Nedîm Seven: Di Komkujiyên Parîsê de rola Gladîoyê heye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku bêyî destûra NATO'yê, welatekî NATO'yê nikare li welatekî din ê NATO'yê çalakiyekê bike û di komkujiyên Parîsê de işaret bi rola Gladîo ya NATO'yê kir.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven têkildarî Komkujiyên Parîsê ji Radyoya Dengê Gel re axivî.

Nedîm Seven di destpêkê de di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî yên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê hatin qetilkirin, şehîdên şoreşê hemû bi minet û rêzdarî bi bîr anî û got, "Berpirsyariya vê tevgerê ye ku tola wan hilîne."

'HERDU KOMKUJÎ OPERASYONÊN NATO'YÊ NE'

Nedîm Seven destnîşan kir ku herdu komkujiyên li Parîsê hatin kirin operasyonên Gladîoyeke li nava NATO'yê ye û wiha dewam kir: "Di sala 1985'an de li dijî tevgera me biryarek wergirtin. Di sala 1993'an de li Yekîtiya Ewropayê xistin meriyetê. Tevgera me di sala 1993'an de li Elmanya û Fransayê qedexe kirin. Ew jî operasyoneke NATO'yê bû. Elmanya navenda NATO'yê ya li Yekîtiya Ewropayê ye. Di sala 1993'an de destpê kirin û bi sedan welatparêzên Kurd destgîr kirin. Fransayê jî kir. Herdu jî endamên damezrîner ên Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropayê ne. Polîtîka li ser van têne avakirin. Lewma piştre Doza Dusseldorfê hebû. Li dijî hevalên me hate kirin. Neheqiyeke cidî bû, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Dema ku mirov têkiliyên navneteweyî, hevsengiyên siyasî, berjewendiyên NATO û Modernîteya Kapîtalîst dinirxînin hingî dibînin ku ev rewşa niha jî nîşan dide ku li hemberî Tevgera Azadiyê û Kurdan tiştek neguheriye. Bêguman rewşa gelan, sîstema rêxistinî û asta têkoşînê bi pêş ketiye. Komkujiya yekemîn jî ya duyemîn jî bêyî destûra NATO'yê, nepêkane ku li welatekî NATO'yê ji aliyê endamekî NATO'yê ve bê kirin. Komkujiyeke bi vî rengî ya faşîst, komkujiya li ser fîzîkî mirovan ji xwe karakterê Gladîo ye."

ŞERÊ GLADÎO YÊ LI DIJÎ KURDAN E

Di dewama axaftina xwe de endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku NATO li ber mirinê ye û got, "Tespîtên Rêberê me hene. NATO, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên bingehîn ên cîhanê xitimî ne. Modernîteya Kapîtalîst ji hev dikeve. Bi şerê Rûsya-Ûkraynayê re careke din hewl dan ku xwe bi pêşengiya DYE'yê ji nû ve bi rêxistin bikin. Piştre mîna piyonekî rola jenderme ya dema şerê sar careke din dan Tirkiyeyê. Hewldanên ji bo endametiya Fînlandiya û Swêdê jî şerekî ji bo krîmînalîzekirina PKK'ê, tengavkirin û astengkirina têkoşîna wê ye. Şerê NATO'yê û Gladîoya nava NATO'yê ya li dijî gelê Kurd e ku di şexsê PKK'ê de dimeşîne. Hikumet dikarin bêne guhertin. Beriya deh salan Holland Fransa bi rê ve dibir. Qaşo Partiya Sosyalîst bû. Xwe weke dostê gelan nîşan dida. Di dema wî de komkujiya yekemîn hate kirin. Li Parîsê li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê hate kirin. Ev saziyeke qanûnî bû. Li pêşberî bi hezaran kamerayan hate kirin. Bi her awayî eşkere bû lê belê divê ev mekanîzma bi temamî eşkere bibe. Her wiha ev bûyer jî li Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê pêk hat ku tesadûfî nîne. Têkiliyên navneteweyî yên dikevin çarçoveya têkoşîna li dijî terorê, bi kurtasî di bin navê terorê de NATO dikare her cûre qirêjiyê bike. Vê yekê bi rêya Gladîo dike."

