Newroza Qendîl bi gerandina govendê ve bi dawî bû

Pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîl a bi tevlîbûna bi hezaran hate kirin, bi gerandina govendê ve bi dawî bû.

Pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîl li ber stranên hunermend Berhemî Şemamî gerandina govendekî girseyî bi dawî bû.

Bernameya pîrozbahiyê şeş saetan domkir. Di pîrozbahiyê de tevî daxuyaniyên aliyên siyasî, nûnerên rêxistin û komeleyan bi dehan hunermend derketin ser dikê û berhemên xwe yên hunerî ji gel re pêşkêş kirin.

Di nava bernama pîrozbahiyê de hunermend Diyar Dêrsim, Berhem Şemamî, Casmî Saz, Ihsan Zîrek, Kerîm Surçî, hunermend Rotînda, Şilêr Sineyî û Rizgar Îsmaîl derketin ser dikê û li ber stranên xwe gel coşandin.

Herwiha komên muzîkê yên Şehîd Serhed, Awazê Çiya, Koma Govendê ya Şehîd Destîna stran û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Di pîrozbahiyê de hunermend Diyar Dêrsim strana xwe ya nû ya li ser serhildana Şêladizê yekem car pêşkêş kir.

Her wiha Koma Awazê Çiya jî stranekî nû ya komê yekem car di pîrozbahiyê de pêşkêş kirin.