Nedim Seven: Bi ruhê 15’ê Tebaxê wê faşîzma AKP’ê were hilweşandin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven li Heremên Parastinê yên Medyayê di pîrozbahiyekê de ya ku ji aliyê gerîla ve hatibû lidarxistin li ser 15’ê Tebaxê axivî.

Seven di axaftina xwe de bal kişand ser rihê 15’ê Tebaxê û got, “Azadî û serkeftin di rihê 15’ê Tebaxê de mîsoger bûye. Eger gelên Rojhilata Navîn li azadî û serkeftinê bigerin, lazim e ruhê 15’ê Tebaxê bijîn.”

Li Heremên Parastinê yên Medyayê bi minasebeta 33’yemîn salvegera têkoşîna çekdarî a 15’ê Tebaxê pîrozbahiyek hat kirin. Pîrozbahiya ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin, bi axaftina Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven berdewam kir.

Seven da zanîn, çawa rihê 15’ê Tebaxê, pergala hişk a olîgarşîk- kemalîst şikandiye, 15’ê Tebaxa 33’emîn jî wê bi şikandina pergala dagirker a AKP’ê re, pergala demokratîk ava bike.

 Seven got di ti şoreşên cîhanê de mînakên wekî vê leşkerî nînin û wiha berdewam kir: “Bi HRK’ê dest pê kir, bi ARGK’ê hat neqişandin û bi hêzên HPG’ê û YJA-STAR’ê li hemû deverên Rojhilata Navîn xwe gihandiye asta ku parastina gelan û neteweyan bike.”

Hin beşên ji nirxandinên Seven wiha ne;

Em 15 Tebaxê, li hemû têkoşer û şoreşgerên di xeta Apoyî de li hemû qadên Kurdistan û cîhanê têdikoşîn, pîroz dikin.

Wekî tê zanîn 15 Tebaxa 1984’an di pêşengiya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz), Erdal (Mustafa Yondem), Gozluklu Elî (Abdullah Ekîncî) û hevalên ku bi qehremanî û fedakarî têkoşîn kirin, rojeke azadî û berxwedanê li bajarê Dihê û Şemzînan dest pê kir. Ew gav, gaveke nû ji bo şoreşa Kurdistanê û azadiya gelên Rojhilata Navîn bû. Pergala faşîzan, metînger û dagirker a dewleta Tirk û pergala hegemonîk û kapîtalîst a cîhanê encamên qirkirin, tunekirin û jibîrkirina nirxên mirovatiyê dabû destpêkirin. Neteweyên demokratîk, neteweyên Rojhilata Navîn û neteweyên Kurdistanê di bin vê metîngeriyê de hatibû asîmîlekirin. Însan hatibûn pelçiqandin. Mêjiyê wî/wê, çanda wî/wê û nîrxên wî/wê hemû ji dîrokê ve berovajî kiribûn. Tê zanîn ku navê Kurd û Kurdistanê li hemû cihanê qedexe bû. Kurd û Kurdistan hatibûn terkkirin, korkirin û bê ziman bûbû. Di demeke wisa de, bi derketina pêş a tevgera PKK'ê û çanda Apoger di salên 70’yî de, pergala faşîzan, hegemonîk û dagirker gav bi gav hate şikandin û stratejiya şerê gel ê demdirêj, şerê gerîlayê Kurdistanê cara yekem li Botanê 15 Tebaxê şoreşa Kurdistanê bi guleya yekemîn hate rojeva cîhanê.

Wekî tê zanîn, îro 33’emîn salvegera 15’ê Tebaxê ye. Ev 33 sal in em van nirxên 15’ê Tebaxê dijîn. Di kesayetiya heval Egîd de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin û em soz didin ku nirx û hêviyên ku armanc û hedef kirin ji bo neteweya demokratîk û welatekî demokratîk, sosyalîst, azadiya Kurdistan, heta serkeftin û rizgariyê em ê têbikoşin. Di van 33 salan de, Kurdê ku hatibû jibîrkirin, ji nû ve derket ser dika dîrokê. Dîrok bi nirx û felsefeya Apoger ji nû ve hate nivîsandin. Dîroka di şaristaniyên navendî de hate pelçiqandin, şaristaniya demokratîk, felsefeyeke nû weke nirxên azadî û demokrasiyê, ji nû ve hate nivîsandin. 15’ê Tebaxê nivîsandina dîroka mirovahiyê a pêşketî ye.

