Nivîskar Elî Kerîmî: Îran careke din venagere beriya şoreşa jîna -2

"Ev ciwan zêde li ser siyaseta Rûsya, Emerîka û Îsraîl kûr nebûne, ti têkiliya wan bi vê yekê nîne. Armancên wan diyar in, li benda ti dewletê namînin ku şoreşa wan bi ser bixin. Bi hewldan û keda xwe şoreşê dikin. Ew dizanin çi dixwazin."

Nivîskar û siyasetmedarê naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî di beşa duyem a hevpeyvînê de bal kişand ser xwepêşandana ku jin û ciwan pêşengtiyê dike.

Kerîmî qala nezelaliya helwesta civaka navneteweyî ya li hember Îranê kir û got: “Ji bo gel temenê komara Îslamî bi dawî bûye. Lê helwesta civaka navneteweyî li ber Îranê ne zelal e."

Kerîmî diyar kir ku rêjeya ciwanên tevlî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûne, pir zêde ye û got, "Ev ciwanane zêde li ser siyaseta Rûsya, Emerîka û Îsraîl kûr nebûne, ti têkiliya wan bi vê yekê nîne. Armancên wan diyar in, li benda ti dewletekê namînin ku şoreşa wan bi ser bixin. Bi hewldan û keda xwe şoreşê dikin. Ew dizanin çi dixwazin."

‘HÊZA CIWANAN DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ YE’

Nivîskar Elî Kerîmî bal kişand ser muxalefeta sexte û ev nixandin kir: “Muxalefetên sexte yên li Emerîka û Ewropa dijîn li ku ne? Ew a niha palpişta şoreşê ne û hêzê dide ciwanan dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Şanazim ku ji bo vê bêjim dirûşma ‘mûqedes’. Ji ber ku pir xurt e. Pêşiya her cûre pîlan digire, dikare bigihêje armancên xwe. Ciwan li dora vê kom bûne, bi vê dirûşmê hemû pîlanên dijî şoreşê tine dikin.”

‘CIWAN SER BI XWE NE’

Kerîmî diyar kir ku heta niha çi hatibe kirin van ciwanan bi xwîna xwe kirine û got: “Ev yek serbilindî ye. Ev ciwan serbixwe ne û pişta xwe nedane ti dewletek. Baweriya wan bi netew dewletê jî nîne ku ew a me pêştir xwe ji bo wê dida kuştin.”

Kerîmî wiha domand: “Divê gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bawerî bi melayan neînin. Ji ber ku zarokên wan li welat û zanîngehên herî xwe dixwînin û dijîn. Di nava kêf û sefayê de ne. Hewl didin serê xelkê Îranê tevlîhev bikin. Îro xelkê Îranê û ciwanên Jînayan hişyar bûne û bûne ji sedî 70’ê nifûsa Îranê. Ê divê rast hişyar bin ceş û basîcên ku heta niha dest ji melayan bernedane. Divê zanibin ku şoreş ser bikeve ev mela wê hemû birevin, hûnê bimînin; kes we naparêze. Divê bawerî bi melayan neînin, cih di nava rêzên gel de bigirin.”

‘GEL GUH NADE, DERXISTINA ÎSLAH TELEBE YA PÊŞ VALA YE’

Nivîskar Elî Kerîmî bi berdewamî bal dikişîne ser pîlanên Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo berovajîkirina civakê û wiha pêde çû: “Niha qala Îslah Telebe tê kirin, carekî din derxin pêş. Di rastiyê de ev hemû zilamên rejîmê ne. Hewl didin temenê rejîmê dirêj bikin. Eger ev Îslah Telebe nebûna, dibe ku heta niha Komara Îslamî ya Îranê nemabûna. Demek dirêj bû gel şoreş kiribû. Gel guh nade van û hewldanên derxistina pêş a Îslah Teleban vala ye. Ji ber ku nifşê niha pir şareza ye û jêhatî ye.

‘JÊGERIN BILA BI XWE PÊŞENGTIYÊ BIKIN’

Ciwanên Jînayî siyaseta kevin û klasîk derbas kiriye, siyaseta berê ji bo daxwazên wan nabe bersiv. Her di nava çalakî û merasîman de kifşe ji nava xwe hinek derxistine û rêbertî û pêşengtiyê dikin. Ji bo wê ya herî baş divê jê bigerin ew bi xwe pêşengtiyê bikin.

‘ALÎKARIYA HERÎ MEZIN CIH LI GEL WAN BIGRIN’

Nivîskar Elî Kerîmî bang li Komele, Demokrat, Yekîtî û partiyên modelên hîzbi kir ku dev ji pêşengtiyê berdin û got: “Eger dixwazin tiştek bikin, weke zarokên xwe biçin tevlî çalakiyan bibin, çalakiyê mezin bikin. Daxwaz ji dayik-bavên ciwanan dikim; tevlî xwepêşandanan bibin. Ji Sibe bigire heta Merîwan, Mihabad û hemû bajarên Îranê mil bi milê ciwanan bin. Dikanan daxin, ev yek alîkariya herî mezine ji bo wan.”

‘HIŞYAR BIN JI HER HEWLDANEKE JI RÊ DERXISTINÊ’

Herî dawî dubare Kerîmî ev hişyarî da: “Hemû alî hişyar bin li ber her hewldaneke ji rêderxistina şoreşê ya ji aliyê lobiyên Îranê, axa û hîzbên kilasîk û serweriya welatên rojava. Hêviya min heye ku ev şoreş wê ser bikeve. Heta niha gavên baş hatine avêtin, yek ji destketên yekem keç dikarin bi azad li ber çavê melayan laçika ser serê xwe avêtiye, li nava sûk û bazaran digerin. Îran careke din navegere pêş şoreşa jîna.”