Divê rayedarên dewletê êdî vî dengî bibihîsin û ji bo rêyên diyalogê zemînê çêbikin. Gelek girtiyên ku li dijî zext û zilma pergala heyî ketine grevê mişextî zindanên dî hatine kirin. Bi vê helwesta xwe hem girtiyan û hem malbatan dixwazin ceza bikin.

Referandûm di Rewşa Awarte de pêk tê, ji bo vê jî ne adil e. Xalên destûrê yên ku dane ber referandûmê di serî Kurd xîtabî gelan nake. Ji bo vê jî kesên ku dibêijn em xwedî ûcdan in, divê bi hişmendiya biratiya gelen û araman glena li sendoqa xwedî derkevin û dengê xwe bidin.

‘DIVÊ EM JI VÊ BERXWEDANA DÎROKÎ RE BIBIN DENG’

Eyup Guven: Em di demeke pir nazik û girîng re derbas dibin. Di rojevê de referandûm û berxwedanên zindanan hene. Ya girîng berxwedan û helwesta girtiyan e ku ketine greva birçîbûnê. Ji bo jiyaneke demokratîk ev nêzî 2 mehan e ku ev çalakî didome û rewşa tediristiyê ya çalakgeran hatiye ber rewşa talokeyê. Li pêş vê berxwedana dîrokî bêdengkiyek heye û Kurd divê vê bêdengiyê bişkînin, girtiyên ku ketine grevê divê bigihijin daxwazên xwe û bêyî ku kesek jiyana xwe ji dest bide gav werin avêtin.

Referandûma ji bo Kurdan fersendek e û divê baş were nirxandin. Divê kes nebêje,  ku ez dengê xwe nedim wê çi bibe, lê her dengek jî dikare encamê biguherîne. Her kes divê biçe ser sindoqan, dengê xwe bide, piştî ku dengê xwe da jî heta ku encam diyar bibin divê li dengê xwe xwedî derbikeve.

‘DIVÊ EM BI GIYANÊ 80’YÎ HEV BIGIRIN’

Ramazan Kaya: Em ên li derve ne qêrîna ji zindanan tê lê divê em dengê ji zindanan tê bibihîsin, di pratîkê de destekê bidin û ji wan re bibin deng. Tenê dema ku me darbest li milan kirin em ê li ûcdan bigerin? Beriya ku em darbestên rêwiyên azadiyê bibînin, divê demildest em ûcdanê xwe bikin lêgerîna heqîqetê û dengê vê berxwedanê hîs bikin.

Heke gel ji van tiştên ku van du salên dawî memnûn bibe jixwe rewş wê bi heman rengî berdewam be. Lê ez bawer dikim ku Kurd û Tirk ji tiştên ku ev 2 salên dawî dijîn ne razî ne. Ji bo vê jî ez hêvî dikim ku di referandûmê de wê rastî derkeve holê. Lê dîsa divê em guh bidin dengê li zindanan û li gorî wê gavan bavêjin. Berevajî vê, wê ti maneya mirovbûna me nemîne. Têkildarî mirovbûna me wê pirs çêbibin û ji me weye em ê bikaribin bi van pirsan bijîn.

‘BERIYA KU SUCÊ MIROVÎ WERE KIRIN DIVÊ DAXWAZ WERIN PÊKANÎN’

Ahmet Çelîk: Daxwazên girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ji bo bidestxistina mafan e û ji bo jiyaneke mirovî ye, ji bo vê rapirsin dest bi çalakiyê kirin. Li pêş vê rewşê bêdengiyeke mezin heye. Hem li Tirkiyê û hem li Ewrıpa Kurd li pêş vê helwestê dengê xwe dernexistine. Divê Kurd û saziyên li Ewropa bi lezgînî dengê xwe derxînin. Ji ber ku rewşa girtiyan a tendiristiyê ketiye talokeyê. Beriya ku mirovên me bimirin, beriya ku ev sûcê mirovbûnê pêk were divê mudahele were kirin.

Heke em ê bibêjin, 'yek ziman, yek ala, yek şexs' em ê dengê xwe 'erê' bidin. Lê dengê gelê Kurd di referandûmê de bêguman 'na' ye. Ji ber ku em yek zimanî, yek dewletî, yek rengiyê naxwazin û em dengê xwe nadin yek şexsî. Em Kurd pir zimanî, pir rengiyê dixwazin, dixwazin ku hemû nasname bi heqên xwe bijîn. Ji ber ku em dek û dolabên hilbijartinê beriya niha dizanin, em dixwazin ku gelê me teqez biçe ser sendoqê, dengê ‘na’ bi kar bîne û piştre jî li dengê xwe xwedî derkeve.