Newroza Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali

Li Colemêrgê Newroz ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. Di Newrozê ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin.

Newroz li Qada Otogarê ya li quntarên Çiyayê Sumbulê hate pîrozkirin. Qada Newrozê bi alên HDP û Partiya Kesk Çep hate xemilandin.

Ji gund û navçeyan bi sedan kes bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn. Tevlîbûna zêde ya jin û ciwanan bal kişand. Gelek dikandaran ji bo tevlîbûna li pîrozbahiyê dikanên xwe venekirin.

Wezîfedarên Newrozê ji ber erdheja li Mereşê, ji bo bîranîna qurbaniyan kincê reş li xwe kirin.

Tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. Her wiha stranên "Li Mêrdînê li Bagokê" û "Gever e Gever" hatin gotin.

Bernameya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir. Girseya gel bi hev re sirûda 'Çerxa Şoreşê' got.

Di pîrozbahiyê de Parlamenterê Colemêrgê yê HDP'ê Saît Dede axivî û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên desthilatdariyê da ku di neçareseriyê de israr dike.

Saît Dede got, "Nikarin xwe li siyaseta demokratîk rabigirin. Eger li derekê faşîzm hebe li wir berxwedêr jî hene. Gelê Colemêrgê li ber xwe dide."

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ser rola desthilatdariyê ya di felaketa piştî erdhejê de rû da û got, "Em ê di 14'ê Gulanê de wan bişînin."

Beştaş tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Îro ew roj e ku li qadan bibêjin 'Em dawî li tecrîdê bînin, deriyên Îmraliyê vekin'. Em ê hesab ji wan bixwazin û wan bişînin."

Beştaş bi dewamî got, "Em ew partî ne ku li Tirkiyeyê paşerojê ava dikin. Em bi gelê xwe bawer in, we em bi tenê nehişt. Li dijî her cûre zilm û faşîzmê we serî netewandin. Ji niha û pê ve jî wê Kurdekî bi tenê jî serî netewîne."

Beştaş ragihand ku desthilatdarî dixwaze bi rêya tecrîdê Abdullah Ocalan bide jibîrkirin û got, "Gelê Kurd ti carî Birêz Ocalan ji bîr nake. Deriyê Girava Îmraliyê deriyê li aştiyê ye. Mifteya Girava Îmraliyê jî di destê we de ye."

Piştî axaftina Beştaş peyama Hevşaredara berê ya Colemêrgê ya dîlgirtî Dîlek Hatîmoglû hate xwendin.

Piştre agirê Newrozê hate dadan. Bernameya Newrozê bi stranên Koma Sorjiyan bi dawî bû.