Nêzî 200 wesayîtên zirxî yên PDK’ê ber bi Sîdekan ve hatine şandin

Îro êvarê nêzî 200 wesayîtên zirxî ku tê de hemû cûre alavên leşkerî yên giran heyî ji Deşta Heyatê û beşek jî ji Deşta Herîrê ber bi navçeya Sîdekan a Biradostê we hatine şandin. Beşek vê gihîştiye Sîdekan.

Li gorî agahiyên çavkaniyên cihê baweriyê îro êvarê PDK ku di serkêşîkirina ji bo dagirkeriya dewleta Tirk xwe paşve nade nêzî 200 wesayîtên ku tê de gelek cûreyên çekên giran weke doçka, top û hwd, her wiha tank û panzer ji du cihan ber bi navçeya Sîdekan a herêma Biradostê veguhestiye.

Li gorî heman çavkaniyê beşek ji wan wesayîtan ji Deşta Heyatê ya girêdayî herêma Biradost hatiye şandin. Beşa din jî ji herêma leşkerî ya Deşta Herîrê ya nêzî Hewlêrê hatine şandin.

Çavkaniyan ragihandin ku li gorî gotegotên qadê tê payîn ku ew veguhezîna hêzê ya ji aliyê PDK’ê ve bi armanca êrîşkirina li ser herêma Goşînê, Gewriya Sînga û Gewriya Berbizînê hatiye pêkanîn.