Nisêbînî: Em jiyana ku dewlet li ser me ferz dike, qebûl nakin

Şêniyên Nisêbînê nerazî ne, ku AKP xaniyê wan xera dike û hewl dide wan bixe nava avahiyên TOKÎ.

Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, piştî 134 rojên qedexeya derketina derve, demeke dirêj di nava dorpêça dewletê e ma û piştre hewldana îstimlaqkirinê lê dest pê kir. Li gorî Komîsyona Tespîtkirina Xisarê, 28 hezar caran top li navçeyê hatine barandin û piştre 6 tax bi temamî hatine xerakirin. Dûre lêkirina avahiyên TOKÎ dest pê kiriye. Şêniyên navçeyê li ber vê yekê rabûn û destnîşan kirin, ku ew jiyana TOKÎ qebûl nakin.

Welatiyên ku înşaetên TOKÎ qebûl nakin û xaniyên xwe yên xisareke kêm lê bûye sererast dikin, dibin hedefa gefên "Wê dor were we jî". Nisêbînî destnîşan dikin, ku ew ê ti carî serî li ber gefan netewînin û dibêjin, "Ji ber çanda me ya jiyanê û mêvanperweriya me, mirovên herî xizan jî xaniyên fireh ji xwe re çêkiribûn û li nav dijiyan. Xaniyên me ji gelek odeyan pêk tê û her odeyek li gorî xaniyên li rojavayê Tirkiyeyê mezintir in. Dewleta ku hem canê me hem jî malên me ji me stand, niha jî dixwaze me bixe nava xaniyên TOKÎ yên mîna pînikan. Qaşo wê me bi vê bixapîne. Dewlet hewl dide cîhan û jiyana me biçûk bike. Em ê vê qebûl nekin û vê jiyana li ser me ferz dikin, ti carî nepejirînin."

Nisêbîniyan anîn ziman, ku taxên TOKÎ lê ne û herêmên din ji hev hatine qutkirin, navçe bûye du parçe û gotin, "Dema mirov li her du beşên bajêr dinerin, mirov cudahiyê bi çavên xwe dibînin. Nisêbînî wiha dewam dikin: "Dewlet hewl dide taxeke zirecêb bixe nava çend avahiyên ji beton. Em û zarokên xwe vê jiyanê qebûl nakin. Xaniyên me bi bexçe ne, dema ku me li bexçeyên xwe derbas dikir, me li nava xanî derbas nedikir. Niha li rewşa navçeyê binerin. Em naxwazin vê jiyanê bijîn."

Nisêbîniyan her wiha diyar kirin, derew e ku dibêjin 'dewlet alîkariya kirê dide' û bi vî rengî nerazîbûn nîşan dan: "Me heta niha ti heqekî kirê ngirt. Ji xwe xanî nehiştine ku em kirê bikin. Li xaniyên mayî jî 2-3 malbat di xaniyekî de dijîn."