Newroz li Zapê hate pîrozkirin: 2022 wê bibe sala serketinê

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin û gotin, "Em ê sala 2022'an bikin sala serketinê. Bila kes ji vê yekê gumanan neke."

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ku komeke girseyî ya gerîla tevlî bûn, agirekî mezin ê Newrozê hate dadan.

Gerîlayan Newroz di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û gelê li çar parçeyên Kurdistanê pîroz kirin û gotin, "Em fedaiyên Rêber Apo weke şopdarên Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz, radigihînin ku 2022'an bikin sala azadiyê ya Rêber Apo û gelê Kurdistanê. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin û wezîfeya xwe heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi cih bînin. Em ê 2022'an bikin sala serketinê, bila kes ji vê yekê gumanan neke."

'PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ WÊ HÎN BI XURTÎ DEWAM BIKE'

Gerîlayan diyar kirin ku pêngava 'Bazên Zagrosê' ya ku sala 2021'an li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kir, sala 2022'an wê hîn bi xurtî dewam bike û gotin, "Di pêngava sala 2021'ê de me gelek hevalên xwe yên hêja ji dest dan û hêzên dijmin qewirand. Ev yek nîşan dide ku em nêzî serketinê ne."

Gerîlayan anîn ziman ku Newroza 2022'an ji Newrozên din cudatir e û gotin, "Îsal wê bibe sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Gerîlayan govendên ji herêmên cuda yên Kurdistanê gerandin û bi coş û moreleke mezin Newroz pîroz kirin.

Bi dirûşma "Bijî Serok Apo" fîşekên hewayî hatin teqandin û Newroz hate pîrozkirin.