Nisêbînî: Divê tecrîd tavilê bê rakirin

Nisêbînên ku ji bo hevdîtin bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin ketine greva birçîbûnê, diyar kirin ku ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan wê bi her awayî çalakiyên demokratîk li dar bixin.

Nisêbînên ku ji bo hevdîtin bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin ketine greva birçîbûnê, diyar kirin ku ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan wê bi her awayî çalakiyên demokratîk li dar bixin. Nisêbînî di vî warî de ji ANF'ê re axivîn.

'DILSOZIYA ME YA BI RÊBERTÎ Û FELSEFEYA WÎ RE WÊ TI CARÎ NEQEDE'

NEZÎR SARAÇ: Tecrîda li ser Rêbertî pêkanînek li derveyî mirovahiyê ye. Ji ber ku vê tecrîdê şermezar dikim û qebûl nakim, tevlî grevê bûme. Ev tecrîd ne tenê li dijî Rêbertî ye, her wiha li hemberî gelan e. Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan di fikir û jiyana hemû gelan de wê bide destpêka azadiyê. Bi vê re wê aştî û demokrasî jî bê. Dilsoziya me ya bi Rêbertî û felsefeya wî wê ti carî neqede. Berevajî, zext û zordariya desthilatdaran wê dilsoziya me ya bi Rêbertî re xurtir bike.

'HETA KU TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN'

MEHMET ZEKÎ DEMÎR: Greva me ya birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî ye. Gelê Kurd ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêbertî em ê bi her awayî çalakiyên demokratîk li dar bixin. Bila her kes êdî bi vê zanibe, ku rakirina tecrîda li ser Rêbertî wê rê li ber aştiyeke xurt veke. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd e, her wiha ji bo Tirkan û gelên din jî derbas dibe. Ji ber vê yekê divê her kes tavilê bi vê rastiyê bihese û dengê xwe bilind bike.

'HETA KU TECRÎD NEYÊ RAKIRIN, WÊ KRÎZAS SIYASÎ NEQEDE'

NEZÎR OZBEY: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Zêdeyî 18 sal in li ser Rêbertî tê ferzkirin. Divê tecrîd were rakirin û destûr bê dayin ku parêzer an jî malbat tavilê hevdîtinê pê re bikin. Di rewşeke berevajî de wê krîza siyasî ya li welêt bidome û veguhere agirekî ku bandorê li tevahiya cîhanê dike. Ji ber vê yekê em ê çalakiyên xwe li her cihî, li her qadê bidomînin. Ji ber ku gel êdî bi hesreta aramî, aştî û demokrasiyê ye.

'EM Ê TECRÎDÊ TI CARÎ QEBÛL NEKIN'

HAMÎT TOKAY: Armanca çalakiyên li welêt û çar aliyên cîhanê tên lidarxistin, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku hikumet û delweta AKP'ê li ser ferz dike. Bi salane destûr nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Her wiha nahêlin ku têkiliyê bi heyeta Îmraliyê re deyne. Rewş û helwesteke bi vî rengî ji aliyê gelê Kurd ve ti carî nayê qebûlkirin. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî bê rakirin wê çalakiyên me yên bi her awayî bidomin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya hemû gelan e.

'RAKIRINA TECRÎDÊ WÊ RÊ LI BER AŞTÎ, AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ VEKE'

ŞERÎF BARIŞ: Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me, ne tenê greva birçîbûnê, em ê hemû çalakiyên demokratîk li dar bixin. Weke mirovekî ji Nisêbînê û weke mirovekî êşên giran dîtiye, ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bes êşê bikişînin dixwazim aştî, demokrasî û azadî bê vî welatî. Yekane rêya vê jî rakirina tecrîda li ser Rêbertî ye, destûra ji bo hevdîtina pê re ye. Di rewşeke berevajî de agirê li welêt wê gurtir bibe.