Newroz li Wanê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" tê pîrozkirin

Bi sed hezaran kes li ber Keleha Wanê li hev civiyane û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" Cejna Newrozê pîroz dikin.

Yek ji pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê ku bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' tê lidarxistin, li Wanê dest pê kir. Bi hezaran kes hîn jî diherikin qadê. Bi giranî ciwan tevlî pîrozbahiyê bûne. Li gel berfê jî şêniyên Wanê li qadê dicivin û dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîre.

Li Newroza ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, bi sed hezaran kesî dirûşma 'Şehîd namirin' qîriyan. Serokê Komîteya Amadekar Ahmet Guven spasiya gel kir. Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Handan Karakoyûn got, "Newroz berxwedan û têkoşîn e." Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Fîkret Dogan jî got, "Bi dayina bi hezaran berdêlî em hatin vê demê. Hûn xwedî li vê berdêlê derketin. Em spasiya we hemûyan dikin."

Piştre jî hunermend Ayfer Duzdaş derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.