Newroza Qendîl: Têkoşîn divê bi rengekî xurt bidome
Li Qendîlê şahiya Newrozê bi coş dewam kir. Komîteya Newrozê diyar kir ku tevgera azadiyê hatiye qonaxeke krîtîk û têkoşîn divê bi rengekî xurt bidome.
Li Qendîlê şahiya Newrozê bi coş dewam kir. Komîteya Newrozê diyar kir ku tevgera azadiyê hatiye qonaxeke krîtîk û têkoşîn divê bi rengekî xurt bidome.
Organîzatorên Newroza Qendîl, di dema şahiyê de daxuyaniyek da.
Komîteya Amadekar destnîşan kir ku Qendîl kelha berxwedan û azadiyê ye.
Komîteyê bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û ragihand ku divê pêvajoya aştî û diyalogê were pêşxistin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her doj nêzîktir dibe û ev tişt jî hate gotin: “Tevgera Azadiyê gihiştiye qonaxeke krîtîk û îradeyeke xurt qezenc kiriye. Têkoşîn divê bi rengekî xurt bidome.”