BI DÎMEN

‘Newroz ji bo me mezinkirina têkoşînê ye’

Gerîlayên bi navê Saîr Minbic û Egîd Qamişlo diyar kirin ku di tevahiya dîrokê de Newroz ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e û gotin, “Newroz ji bo me kêfxweşî ye, serketineke nû ye, mezinkirina têkoşînê ye.”

GERÎLAYAN NEWROZ PÎROZ KIR

Di çanda gelê Kurd de, Newroz wateya xwe serhildane, geş kirina agirê berxwedanê ye, şikandina qeyid û zincîrên zilmê ye. Ev yadîgara ji bav û kalan hatî bi zayina ramanên Rêber Apo re careke din xwediyê xwe dît. Îro li pey vî fikrî ji her netewî ciwan berê xwe didine nava refên tekoşîna azadiyê û cejna Newrozê weke cejna berxwedêriya hemû gelên azadîxwaz pênase dikin.

Ji gerîlayên Ereb, Gerîla Saîr Minbic û Gerîla Egîd Qamişlo bi hatina cejna Newrozê re hestên xwe, her wiha îdîaya xwe ya geşkirina vî agirê berxwedaniyê anîne ziman. Herdu gerîlayên Kurd û Ereb bi yek ezmî bilêv kirin ku ew şopdarên Mazlûm Dogan in û ew ê heya henaseya dawî ji bo geşkirina agirê Newrozê tekoşîna xwe bidomînin.

Gerîla Saîr Minbic: 21’ê Adarê, cejna Newrozê  ye, roja berxwedaniyê ye, roja nû kirina şoreşê ye. Ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Ereb û her gelekî ku rastî zilmê tê em vê cejnê pîroz dikin. Ji xwe agirê Newrozê sembola rakirina zilma li ser gelane, û bi taybet zilma li ser gelê Kurd yê ku ji destpêka dîrokê ve rastî gelek zext û helandina hatiye, lewra ev rojeke pîroz e. Newroz ji bo me dilşadiye, serkeftineke nû ye, geşkirina têkoşînê ye. Em ê her sal bi vî ruhî vê cejnê pêşwazî bikin û pîroz bikin. Wê her tim sembola tekoşîna me jî geşkirina agirê Newrozê be. Di nava partiya me de jî ev agir sembola xwe di çalakiya fedaî ya heval Mazlûm Dogan de ye, ji ber ev çalakî bû bingehekî esasî ji bo domandina vê tevgerê. Agirê ku heval Mazlûm da bedena xwe bû agirê şoreşa gelê Kurd û Ereb. Fikir û îradeya ku Rêber Apo ji bo hemû gelan pêşxistî îro dihêle ku ev agir careke din bi serkeftin pê bikeve. Em weke şervanên Ereb di van çiyayan de, vî fikrî ji bo xwe weke rêka heqîqetê dibinin. Em ê jî ti wextî serê xwe netewînin û pîroziya vê rojê em ê her bi parêzin.

Ev agirê şoreşê yê ku êdî di dilan geş bûye. Em hêzên dijber ên ku dixwazin gelan bihelînin dibînin, lewra em ê ji pey vî fikrî venegerin. Her mirovê ku Rêbertî dixwîne dighije vê heqîqetê. Lewra wê tekoşîna me dewam bike heya ku em bigihijin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê pîroz kirina Newrozê û azadiya Rêber Apo bibe yek.

Ev agir serkeftina me ye û wê her wisa be. Em careke din vê cejnê li gelê Ereb, Kurd, Suriyan û tevahiya gelan pîroz dikin, bi hêvî ne hemû gel bi dilşadî û hêz, bi ruhekî hevgirtî, bi xurtkirina sosyalîzmê vê cejnê pêşwazî bikin. 

VÊ EV NEWROZ BIBE BIBE WESÎLEYA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO

Gerîla Egîd Qamişlo: Di serî de em Newroza 2025’an li Rêber Apo, şehîdên Şoreşê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê  pîroz dikin. Silava Rêber APO coş û moralekî mezin da me, ji bo me diyar kir  ku ew ê Newroza 2025’an di kîjan astê de were peşwazîkirin. Ev Newroz ji yê hemû salên derbasbûyî cudatir e. Piştî ewqas sal berxwedaniya ku li Îmralî dihat meşandin, me silav ji Rêbor Apo girt. Wekî Rêber APO dibêje “Tevgera Azadiyê tevgereke Newrozê ye”. Ji Kawayê Hesinkar, heya Kawayê serdemê Mazlûm Dogan tekoşîn û berxwedaniyên pir mezin hatin meşandin. Di her Newrozê de bi gavên mezin ruhê serhildanê hatiye jiyankirin. Bingeha wî ruhî Rêber Apo avêt. Rêber Apo bi fikir û felsefeya ku pêş xistiye bû Rêberê gelê Rojhilata Navîn. Bi fikirê modernîteya demokratîk ve gelên heremê hembêz kir.”                     

Wekî gerîlayên azadiyê ji bo jiyaneke rast, em ê li derdora Rêbertiya xwe xelekeke hîn mezintir ava bikin û em ê Newrozê pêşwazî bikin, da ku ev pêk were di çarçoveya parastina rewa de, çi pêwîst be em ê bikin. Ji bo çareseriya ku di Rojhilata Navîn de pêş bikeve, Rêber Apo berpisyarî girtiye ser milê xwe, em jî çi bikeve ser milê me ji bo wê amade ne. Lê bila herkes vê bizanibe, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, em ê tekoşîna xwe bi dijwarî berdewam bikin. Em wekî gerîlayên azadiyê, gerîlayên heqîqetê, xeyalên şehîdan pêk bînîn, em di wê îdîayê de ne ku em ê Newroza 2025’an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”