Nîşaneya meşa çiyê ya 23 salan: Şaristan

Şaristan ne tenê rahişt kamerayê, di heman demê de ji bo parastina gelê xwe yê leheng ji qirkirinê rahişt kleşê û kete nava şerekî giran.

23 salan bi çeka li mil, bi kameraya li dest, bi çenteyê tijî hêvî li çiyê, li deşt û zozanan, li ber ronahiya bajaran, bû rêwiya azadiyê.

23 sal tenê bi xweşî derbas nebû. Bi berf, baran, herî, bi gulebarandin, bombardûman, êrîşên bi bombeyên giran, çekên lav, roketan derbas bû. Her kêliya 23 salan bi metirsiya mirinê, bi jiyaneke têr û tijî derbas bû.

Ya ku qala wê tê kirin jiyana Şehîd Şaristan e. Nobedarî ji agir re, hevrêtî ji azadiyê re kir. Gelek êş û xweşî di nava 23 salên gerîlatiya xwe de bi cih kir.

Jiyaneke gerîla ya ji 23 salan a bi têkoşînê derbas bû. Şop li dîrokê û jiyanê hişt. Bû berdevka berxwedana bêeman a gerîla.

BI KAMERAYA XWE DA PEY HEQÎQETÊ

Gerîla Şaristan 23 salan di destekî de çek, di destê din de jî kamera da pey heqîqetê, hewl da bibe dengê heqîqetê. Ya ku bû sedem ku Şaristan bide pey heqîqetê çi bû?

Ji bo fêhmkirina Şaristan divê mirov li nirxên wê binihêrin ku li pey xwe hiştiye. Şaristan li her bihosta Kurdsitanê bû zimanê eşq, dilsozî, şer û jiyana gerîla ya li çiyayên asî. Bi vê têgihiştinê gav avêt, da pey heqîqetê û her roj hîn bêhtir beziya.

Li pey xwe mîrateyeke gelekî mezin hişt.

Hempîşeyên wê îro xwedî li mîrateya Şaristan derdikevin û pênûsa wê ya heqîqetê roj bi roj bêhtir xurt dibe.

Mirovên ku hestên mezin di kesayetiya xwe de afirandine her tim bi rengekî bilind û bi wate dijîn. Mîrateya ku te ji me re hişt mîna avekê diherike, mîna te li ser rêya heqîqetê ye û digihêje hemû mirovan ên ku kamera di destê wan de heye. Her ku diherike nûbûnê diafirîne, hêviyê digihîne paşerojê.

Mirovahî hemû şahidiyê jê re dikin ku tovên te reşandine şîn dibin. Pêşenga heqîqetê, nîşaneya jiyanê. Em niha di şexsê de de heqîqetê hîn bêhtir fêhm dikin. Ji Gûrbetellî Ersozan heta Nûjiyan Erhanan, ji Axîn, Koçerîn, Avrîn û Rozayan heta Şaristanan ev têkoşîna lêgerîna li heqîqetê wê her tim dewam bike. Govenda heqîqetê bêyî ku raweste wê ji aliyê me hempîşeyên wan ve her tim dewam bike, ji bo azadiya welatekî em ê bibin şopdarên vê heqîqetê.

Şaristan ne tenê rahişt kamerayê, di heman demê de ji bo gelê xwe yê leheng ê li ber qirkirinê rahişt kleşa xwe û kete nava şerekî bêeman. Gelek caran birîndar bû, gelek caran bi mirinê re rû bi rû ma. Lê belê ti tiştî nekarî wê ji vê dozê vegerîne. Bi eşqeke mezin xwe li jiyanê girt û her tim ji jiyanê hez kir.