Newroza Amedê: Milyonek kesî bi hev re gotin ‘Bijî Serok Apo’

Îsal jî bi kêmanî milyonek kes tevlî Newroza Amedê bûn. Milyonek kesî bi hev re gotin ‘Bijî Serok Apo’.

Fînala pîrozbahiya Newroza 2022’an a bi şîara ‘Dem dema serkeftinê ye’ li Qada Newrozê ya Amedê tê kirin. Ji biçûkan heta mezinan gel qefle bi qefle berê xwe dide Qada Newrozê. Bi sed hezaran kes ji her alî hatin qada Newrozê û milyonek kes tevlî Newroza Amedê bûn.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. Di axaftina Bûldan de ev tişt derketin pêş:“Agirê azadiyê hatiye vêxistin. Bi dehan hevalên me di zindanan de ne. Hemû hevalên me girtîgehan li vir in. Em ji vê derê silavên xwe rêzên xwe hezkirinên xwe ji hemû hevalan re dişînin. Hevrêyên hêja gelê me bi rûmet, di şexsê Denîz Poyraz û Kemal Kurkutan de hemû şehîdên me de bi bîr tînin. Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin. Em soz didin we. 

NEWROZ HÊVÎ YE 

Newroz berxwedan e, li dijî zilmê ye. Newroz hêvî ye. Newroz aştî û edalet e. Newroz li ser vê axê bi sedê salan e tê pîrozkirin. Hêviya me ev e ku ev Newroz bibe wesîleya yekîtiyê, azadiyê û aştiyê û wekheviyê. Newroz jin e. Newroz ciwan in. Va ye careke din cejna we hemûyan pîroz be. Hevrêyên hêja, Newroz tenê ne ya kurdan e. Newroz cejna hemû karker û kedkarên berxwedêr in. Newroz di heman demê de cejna Mazlûman e ku li dijî zilmê serî netewandine. Newroz stran, klam e, newaya bi hemû rengan e. 

Îro gelê Amedê carek din dîrok nivîsand. Carek din we rûyê xwe nîşan da ku hûn li hemberî tu kesî serî natewînin. 

 DEM DEMA SERKEFTINÊ YE

Bila her kes li vê meydanê baş binêre. Bila Enqere dengê me bibîhize. Bila Enqere Meydana Amedê bibîne, dengê vê meydanê bibihîze. Hûn niha dibêjin ‘Dem dema serkeftinê ye’. We carek din got em vê pergala ku nasname û hebûna me qedexe dike qebûl nakin. Bi înkar û qetlîam, girtîgehan û qeyûman nikaribin gelê Kurd biqedînin. We vê helwest û seknê nîşan da, em spasiya we dikin. 

Ev sedsal bi êşên mezin derbas bû. Bi zilmên mezin derbas bû. Ev sedsal bi desteserkirina vîna me derbas bû. Vê sedsala pêşiya me wê dîrok dubare nebe. Em vê sozê didin gelê xwe yê hêja. 9 sal berê li vê meydanê metna mutabakataê hat xwendin. Nameya birêz Ocalan hat xwendin. Newrozek dîrokî bû. Deklarasyonek dîrokî bû. Ji bo jiyanek hevpar a siberojê bû. Tam neh sal di ser wê nameyê re derbas bûn. Hêj name bi hemû nûjeniya xwe li holê ye. Em carek din dibêjin ku em li pey wê nameyê ne û diparêzin. Îktîdarek ku ji çareseriyê ditirse heye. Em hemû dibin şahidê vê yekê ku îktidar aştiyê tecrîd dike. Ev îktidar azadî, edaletê, ziman, nasname, siyaseta demokratîk tecrîd dike. Em bi îktidarek qedexekar û şerxwaz re rûbirû ne. Va ye îro rewşa welat li holê ye. 

EV QAD AZADÎ, SERKEFTIN, AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DIXWAZE

Em ê zilm û neheqiyên vê îktidarê qebûl nekin. Em carek din soz didin we ku em ê dawî li vê îktidara zilmkar bînin. Heta ku ev gel li vê qadê be hûnê qet û qet bi ser nekevin. Îro ev qad nîşaneya vê yekê ye. Îro carek din vê qadê ruhê mutabakata 2013’an nîşan da. Ev qad dibêje ez li pey mutabakata çareseriyê me. Îro ev qad dibêje û nîşan dide ku em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Ev qad dibêje em girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgenê, Sebahatê qebûl nakin. Îro vê qadê carek din azadî, serkeftin, aştî û demokrasiyê û edaletê daxwaz kir. 

Em carek din dibêjin ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan amade ne. Em ji bo aştiyê amade ne. Em carek din radigihînin ku em ji bo li derdora aştiyê bibin xelek amade ne. Şer xwîn û kuştin e. Aştî xweşî û aramî ye. Em carek din dibêjin aştiya mezin. Ji aştiyê tiştek xweştir nîne. Em dibêjin divê ku siyaset û rojeva her kesî aştî be û her kes ji bo aştiyê berpirsiyarê hilde ser milê xwe.

Îro pirsgirêka herî mezin a vî welatî prisgirêka Kurdan e. Yên ku dibêjin me vê pirsgirêkê çareser kiriye, bila baş bizanibin ku ev pirsgirêk wiha nayê çareserkirin. Bi lezgînî pêdivî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan amade ne. HDP partiya çareseriyê ye. Em ji vê re amade ne. Bi înkar, zext, zor, girtîgehan ev pirsgirêk çareser nabe. Heke hûn îradeya gelekî bixin zindanan, wê çaxê pirsgirêk çareser nabe. Divê hûn bi muxatabê pirsgirêkê re rûnin û dê wê çaxê çareserî li pêş bikeve. Hûn nikarin bi înkar û zilmê van qadan vala bihêlin. Va ye qad tije ne û daxwazên xwe tînin ziman. 

Em ê serê xwe li ber we netewînin. Viya baş bizanibin. Hevrêyên hêja, divê ev pirsgirêk hemû bi civakê û raya giştî re were çareserkirin. Ji bo çareseriyê yekîtiya xwe xurt bihêlin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê demokrasî, azadî, edalet û aştiyê bînin vî welatî. 

Ez carek din dibêjim ku ev Newroz bibe wesîleya azadî, aştî û edaletê. An serkeftin an serkeftin. Jin jiyan azadî.”