Nehiştin ku nûçegihanê girtî Turfentî 'ji enete ve' pirsan bike

Faksa ku nûçegihanê girtî Nedîm Turfentî dixwest ji hevpîşeya xwe Zehra Dogan re bişîne, bi henceta "ji enete ve (îronî) nêzî li kes û saziyên darazê dibe" "bi arîşe" hate dîtin û hate astengkirin.

Faksa  nûçegihanê ku li Girtîgeha Înfaza Cezayê ya Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa T ya Wanê  girtî yê DÎHA’yê Nedîm Turfentî ku dixwest ji nûçegihana girtî ya JINHA’yê Zehra Dogan re bişîne, ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê dimîne, bi henceta ku ‘bi arîşe ye’ hate desteserkirin.

Di ‘’Biryara Nirxandina Nameyên Bi Arîşe de’ ku ji hêla Seroktiya Desteya Disîplînê ya Girtîgehê ve hatiye amadkirin Turfent weke ‘’Endamê PKK’ê, terora çepgir û rêxistina çekdar a terorê’ hate pênasekirin.

Komîsyonê li ser faksa ku Turfent ku gotibû, ‘’Weke ku te jî di rojnameyê de dîtî piştî ku îdîaname pûç bû, wan jî gotin ‘em jî 3 mehan dirêj bikin, bila bibe 19 meh’. Bifikire li fikra dozger jî nepirsîn û taloq kirin. Axirê, em vê mijarê bigirin û werin ser sedema nivîsa xwe. Beriya niha jî min gotibû, di serê min de tiştek heye, ji bo pratîzekirina wan divê dest pê bikim. Îro min weke gava pêşî ji 15 nûçegihanên girtî re min faks şand û pirsên xwe min şandin. Her wiha bi rengê ku piştevaniyê ji van re bike ez ê ji siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîran jî peyaman bidim hev. Piştî ku bersiva hemûyan gihaşte ber destê min, piştî redeksiyona wê, çîrokîkirina wê û bû nûçe ez ê bidim derve. Her roj çîroka hevalekî dikare biweşe. Herî dawî peyam. Dema ku bi serê me ket. Belkî bibe pirtûkeke biçûk’, got, ewlehiya saziyê dixe talokeyê.

Komîsyonê got Turfent bi girtiyên ku di girtîgehên dî de ne, ketiye têkiliyê, gotinên bi rengê talîmatê daye û li dawiya sedemê jî got, ‘’Bi sedema ku ji enete ve nêzî li kes û saziyên darazê dibe, ji ber ku gotinên ku asayîş û ewlehiya saziyê dixe talokeyê biryar hatiye dayin ku name di mihafezayê de bimîne’’.

Pirsên ku ‘bi arîşe’ hatin dîtin ên ku Turfent ji Dogan re şandî wiha ne:

Ji bo çi JINHA hate girtin?

*Zehra Dogan kîye? Dikarî behsa xwe bikî?

*Te kengî dest bi nûçegihaniyê kir,çima?

*Li girtîgehê çi dikî, dikarî behsa rojeke xwe ya girtîgehê bikî?

*Zindan çi li xebatên te zêde dike?

*Pênûsa nûçegihaneke jin divê hibrê çawa biherikîne, divê behsa çi bike?

*Çi qas cezayê te maye û kengî tê derkevî?

*Mirov dîsa bikeve girtîgehê çawa ye?