Newroza Wanê: Em ê faşîzmê û tecrîdê bişkînin

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayyîp Temel li Newroza Wanê axivî û got, ''Kurd tecrîda li ser Rêzdar Ocalan qebûl nakin.'' Feylezof Noam Chomsk jî ji Newrozê re peyam şand.

Tevî barîna berfê û sermayê jî îro bi sedhezaran kes herikî qada Newrozê ya Wanê. Pîrozbahî bi coşeke mezin û bi axaftinên siyasetmedaran berdewam kir. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî di pîrozbahiyê de axivîn. 
 


‘ERDOGAN PÊVAJO TÊK BIR’ 
 
Tayîp Temel ji ewil Newrozên sala 92’yan bi bîr xist û wiha got: “Ew agir, tu caran venemirî. Berxwedana ku Mazlum Dogan bi sê darikên neftikê li Zindana Amedê dabû destpêkirin, îro bi hêza milyonan kesan tê domandin. Bi milyonan kes vê paradîgmaya azadiyê dişopîne. Heta ku em rêber, rêheval û hevalên xwe yên têkoşînê yên di zindanan de azad dikin jî dê li ber xwe bidin. Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, şerê qirêjî yê li dijî kurdan tê meşandin e. Ji bilî pirsgirêka kurd, li ser her tiştekî daixvin. Hin kes jî nawêrin xwe bidin gel HDP’ê. Lê bêyî ku şerm bikin, tê ji we rehiyan dixwazin. Dê kurd bi van hewldanan nexapin. Tu karê kurdan bi kesên ku pirsgirêka kurdan nîqaş nakin û rêyên çareseriyê pêşkeş nakin re nîne.”
 
‘BI ÎNKARÊ DEST PÊ KIR’
 
Temel, anî ziman ku gelê kurd têkoşîna xwe bi bedelên giran didomîne û wiha pê de çû: “Daxwaza me, demokrasî bû. Lewma êrişî me dikin. Bêyî ku şerm bikin me bi têkbirina pêvajoya çareseriyê tawanbar dikin. Birêz Ocalan di deklarasyona ku bo milyonan hat xwendin de wiha digot; ‘heke niyeta dewletê ya çareseriyê hebe, wê demê ez pêvajoya siyaseta demokratîk didim destpêkirin.’ Lê Erdogan ev pêvajo înkar kir. Birêz Ocalan xistin tecrîdeke giran, bi hezaran kes hatin kuştin û dest danîn ser şaredariyên me.” 
 
NEWROZA STATÛYÊ 
 
Di berdewamê de Temel diyar kir ku dê desthilatdariya heyî sala 2023’yan nebîne û wiha dom kir: “Pirsgirêk tenê desthilatdarî nîne. Hêzên alternatîf jî di vê polîtîkaya înkarê ya dewletê de ne bi israr in. Dixwazin kurdan bixapînin lê kurd bi van hewldanan naxapin. Yek ji pirsgirêkên me yên din jî yekitiya neteweyî ye. Lê hinek hêzên kurdistanî hene ku van êrişên AKP’ê rewşa nîşan didin. Heta ku yekitiya neteweyî neyê avakirin, ne Hewlêr û ne jî cihekî din dikare xwe li ser pêyan bigire. Heta ku kurd li Bakur, Rojhilat û Rojava jî statûyê bi dest nexin, dê ev pirsgirêk çareser nebe. Ev Newroz, Newroza bidestxistina statûyê ye. Gelê kurd tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nake û Ocalan weke rêberê xwe yê muzakereyan dibîne. Heta tecrîd bi dawî nebe, tu pirsgirêkek li Tirkiyeyê çareser nabin. Em ê teqez tecrîdê têk bibin.” 
 
DÊ EV PERGAL BIXRÛXE
 
Piştre jî Sezaî Temellî derket ser dikê û axivî. Temellî, da zanîn ku Newroz serhildana li hemberî tarîtiyê ye û wiha domand: “Gelê kurd, li dijî zilma li ser vê erdnîgariyê tê kirin li ber xwe didin. Her ku em li ber xwe didin dê ev faşîzm û tarîtiye jî têk biçe. Em ê vê faşîzmê têk bibin û azad bibin. Ev pergal wiha nadome û dê birûxe.”
 
Temellî, da zanîn ku navnîşana çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê, Ocalan e û wiha bi dawî kir: “Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, aştî nayê Rojhilata Navîn. Li cihên şer lê diqewime, hewcehî bi muzakereyan hene. Li vir jî tenê muxatabek heye ku ew jî birêz Ocalan e. Lê vê qebûl nakin û tecrîdê bêhtir giran dikin. Em ê vê faşîzmê têk bibin û maseya hevdîtinan ava bikin.”

Zimanzan Noam Chomsk jî peyameke bi dîtbarî ji Newrozê re şand.  Chomsk di nameyê de got, ''Gelê Kurd bi dilêrî ji bo azadî û dadê têkoşiya. Zilma û zordariyeke mezin li wan hate kirin û bi ser wan de çûn. Têkoşîna wan li dijî vê zordariya mezin hêviyê dide mirov. Heke bi qasî serê derziyê jî keda min di nav vê têkoşînê de hebe ev ji bo min serbilindî ye. Beriya bi demekê min li Zanîngeha Rojava axaftinek kir. Beriya bi çend salan mirov nikarîbû xeyala vê jî bikira. Ev nîşanî me dide ku rihê mirovan ne tenê xeyal dike, her wiha pêk jî tîne. Berxwedan û serkeftina Kurdan ev ders da hişê me. Helbet, wê bidome wê ne kêmî vê jî îlhamê bide. Paşerojê tişta ku wê bikin wê ne kêmî çêkirina dîrokî be. Newroz Pîroz be!

 Tecrîdeke giran li ser Rêzdar Ocalan hatiye danîn. Tecrîd tesîra xwe li ser gelê Kurd jî dike. Divê ev tecrîd were şikandin.''