'Nivîskar serê xwe natewînin û wijdanê civakê ne'

Komeleya Nivîskarên Kurd: Ji sedî zêdetir nivîskar û rewşenbîr niha girtî ne, dixwazin ku ramanên wan asteng bikin.

Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ji bo, ''Roja Cîhanî ya Nivîskarên Girtî'' daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Nivîskar serî natewînin û wijdanê civakê ne. Ji bo wan azadiya ramanê bivenevê ye. Rastiyeke din jî ew e ku yek ji bivenevê ya pergala kapîtalîst ew e ku ji avaniya felsefeya dîktator naqerin. Ango vegotinên wiha ne, ku wê mantiqa ku dibêje, ''azadiya ramanê heye lê piştî derbirînê tiştên ku wê bibin garantî nakim.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Ji sedî zêdetir nivîskar û rewşenbîr li girtîgehan girtî ne, dixwazin ku ramanên wan asteng bikin.  Ji ber vê, ji bo parastina ramanên rewşenbîr û nivîskarên gritî, ji bo dengê wan were bihîstin, piştî darbeya leşkerî, 15'ê Mijdara 1981'ê ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Navnetewî ve weke roja nivîskarên girtî hatiye ragihandin, bi daxwaza ku hemû mirovên ramanê yên girtî demildest werin berdan, em ji bo hemû girtiyan siberojeke azad hêvî dikin.''