Nivîskar û kesayetê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî derbarê bûyer û rewşa şoreşa gelan a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi nasnavê ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ serî hildaye, her wiha hewldanên ji bo berovajîkirina şoreşê û dîsa desteka welatên rojava ya ji bo Komara Îslamî ya Îranê, desteka xelkê Rojhilat û Îranê ya ji bo çalakiyan ji ANF’ê re axivî.
Nivîskar Elî Kerîmî di beşa destpêkê ya nirxandinê de giraniyê dide ser şoreşa gelên Îranê ya sala 1979’an û dîsa xwepêşandanên ji bo azadî û piştî wê komara mezhebî hate damezirandin.
Kerîmî anî ziman ku çawa destê welatên rojava di berovajîkirina Şoraşa 1979’an de hebû, niha jî hemû hewldan tê kirin ku şoreşa nû ya gelê Îran ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serî hildaye berovajî bikin û ji rêya wê ya heqîqî bê derxistin.
‘DIRÛŞMA ‘YEKÎTÎ, TÊKOŞÎN, SERKETIN’ BÛ’
Kerîmî anî ziman ku xwepêşandanên salên 1979’an zêdetirê xwe xwendekaran û çepgiran bûn û got: “Bi taybet Zanîngeha Abzirgan yek ji van cihan bû ku herî zêde tevgera xwendekaran lê xurt bû. Dema şoreşa 1979’an li bajarê Tewrêz destpê kir, piranî xwendekar daketin qadan û dirûşma wan ‘Yekîtî, Têkoşîn, Serketin’ bûn. Ev dirûşim a komînîst û çepan bû. Komînîstan û hêzên çep pêşengtî ji vê re dikirin. Bi hezaran xwendekar daketin qadan û hêzên rejîmê êrîş bire ser wan. Gule li xwendekaran barandin. Şoreşa gelên Îranê ya wê demê xwendekaran û tevgerên çep pêşengtî ji çalakiyan re dikirin.”
Nivîskar Kerîmî diyar kir ku di wê demê de ji aliyê komek biçûk ve ku berê wî qet ew nas nekiribû jî hebû û dirûşma ‘Mezhebê me Huseyînî ye, rêberê em xumeynî ye’ ev dirûşim nakokî da çêkirin û got: “Me xwendekaran gotibû ku ew dirûşmên îslamî nadin. Ji ber ku dirûşma me ‘çakûç’ bû. Bi sedan belavok û poster destê xwendekaran bû, hemû dirûşmên çep û komînîstî bûn.”
‘ŞOREŞA GELÊN ÎRANÊ 13 MEHAN DOM KIR’
Kerîmî anî ziman ku şoreşa gelê Îranê ya wê demê 13 meh dom kir û ev wiha domand: “Her çû şoreş ji rêya xwe derket, hate derxistin. Roj bi roj hêzên dirûşmên Îslamî qîr dikirin, zêdetir bûn, zêdetir dest li xwepêşandanan kirin û ber xwe kişandin. Niha jî seneryoyên wiha hewl tê dayîn bê kirin. Wan deman Qenala herî mezin BBC peyamên Xumeynî belav dikir ji bo tevahî Îranê. Yan jî dema kasetên dengê Xumeynî dihatin bi sed hezaran di yek carê de dihatin kopîkirin û bi lez li hemû Îranê dihatin belavkirin. Ev jî vê yekê nîşan dide ku hêzek mezin li pişt wê tevgerê hebû. Ev tê wê wateyê ku di asta navneteweyî de piştevaniyek mezin dida bo Xumeynî û dîsa kesên akademî navneteweyî karê wan ji bo wan çêdikir û amade dikir ku dest danî ser xwepêşandan gelê Îranê.
‘EMERÎKA LI PIŞT HÊZÊN XUMEYNÎ BÛN’
Wê demê Îranê gelek sazî û dezgeyên sîxûrî û îstixbaratê hebûn. Îran xistibû nava saziya navneteweyî Optîk Manorî. Li wê demê sefîrê Emerîka yê li Tehran bi navê Sûlîvan ku têkiliya wî li gel wan komên ser bi Xumeynî ve hebûn. Li gorî Emerîka wa bû ku eger şoreşa 1979’an şoreşa gelên Îranê ya çep û demokratîk ser bikeve wê yekîtiya sovyetê mezin bibe û hikûm li hemû dinê bike. Ji bo wê xwest desthilata Şah hilweşe û piştgirî da hêzên Xumeynî.”
