Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê 9 sal in neqediya ye!

Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ya Wanê ku hîmê wê di sala 2008'an de hate danîn, tevî hemû sozên AKP'ê jî, hê neqediya ye.

Li navçeya Erdîş a Wanê di sala 2014’an de ji bo hewcedariyan bijîşkan nexweşxaneyek konteynir çêkirin. Ji gund û navçeyên derdorê nêzî 200 hezar kes berê xwe didin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê, lê nexweşxane bûye hêlîna bakteriyan. Bijîşk kêm in û li şûna dermankirinê nexweşî belav dibin. Nexweşxane di nava qirêjiyek mezin de ye û terkî qedera wê hatiye kirin. Her wiha li gel hemû sozên AKP'ê di sala 2008’an de hîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê hate danîn, lê ev 9 sal in nexweşxane neqediya ye û hîna  jî înşeat e.

Li taxa Kişla di 2008’an de ji aliyê Wezîrê Perwerdyê Huseyîn Çelîk yê wê demê û AKP’iyan ve hîmê avahiya Nexweşxaneyê hate avêtin. Lê mixabin ev 9 sale ji soza hilbijartinê wêdetir pêş neket. Înşata avahiya nexweşxaneyê hînê li cihê xwe disekine. Şêniyên herêmê nerazîbûnê nîşanî vê rewşê didin.

BÛYE ÊŞKENCE LI GEL

Ji ber ku navçe bê nexweşxaneyea û nexweşxaneya heye jî bê amûr û bijîşk e, gelê herêmê gelek zehmetiyan dikişîne. Ji ber bijîşkên zayînê û jînekolog kêm in piranî jinên tên nexweşxaneyê bêyî dermankirin vedigerin û piranî jin ji ber neçarî, beşa lezgîn tercîh dikin. Her wiha randevû jî qels in. Welatiyên dixwazin ji 182 randevûyê bigirin, dema bersivê nekarin bigirin di saetên derengiya şevê de neçar dimînin bikevin rêza bijîşkan. Gelek kes jî bêyî fîşê bigirin vedigerin malên xwe.