Newroza Qendîlê: Banga yekîtî û têkoşînê bilind dibe

Newroza Qendîlê bi coş dewam dike. Di peyamên hatin dayîn de banga yekîtî û xurtkirina têkoşînê hate kirin.Hate diyarkirin divê li hemberî nokerî û xiyanetê helwest were nîşandan.

Newroza li Binarê Qendîlê bi coşek mezin dewam dike. Piştî peyama bi dîmen ya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hate guhdarkirin, peyama KJK’ê peyama Tevgera Azadî hate xwendin.

Peyama KJK’ê ya ji bo Newroza Qendîlê wiha ye:

“Dem dema parastina jina azad û civaka azad e, di Newroza serkeftin û berxwedanek din de, vê carê jî li her derê agirê Newrozê geştir dibe. Newroza 50’î salî ya têkoşîna azadiya gelan, ev newroz Newroza pûçkirina peymana Lozan û têkbirina xeta xiyanet û faşîzmê ye.

Di kesayetiya Kawayê serdemê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yuce, Sakîne Cansiz, Viyan Soran, Arîn Mîrkan û Şîrîn Elemhulî de, em hemû şehîdên ku bi canê xwe agirê Newroz û têkoşînê geş kirine û bûne pêşengê dawîanîna faşîzm û sîstema desthilatdar, bi hurmet bi bîr tînin.

Em ji vir heya Îmraliyê ku ruhê berxwedan û agirê azadiyê di dilê me de zindî kiriye, pîrozbahî û soza xwe dişînin. Em Newroza têkoşerên rêya azadiyê, girtiyên siyasî heya gerîlayên azadiyê, têkoşerên di kolanan de, malbatên şehîdan û hemû azadîxwazan, bi taybet jî hemû kesên tevlî Newroza Qendîlê bûne, pîroz dikin.

Gelê Kurd tevî hemû êriş, komkujî û komployan îro bi ruhê berxwedana Newrozê li ser piyan e û têdikoşe. Ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, hemû azadîxwazên di cîhanê de bi pêşengiya jinan ku bi paradîgmaya Rêber Apo rabûne, têdikoşin.

Em weke KJK’ê bi îradeya ku ev 30 sal in em hêzê jê digrin, carek din cejna Newrozê li Rêber Apo, hemû jinan, civak û hevalan pîroz dikin. Soz didin azadiya fizikî ya Rêber Apo, bi hevre jiyana gelan û têkbirina peyaman Lozan bi pêşengiya jinan mîsoger bikin. Soza serkeftin û azadiya fizikî ya Rêber Apo dubare dikin.”

Piştî peyama KJK’ê koma mûzîkê ya Çiyayê Şengal ku ji Şengalê hatî derketin ser dikê, bi reng û dengê xwe stran gotin.

Li qadê bê navbera dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ tê qîrkirin.

Li ser navê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah  peyamak da. Abdullah diyar kir ku ev der ne tenê Qendîl, ev der Amed, Qamişlo û Mihabad e.

Abdullah destnîşan kir ku pêwîstî bi têkoşîneke nû ya gelê me heye, ev têkoşîn li Kurdistanê tê kirin û got: “Divê vê têkoşînê li her derê xurt bikin. Em bang li her kesê xayîn û noker dikin bila vegerin, pêwîst bi têkoşîneke netewî heye.”

Pîrozbahî bi stranên Berbang dom dike. Gel li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin.

Pîrozbahî didome.