Newroz li Girê Spî hat pîrozkirin

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, Newroz  bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Şêniyên bajêr ji bo tevlî pîrozbahiyê bibin, danê sibehê berê xwe dan gundê Kopirlikê yê li rojavayê Girê Spî. Tevî Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen, koçberên ji Reqayê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Serokên êlên ereb ên li herêma Girê Spî; Hinada, Meşhûr, Boesaf, Cês, Bûxemîs û Nehîm jî li qada pîrozbahiyê amade bûn.

Ji pêkhateya Ermen ciwanê bi navê hovan Serkîs li qada pîrozbahiyê ji me re axivî û got, "Cejna Newrozê ne tenê ya Kurdan e. Ya me Ermeniyan jî. Ji ber ku ev cejn cejna azadiyê ye. Lewma em jî weke gelê vê herêmê aşiqê azadiyê ne."

Ji pêkhateya Tirkmen Mihemed Sehdûn jî anî ziman, ku ew bi tevahiya malbata xwe tevlî pîrozbahiyê bûye û got, "Di pîrozbahiyên beriya niha de em timî li derve bûn, me ji dûr ve lê temaşed ikir. Lê îsal me xwest tevî malbata xwe tevlî bibin. Bi rastî cara yekê ye tiştekî ewqasî xweş li bajarê me pêk tê."

Şêniyên bajarê Girê Spî, li ser girê Kopirlikê ku beriya 2 salan ji aliyê YPG/YPJ'ê ve ji çeteyan hatibû rizgarkirin, bi coşeke mezin pîroz kirin.