'DAXUYANIYÊN DESTPÊKÊ HEWLDANÊN JI BO BEREVAJÎKIRINÊ BÛN'

Nedîm Seven bal kişand ser daxuyaniyên destpêkê yên rayedarên hikumeta Fransayê ku êrîş weke faşîzm û nijadperestiyê nirxandin û got, "Ev hewldaneke bi zanebûn bû. Di bûyera Omer Guney de jî bi heman rengî kirin. Piştre kasetên Omer Guney hatin weşandin. Belge hatin ku Omer Guney çawa plan kiriye, êrîş li dijî kê ye û komkujî çawa kiriye. Piştre gotinên serokên daîreyan ên MÎT'ê eşkere bûn. Ev mekanîzma hemû eşkere bûn. Lewma divê li hemberî vê yekê têkoşîn bê meşandin."

Nedîm Seven ragihand ku komkujiya Parîsê ya duyemîn hewldaneke şexsî nîne û got, "Li gorî agahiyên li nava raya giştî hatin weşandin, kujer beriya 12 rojan ji zindanê derketiye. Li Fransayê zindanên cuda hene. Zindanên birêxistinkirî ku ji aliyê Gladîo ve têne birêvebirin hene. Her wiha bi dîtina min zindanên ku giyotîn lê hene hîn jî dewam dikin. Divê mirov zindanan jî lêkolîn bikin. Ev kes li kîjan zindanê hate amadekirin? Beriya 12 rojan çawa derket, çawa hat li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, li restoranta Kurdan a Avesta û li berberekî Kurdan reşand? Ev nepêkan e. Li wir her wiha bi taybetî êrîşî hevala Evîn Goyî dike. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, hevala Evîn birîndar dibe, piştre diçe ser wê û careke din berdide û şehîd dixe. Ev plansaziyeke bi zanebûn e. Lewma ev kes hatiye amadekirin. Hatiye plankirin. Dibe ku soz jê re hatibin dayin."

'DIBE KU MÎNA OMER GUNEY WÎ JÎ BIKUJIN'

Nedîm Seven diyar kir ku nediyar e bê ji lêpirsîna vî kesî çi agahî bi dest bikeve û got, "Dibe ku mîna Omer Guney wî jî bikujin. Divê Kurd baldar bin. Dest ji bûyerê bernedin. Dibe ku vî kesî ji ber temen bikujin. Yanî dikarin bibêjin ku miriye. Dikarin bibêjin krîz derbas kiriye, di lêpirsînê de krîza dil derbas kiriye.

Fransa tenê ji hikumeta Fransayê pêk nayê. Me raya giştî şopand. Dostên gelekî hêja daxuyanî dan. Hêzên komunîst, çep, bi taybetî jî dostên ku têkoşîna Kurdan mafdar dibînin daxuyanî dan, xwedî li edaletê derketin. Ev helwesta wan divê girîng bê dîtin."

'LI HER DERÊ DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven destnîşan kir ku têkbirina PKK'ê nepêkan e û got, "Ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin dibe ku bûyerên bi vî rengî bikin. Lewma gelê me bi rengekî bi heybet xwedî li hebûna Kurdan û paşeroja xwe derket. Ev yek têkoşîneke ji nişka ve nîne. Pêwendiya xwe bi perwerde, rêxistinî, siyasî, têkiliyên navneteweyî û dîplomasiyê heye. Her heval, her hevrê, her dost, her welatparêz û şoreşger divê hîn bêhtir tevlî eniya têkoşînê bibe. Li her derê divê têkoşîn bê meşandin. Bersiva rast bi vî rengî ye."