Di pêşengiya Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) de, ruhê 15’ê Tebaxê îro li hemû Rojhilata Navîn û Kurdistanê (ku metingeriyê parçe kiribû me nikaribû bibêjin yek parçe) bi felsefe û rihê Apoger ji bo yekîtiya hemû Kurd û Kurdistaniyan bû destpêkek. Di nava van 34 salan de, Kurdê ku hatibû tinekirin, bûye xwedî ziman, çand, huner û nasname. Li hemû deverên cîhanê Kurd û Kurdistanî bi serbilindî li nasnamaya xwe xwedî derdikevin. Bi meşrûtiyet û mîsogeriya xwe êdî li hemû deverên cîhanê wekî gelekî ku ji bo neteweya demokratîk û gelên cîhanê pêşengtî dike. Di vê pêvajoya 33 salan de, di pêşengiya jinên Kurdistanî de pergala pênc hezar salan a di cîhanê de hatiye pelçiqandin. Di sêrî de sazûmankara PKK'ê hevala Sakîne Cansiz, Besê Anûş, Hanim Yaverkaya, Binefş Egal, Zîlan, Gulnaz Karataş û her wiha Arîn Mîrxanan û hemû hevalên ku ji bo xweseriya demokratîk jiyana xwe ji dest dane, kesayetiya azad û mînaka jinên Rojhilata Navîn e. Bi van berdêlên hatine dayîn, pêşengiya jinên Rojhilata Navîn, jinên Kurd dikin. Îro jî bi sazî û rêxistinbûna xwe li hemû deverên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.

Her wiha PKK'ê bi ciwanî dest pêkir, bi ciwanî wê bi ser bikeve. Ev şîara azadî û demokrasî a PKK'ê ye. Îro di kesayetiya ciwanên Kurdistanê de, mînaka hemû dînamîka ciwanên demokratîk, sosyalîst û neteweyên demokratîk ên di Kurdistan û Rojhilata Navîn de nîşan dide. Ji bo wê dînamîka di Komelên Ciwan de, pergala azadiya ciwanan, rihê 15’ê Tebaxê pêk aniye. Rihê 15’ê Tebaxê ji bo dayîk, pîr û kalên Kurdistanê di jiyana komunal-demokratîk de, malbatên demokratîk, jiyanên komunal û avakirina meclîsan bûye pergaleke demokratîk. Di pergala demokratîk-komunal û parastina rewa de rihê 15’ê Tebaxê misogeriya xwe heye.

Erê berdelên giran hatine dayîn. Hevalên ku ji bo me roja 15’ê Tebaxê pêk anîn, îro êdî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat mînakeke wisa ye ku her kes pê şadibe. Bingeha xebatên leşkerî, civakî û siyasî hemû di vê xetê de hatine pêşxistin. Êdî tirs û dagirkeri ji bo gelê Kurd nemaye. Tirsa modernîteya kapîtalîst hatiye şikandin. Cesareta 15’ê Tebaxê bûye cesareta hemû nirxên azadî û demokrasiyê.  Di ti şoreşên cîhanê de mînakên wekî vê leşkerî nînin. Bi HRK’ê dest pê kir, bi ARGK’ê hat neqişandin û bi hêzên HPG’ê û YJA-STAR’ê li hemû deverên Rojhilata Navîn xwe gihandiye asta ku parastina gelan û netewan bike.

Di aliyê propaganda de gihiştina PKK'ê a asta herî bilind bi rihê 15’ê Tebaxê ye. Kesayetiya ku bi xwe nebawer, tirsonek êdî gihiştiye asteke zana, têgihiştî, zanistiyeke felsefîk, demokratîk-komunal û kesayeta yekîtiya Rojhilata Navîn derketiye holê bi pêşengiya 15’ê Tebaxê.

Ji bo wê erkên heval Egîd û Erdal wan dest pê kirin, didomin. Erk nesînordarî Kurdistanî, Rojhilata Navîn hemû li benda me ye. Em wekî şagirtên van pêşengan, bi ruhê 15’ê Tebaxê, felsefe, jiyan û sekna Apoger, destpêkê ji erka esas azadkirina Rêber Apo û pêşxistina nirxên demokratîk li benda me ne.

Di vê çarçoveyê de azadî û serkeftin di rihê 15’ê Tebaxê de mîsoger bûye. Eger gelên Rojhilata Navîn li azadî û serkeftinê bigerin, lazim e rihê 15’ê Tebaxê bijîn. Gelên cîhanê eger li azadî û wekheviyê bigerin lazim e bi rihê 15’ê Tebaxê tevbigerin. Mîsogeraya rihê 15’ê Tebaxê, bûye mîsogeriya biratiya gelên cîhanê. Encamên ku jê derketine, bandora xwe li hemû gelan kirine. Îro erk jî li benda şagirtên Rêber Apo ne. Li ser vî esasî em dibêjin faşîzm nayê sekinandin, faşîzmn tê rûxandin. Faşîzma îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi desthilatdariya AKP-MHP’ê û şîrîkatiya CHP’ê pêk tê, encax ew bi rûxandin û hilweşandinê dawî bibe. Bi faşîzm û metîngeriyê re danûstendin nabe. Çawa rihê 15’ê Tebaxê, pergala hişk a olîgarşîk- kemalîst şikandiye, 15’ê Tebaxa 34’emîn jî wê bi şikandina pergala dagirker a AKP’ê re, pergala demokratîk ava bike. Erka yekem pêşxistina pergala neteweya demokratîk û têkbirina faşîzmê ye.

Dubare em dibêjin 15’ê Tebaxê li hemû gelên cîhanê yê pêşeng, şoreşger û demokrat, tevgerên azadîxwaz, Serok Apo û hevalan pîroz be.