Newroza Geverê: Gelê Kurd jiyana bêyî Ocalan qebûl nake

Di Newroza Geverê de daxwaz azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş. Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayip Temel di pîrozbahiyê de axivî û got “Gelê Kurd jiyana bêyî rêzdar Ocalan qebûl nake.”

Li Geverê jî Newroz hate pîrozkirin. Piştî hunermend Kadîr Çat, Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayip Temel axivî. Temel got “Ligel serma Zagrosan jî gelê me bi coş hate vir, ez berxwedana we silav dikim. Newroz li zindana Amedê bi agirê Mazlûm Dogan dest pê kir. Ev meş, meşa Mazlûman e.

Îro em li dijî hikumeteke faşîst têdikoşin. Dibêjin em li Ukraynayê aştiyê diparêzin lê êrişî Efrîn û Başûrê Kurdistanê dikin. Dijminên Kurdan dixwazin di sala 2023’an de Kurdan bêstatu bihêlin lê gelê Kurd vî tiştî qebûl nake. Li her dera Kurdistanê têkoşîn tê dayîn. Kesên ne bi gelê Kurd re bin, ne AKP, ne CHP û ne jî partiyên din ên Kurdan nikarin doza Kurdan çareser bikin. Di warê girtina HDP’ê de bêdeng in. Dibêjin qey heke HDP qels bibe wê gel dengê xwe bide me. Ji xwe re li firsendan digerin. “

Temel qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got “Gel ji zarokan heta mezinan azadiya Ocalan dixwazin. Ji ber ku gel rêzdar Ocalan wekî rêberê xwe qebûl kiriye. Gelê Kurd tecrîda Îmraliyê qebûl nake. Heta ku gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe, wê ev têkoşîn bidome. Gelê Kurd jiyana bêyî Ocalan qebûl nake. Hin partiyên Kurdan dibêjin heke Tevgera Azadiyê qels bibe, em ê bi ser bikevin. Em bang li rêzdar Barzanî dikin, heke Amed bikeve wê Hewlêr bikeve, heke Hewlêr bikeve wê Qamişlo bikeve. Em bang li partiyên Kurdan dikin. Li hemberî dijminên Kurdan divê em yekîtiya xwe ava bikin.”