Nivîskar Elî Kerîmî bal kişand ser Ebdûlkerîm Qasimlo ku dema li Îranê şoreş kir, Emerîka ji wî aciz bû ji bo wê ew şoreş serkut kir û got: “Ji bo wê Emerîkan û welatên serdest nedixwest careke din li Îranê şoreşeke din a çep û komînîst serî hilde. Her çendî wê demê hêza Şah jî nemabû ku dawî li xwepêşandanan bîne, ji bo wê Emerîka bawerî bi Şah nemabû. Ji bo wê keseke weke Xumeynî anî ser kar.”
Kerîmî destnîşan kir ku berî Şoreşa 1979’an bi 3 mehan Elmanya, Fransa û Îngîltere li Giwatalop kom bûn û li ser wê li hev kirin ku Şahê Îranê hilweşînin û Xumeynî derxin pêş û wiha pêde çû: “Ji bo wê di nava wê liv û tevgera mezin a Îranê de di demeke kin de tevgera ku çepan pêşengtî dikir, veguherî Îmam Huseyîn û Şîatî. Ev yek jî bi piştevaniya hêzên cîhanê bû. Xelkê Îran bûn mirûdê Xumeynî û ew jinên ser vekirî û Tehran weke Parîs pênase dikirin, ketin jêr eba. Salên destpêkê eba bi zorê nebû, li dibistanê ferz bû. Ez ji vê piştrastim ku ev kar kerê melayan nebû, belkû ji derve di asta navneteweyî de saziyên cîhanî û îstixbaratê piştgirî dikirin. Rê û rêbaz nîşan didan. Ji ber ku dema Xumeynî li Fransa bûn, rêveberên Emerîka serdana wî dikirin, hemwext Fransî jî têkilî bi wî re hebûn. Ji xwe bi berdewamî lobyayên Îranî kar ji bo wî dikirin.”
‘ŞOREŞA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ HEMÛ ŞOREŞ DERBAS KIRIYE BÛYE MALÊ HER KESÊ’
Nivîskarê Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî diyar kir ku şoreşa gelan a bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir, şoreşa Jîna ye û xwedî dirûşmeke bi hêze û wiha domand: “Hemû gelên Îranê vê dirûşmê ya xwe dibîne. Divê em şev û roj ji bo vê dirûşmê kar bikin. Vê dirûşmê şoreşa Fransa a Baastîl û hemû şoreşên komûnîst derbas kiriye û berfirehtire. Bi vê dirûşmê kes nayê kuştin, kes komkujî nake, tundî têde nîne. Ev dirûşim a me her kesê ye. Hemû jin a xwe dibînin. Jinên Qûm vê dirûşmê ya xwe dibînin.
‘NIHA HEWLDAN HEYE ŞOREŞA JÎNA JI HEQÎQETA WÊ DERXÎNIN’
Îro bi rojane hemû xelkê bajarên Kurdistanê û dîsa ji Şîraz bigire heta Tehran, Belûcistan, Xozistan dadikevin kolanan, bê cêwazî daxwazên xwe qîr dikin. Niha hinek dixwazin vê şoreşa Jîna ji rêya rast derxînin. Nimûne sala 2002’an Emerîka saziyek bi navê Nayak ava kir. Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîfî piştgirî dikir. Ev sazî lobî û piştgirî dida desthilata Îranê. Hêz û desthilateke din li pişt Îranê heye. Eger em li karê 40 salên dawî yên Komara Îslamî ya Îranê binêrin em ê bibînin weke panoramayekê em ê bibînin ku ti desthilatekê bi qasî Komara Îslamî ya Îranê xizmet bo Emerîka û welatên din ên rojava nekiriye. Eger ku Komara Îslamî ya Îranê heta niha li ser desthilatê maye, ev ne aqilê tenê melayan e. Piştgiriya lobiyên Rojava û navneteweyî ye. Ev karê wan bi rêk dixe, ev yek jî bûye belayek ji bo gelê Îranê. Ev nêzî 70 rojin Şoreşa Jîna dewam e, heta niha ti welatek rojava bi germ piştgirî nekiriye li vê şoreşê.”
‘CIWANAN TEV JÎNAN E Û DANE SER RÊYA ŞOREŞA XWE’
Herî dawî Kerîmî diyar kir ku eger nifûsa civaka Îranê 90 milyon be 60 milyon ciwan in, ev ciwan nakevin bin bandora siyaseta Emrîka û melayan got: “Wan tev jînan e û dane ser rêya şoreşa xwe.”